Heyîvokî ya me, Feminizma Cihanî û kapîska Swêdî

Heyîvokî ya me, Feminizma Cihanî û kapîska Swêdî

Nesrîn Rojkan

Ev yek, ne tenê baweriyek gundane, çîrok û efsaneyek e, ev mijarek bi hezaran salan e ku li Mezopotamyayê destpêkiriye û li welatên cihanê bilav bûye û heta îro jî rasterast di nav gelek civakên cûda de cih girtiye.

Bandora hemanên asmanî li ser bîr û baweriya mirovan herdem hebûye. Di hinek civakan de wek a Mezpopotamyayê Roj mezintırîn Xwedê bû, û rojger jî ji malbata wî bûn.

Ev baweriya bi Rojê bı hezaran sal dom kiriye heya ola Zwedûştîyê bilav bû ye li wir êdi  Xwedêyê Roj bûye Ahuramazd/ Hurmuz û, rojger jî bûne firişteh. Hejmara rojgerên ku wê demê dizaniyan heft bû, hejmara firiştehên îro jî heft in. Heta îro jî gelê kurd bi navê rojê sond dixwin, û ji gelê Êzdî re pîrozya Roj û Agirê hê û hê jî ma ye. Ew baweriya xwe ji pêxemberan bêtir ji firişteh re diînin.

Ji civakên herêma Mezopotamyayê hinekan jî baweriya xwe bi heyîvê anîne. Gelên ereban bawermandên misilmanan heyivê danine ser alayên xwe û heyv bûye sembola ola îslamê.

Her çend roj nîşana ronahî, pakî, dirûstiyêye, heyv jî bi awayê tarî, veşartî, û hêzên reş ve hevseng dikin. Baweriya hemana dualîzmê diafrînin bihevre.. wek YingYanga felsefeya Çînê. Wek jin û mêrê, şev û rojê, başî û nebaşiyê. Wek Hurmuz û Ehrîmanê Zerduştiyê û hwd…

Lîlît xwedewenda heyîvê

Roj heta îro jî ji bo gelê kurd rolek giring girtiye, lê heyv jî her çend erênî nebe jî cihê xwe girtiye, heta îro jî aniye.

Têgehên wek ‘heyvokîbûn’, ‘heyiv pê ketiye’ ‘heyiv lê ketiye’ berê (dibe ku niha jî) din nav civakên kurdan de gelek dihat bikaranîn.

Zarok ji bo ku ‘heyvokî’ nebin, eniya zarokan bi teniya binê beroşkê reş dikirin, gemar dikirin ku zarok xuya nekin, bal nekêşin .Bi teniyê yan xaçek an jî heyvek xaz dikirin  ku zarokên xwe ji heyîvê biparêzin.

Li gor mitolojiya Mezopotamiyan Sumer,  Akkadî, Babylon û Asûrî de xwedavendek an jî cinek bi navê Lîlîth bi şevan derdiket li zarokan digeriya û zarokan  nûbûyî ji xwe re dibir, anjî dayîkên nû zayî ( bı kuştinê) ditirsand. Lîlît cina şevê ye  nîşana wê jî heyiv e. Li gor vê mitolojiyê Lîlît heyivê zaye, û xwedevanda heyiva reş e.

Lîlîth bi vê nasnameya xwe ya neçê ve ketiye pirtûkên İbrahimiyan de jî. Li gor mitolojiya cihuyan an jî pirtûka wan a pîroz Tewratê, jina pêşî ya Adem Lîlîth bûye,ne Hewwa. Lîlîth jî wek Adem bixwe ji axê hatibû afirandin lewra wê xwe hevsengiya Adem didît. Digot em herdu jî ji heman hêmanê û heman demê de çêbûne û di zayendeyên me de nabe ku cudahiyek hebe.  Ne serdestî ne jî bindestî divê hebe. Serî hildide. Adem diçe û giliya Lîlîtê ji Xwedê re dike û Xwedê Lîlîtê ji bihiştê dike der. Lîlît dikeve warê bûnewerên şevê û cinên lanetiyan de, û li wir bi şeytên re dizewice. Xwedê ji vê yekê aciz dibe û dibêje ku dê ew jî zarokên wan ji wan bistîne.Dûre Xwedê ji parsûyên Adem, jinek nû Hewwa diafirîne, ji berku Hewwa parçeyek ji Adem e, herdem serê wê berde tewandî dimîne, heta niha jî serê jinê li ber mêrê tewandî ma ye.

Destê Lîlît dîsa pê nasekine û dibe marek diçe dikeve nav bihûştê da ku çavên Adem û Hewwa bi riya meyveya qedexekırî veke û ji riya xwedê derixine. Pêşî Hewwa meyvê dixwe, dixape, û diçe dide Adem jî. Herdu jî ji bihûştê tên avêtin dawî de.

