Serokatîya Herêma Kurdistanê serxweşîyê li Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm kir

Serokatîya Herêma Kurdistanê serxweşîyê li Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm kir

Serok Mesud Barzanî serxweşiyê li Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir

 

Birayê birêz Dr Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê

Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv gihîşt me. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
12.07.2020

 

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li Dr. Prof. Kinyazê Mîrzoyêv dike

 

Îro, Yekşemî 12.7.2020 Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî Xwedê jê razî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxî pêşkêşî akademîsyen û kesatiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji Xwedayê mezin xwest Xwedê jê razî têxe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê bide hemûyan.

Ev herdu serxweşî nîşana hevgirtin-hevhezkirina tevaya gelê kurd in li tevaya cihanê, ku em yek milet in, xwedî yek alayê ne û Kurdistan welatê me hemûyan e. Mirov texmîn dike, ku xwedî û xudanên me hene.

Li Diyasporayê jî xwedî û xudanên me yên welatparêz, zane û di cihanê da binavûdeng hene. Yek ji wan Akademîsyan, Bavê ulmê neftê û gazê li Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov e û yê dinê jî kubarîya gelê me, Parlamentarê DÛMA Rûsîyayê Zelîmxanê Eliko Mûsoyev e, ku herdem û her deqe mînanî çiyan li pişta miletê xwe sekinîne, di rojên oxirmên giran da êşa me sivik dikin û di rojên şahîyê da jî evîna me a di hindava gelê me da xurttir û dikin.

Vê carê jî van herdu mezinahîyên gelê me bi têlêfonê serxweşîyên ji dil dane Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm bona mirina birayê wî yê ber dilê me hemûyan ezîz.

Herwiha serxweşîya Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lalişê Nêçîrvan Şêx Şemo bi dilekî xem dinivîse: -Bi dilekî pir xem û kovan me li welêt agahîya wexerkirina birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst. Sed mixabin bi vê helkefta xemgîn bi navê xwe û tevaya endamên Bingeha Laliş li seranserî deverên Êzdîyan li Kurdistanê sersaxîyên xwe didin malbat û kes û karên rehmetî, gîyanê wî bi behiştê şa bibe.

Ruha rehmanî

her dizivire ber destê wî xudanî.

Gelek serxweşî herwiha ji her derên Kurdistanê û diyasporayê, ji kesên binavûdeng û welatparêz hatine, wek:

Ji navê Komxebata KURMANCÎ a Înstîtûya Parîsê Reşo Zîlan, ji sîyasetmedar, karmendê di serokatîya Herêma Kurdistanê da Zikrî Mûsa, ji Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê, ji Yekîtîya Nivîskarên kurd li Duhokê, ji Assambleya Gelên Qazaxistanê, ji Parlamentarê Parlamêntoya Gurcistanê Îskoyê Desinî, ji Parlamentarê Parlamêntoya Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan û profêsor Moskovê Cemal, berpirsyarê giştî yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil û redaktora radyoya RIATAZA Bêlla Stûrkî, zimanzan Mistefa Aydogan, lêkolîner Emîn Narozî, Mehmûd Lewendî û Umîd Demirhan, Berpirsyarê rojnameya Rya teze û Radyoya Rewanê a kurdî Tîtalê Kerem, nivîskar Zinar Soran, Remzî Kerîm, Serdar Roşan, helbestvan doktor Eskerê Boyîk, doktor Ezîzê Gerdenzerî û doktor Rizganê Simo, serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed Keya Îzol, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed Têmûrê Xelîl, heyranê ziman û edebîyeta kurdî Mistefa Kilicaslan, rojnamevanê navdar Prîskê Mihoyî, mamostayê Zanîngeheke Moskvayê Rizganê Recevî, rêvebirê weşanxaneya DOZ Korogli Karaaslan, nûnerê PAKê li Swed Nimet Mumtaz Aydin, serokê Kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, serokê Yekbûn TV Hejarê Şamil, serokê Weşanxaneya APEC Elî Çiftçî, sîyasetmedar Ednan Axacan, dengbêjên navdar Aslîka Qadir û Paşayê Efo û gelekên din.

Çi mixabin, ku me îro xebereke reş a din jî bihîst, ku xwarzîyê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm – Mahirê Mecîd Nadîrov di 53 salîya xwe da çû ber dilovanîya Xwedê. Bira rehmeta Xwedê li wî be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev