
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji malpera me ra nivîsîye:
-Ev komek nû ye û ji çend gencên kurd yên edebîyathez pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.
Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.
Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê ewê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…
Em îro beşa pêşin duduyan a ji hunerê helbestvanîyê yên du kesên ji vê komê – Xelîlî û Ronahî – raberî we dikin. Beşa pêşin me berî demekê çap kiribû.
Helbestvan ev kes in:
Tahir Dînarî
Soran Amed
Arif Selçuk
Memê Miksî
Qasimê Xelîlî
Ronahî
G u l d e s t e
Here heca Laleşê ji bo tobê
Gurmegurma peyvên min arê sobê
Kî ji xwe razî ye ha bila ho bê
Lê tirs dikim heyf î tê bibî xwelî
XELÎLÎ
Heke bibim xwelî jî welî me ez
Şair û xweşbêjê vî gelî me ez
Ji nav sed kesên wek te belî me ez
Bifkê bila sar nebe şorbeya te
RONAHÎ
Şorbeya min ji wî şîrê vî gelî
Ne bi pifan bi wî arê di dilî
Dikele venamire kekê welî
Şîrê min ê helal zimanê min e
XELÎLÎ
Te ziman dirêj bûye ez ê jêkim
Navê hunera te elîfbêtk lêkim
Têr bikenim û henekên xwe pêkim
De yayladan gel qasimo yayladan
RONAHÎ
Yayladan gel çi ye îcarê gidî
Qey xilas bû kurdîya te egîdî
Netirse eslanim ma hê te çi dî
Were meydanê şûrê xwe siqa ‘ke
XELÎLÎ
Siqakirî ye şûrê min ka were
Nadim bi hunera te du pûl pere
Eslanim tu hê nû yî ka vegere
Here û xwe di nav refê beqa ke
RONAHÎ
Weyla beq vereşe bi şi’ra te de
Bi xêra te şi’ra me bû beqzede
De ka lo parîyekî li ber xwe ‘de
Baq ne beq in mijara me huner e
XELÎLÎ
Hunera te huner ba ev çi beq bûn
Mjiara te her kesên wek min deq bûn
Li dû te her amenna û seddeq bûn
Dev ji vî karî berde rebenê min
RONAHÎ
Rebeno rebenî ji kê re ben e
Dizanim ne ben im xuya ye sen e
Li vir xitimîm qafîye tune ne
Hunera xwe here bi dar ve bike
XELÎLÎ
Waye te bi darve kir kindira xwe
Şemitiyî tu li ser gindira xwe
Tirkî destpê kir rahîje girra xwe
Û here ji vî gundî xeşîmê min
RONAHÎ
Xeşîm im ez ya rastî li bara te
Berberîya bi te re tew bê wate
Bibore min dirêj kir ta em kate
Esasen aslinda heyranê te me
XELÎLÎ
Heyran ew kesê li te ne heyran e
Para wî tim bobelat û qeyran e
Li hezkerê te ev dinya seyran e
De hadê iyi gêceler canê min
RONAHÎ
Riataza