Piştî nifira xwedê li zarokên wê, Lîlît sondê dixwe ku dê ew herşev derkeve û li zarokên nûbuyî bigere,li ser singa dayîkan rûne, wan fetisîne û zarokan ji xwe re bibe. Ji wê demê ve ta niha Lîlît û heyv ji dayîkên Mezopotamyayî re bûye kabûsek ser singa wan runiştiye. Bi nivişkan, tenîyanbi tiştên cûrbecûr ve zarokên xwe ji Lilita bê aman diparêzin. Zarokên xwe Zarokên ku heyvokî bûne, yan heyiv bi wan ketibe, nexweş dikeve, lawaz dibe, rengê wê/wî diçilmise. Divê ew dem zaroka xwe bibine ba jinek ku bi taybet vê karê dike,û zarokê ji vê belayê bi awayek bifilîtîne.

Lîlît ne tenê li dorê zarokê digere lê dibe bela serê dayîkê jî. Di wan şevên dirêj û tarî de dayîkên nûzayî pirê caran tenê bi bebika xwe re şîyar dimîne.  Yan dimijîne yan dihejine, lê carina bê xwestina xwe diponije di wê demê de Lîlît xwe digehijîne dayîkê yan wek pişîkek an wek meyumûnek an jî wek bûnewerek din û bihata ser singa wê û bifetisanda.

Bibûya kapîskek.

Ev kapîsk ne tenê li malên kurdan an Mezpotamyayiyan digere, ev kapîsk (kabûs) an jî bi kurdî mêrdizme (li gor ferhenga Z. F.) bûye marê reş û li malên hemû Rojhilata Navîn, Hindistanê û heta Ewrûpa, Amerikayê jî geriyaye û hê jî bi wateyên cûda ve, nasnemayên cûda ve digere.

Swêdî ji xewnên ne xweş re dibêjin ‘mardröm’ ango xwewnemar.  ‘Dröm’ ango xew. Mar ji navê Mara tê.

Mara di mitolojiya welatên bakûrê Ewrûpayê de, jinek an bûnewerek mê ye ku bişevan derdikeve li zarokên nûbûyî û dayîkên nûzayî digere ku wan bitirsîne ku wan bikuje. Ev  jî wek Lîlît xwe dike pişîk, meymûn an jî bûnewerk din. Swêdî dibêjin ku ev mitolojiya wan e lê di ingilizî de jî ev heman peyv heye ‘nightmare’ ango mara ya şevê. Di Germaniya/ Almanya ya kevin de ‘nachtmahr’ bikar dianîn. Bi fransî  ‘cauchemar’ Di zimanên slavî wek rusî, polonî, serbî, û heta  romanî de jî  ‘koşmar’ an jî ‘nocni mora’ (şeve-mara) dibêjin.

Mara Hindistan

Çawa em dibînin di gelek zimanên Hindû Ewrûpî  de peyva mara,mar derbas dibe. Baş e ‘mara, mar’ tê çi wateyê, û ji ku tê?

Mara ew  rewş e ku mirov dike bixeniqe, bifetise, nikare bêhna xwe vede, mirov dibêje qey dê bimire, xov dikeve nava mirov. Rewşek wek nêzikê mirinê ye.

Peyva Mara bixwe peyvek hindû/sanskriti  ye û navê xwedewenda, cina mirinê,mirandinê ye. Li vir jî xwestiye dildariyê bi Sîdarta re bike da ku xwe negihîne Nîrvanayê, bihûşta Budîstan. Li gor Budîstan hemû xirabî, teşqele, bela, karesatan  Mara li ser Budîstan de dibarîne.

Bi saya serê çîrokên devkî yan jî bi nivîsên bizmarkî heta niha ev mîtên han li dinyayan geriyan e û ketine nav çanda civakên cûda cûda û nasnameyên cuda cûda wergirtine. Çîroka Lîlît heta îro jî di çanda nûjen de jî wek felsefeya jinên mafperest, femînizmê  de rojane tê bikaranîn. Lîlît serdestiya mêrê xwe nepejirandibû û serî rakiribû, ji ber wê jî hatibû tawanbar kirin û cezakirin. Lê dîsa jî wê serî netewandibû û gefa tolhildanê xwaribû.  Ser jî ketibû, wek merdezimek li ser singa me hemûyan cihê xwe girtibû  û herwuha  ji bo jinên haydar û zana jî bûbû pêşeng û nîşana azadiya jinan.

Îro sembola hemana Lîlît, navê Lîlît li ser kovaran,rojnemayan leyiskên şanoyan, di meşên dijê tundutujiya mêr li ser jinan li  navê wê deng dide.

Sembola heyîvê, ya LîLîtê

Tolhildana Lîlîtê berdewam e…

 

 

 

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev