Stoaparêzî: Felsefeya Mirovên Wêrek

Stoaparêzî: Felsefeya Mirovên Wêrek

Ferhat Dayan

 

Mirov dikare bibêje ku Stoaparêzî girîngtirîn felsefeya serdema Helenîstîk e û heke em bibêjin bandûra Stoaparêziyê heya roja me a îroyîn jî domdar e, ewê ne gotinek şaş be ji lew re; gelek mishefên ku ji teref nivîskar û ramangirên ji serdema me ve hatiye nivîsîn ku, em dixwînin bêhna Stoaparêziyê bêhemd mejiyê mere dagir dike.

 

Afirînerê dibistana Stoaparêziyê Zenon e. (ev ne Zenonê ku beriya Sokrates jiyaye, ev Zenon ê Qibrisî ye) Îja madem afirîner Zenon e ka em çima ji vê ekolê re nabêjin Zenonparêzî lê em dibêjin Stoaparêzî? Çimku Zenon derzên xwe yên felsefeyê li “Stoa poikile” yê dida. Stoa tê wateya cihê bazar a bi sitûn ku bi wêneyan ve hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê jî, ji alî gelên Yewnan ve bi vî şiklî hatinin binavkirin. (ji dibistana Kynîkan/kûçikan bişanstir in! gelê Yewnan jî mîna Kurdan ecêb in gidî, çi navan li hev dikin!) Zenon (336-264) lawê tacîrekî bûye. Di 314an de tê Atînayê û li vir pirtûka Xenophon “Bîranînên Sokrates” û pirtûka Platon a navdar a bi navê “Parêznameya Sokrates” dixwîne û rêwitiya wî a felsefeyê dest pê dike.

 

Stoaparêzî bi Kynikîzmê ve girêdayî ye, heya mumkun e ku meriv bibêje bingeha felsefeya Stoaparêziyê Kynikîzm bixwe ye. Lêbelê ji hîn xalan ve ji Kynikîzmê vediqete meselen mîna Kynîkan ji binî ve her tore, adet û yaseyan red nakin berevajî tore, adet yan jî yaseyên bi xwezayê ve, ne nakok bin dipejirînin û lê xwedî derdikevin bi vê jî mirov dikare bibêje Stoaparêzî ji hêlekê ve jî Panteîst e û aliyê xwe yî panteîzmê jî, ji Herakleitos ve digire, Herakleitos bo dibistana Stoaparêzan her tim cihekî girîng girtiye.

Zenon felsefeyê dike sê beş: mantiq, fizîk/metafizîk û ethik. Zenon ji wan her sê xalan felsefeya xwe bi giranî li ser ethik/ehlaqê ava dike lêbelê ji bo bi bingehek zanistî “ehlaqa” xwe ava bike pêdivî bi fizîk û mantiqê ve jî dibîne her weha bi vê yekê ve jî, ji felsefeya Kynîkan dûr dikeve lê nêzî felsefeya Sokrates dibe.

Piştî vê pênaseya kurt îja ez dixwazim werim ser fikrên wan î li ser jiyana mirov ya rojane. Stoaparêzî mîna dibistana Kynîkan kilîda bexteweriya mirovan bi jiyanek sade ve girêdane. Pere û dewlemendî ne nanê ruhê mirovan e û ti carî nikare mirovan bextewer bike. (Mîna ku min di paragrafa ewilî de gotibû bandûra vê felsefeyê domdar e, meselen; Ludwig Wittgenstein ku belbî girîngtirîn felsefevanê sedsala bîstemîn e jiyanek stoaparêst jiyaye, mîrasa ku ji alî bavê wî re, jê re maye li nivîskar û şaîrên wê demê belav kiriye her weha bi mirina Wittgenstein ve li dû wî ji bilî doşekek û pirtûkên wî ti tiştek nemaye)

 

Kynîkan jiyana mirovan li ser dijberiya xweza û medeniyetê ava kiribûn yanî tişta xwezayî baş e lê tişta ne-xwezayî xerab e. Stoaparêzan jî gotine tişta ku aqilan e/xwezayî baş e û tişta ku ne-aqilan e/sûnî ne baş e yanî hema hema eynî nêrîn e. Li gor Zenon tekan e riya bexteweriyê erdem e, erdem bi tena serê xwe bo bexteweriyê bes e; ji bilî erdemê şan û şohret, dewlemendî, tenduristî heya jiyan bixwe jî pûç û bêwate ye û jixwe întixar bo Stoaparêzan tiştekî ji rêzê bûyanî her kesê ku bixwesta mafê wî yî xwezayî û reva bû ku dawî li jiyana xwe bianiya, ev nêrîn aliyê wan î Sokratî nîşan dide, ma ne Sokrates gotibû “felsefe bi kêrî amadekariya mirinê tê”

Axir Zenonê Qibrisî ku afirînerê Dibistana Stoaparêzan jî întixarê hilbijart û bi destê xwe ve dawî li jiyana xwe anî.

 

Çavkanî: https://ferhat-dayan.niviskar.org/stoaparezi-felsefeya-miroven-werek.html

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev