Mixabin, ev çîrokeke rast e…

Mixabin, ev çîrokeke rast e…

Yaqûb Kurmanc

 

Ji bo ku min bi zimanê farisî nizanibû bixwînim û binivîsim, ez hatim îşkencekirin.

Dema ez şeş an heft salî bûm, yekem car bû ez çûm dibistanê û min dest bi xwendin û nivîsandinê kir û bi awayekî fermî ez perwerde dibûm.

Min li gund dixwend, gundê me gundekî biçûk bû û dibistana gund gelekî bê ser û ber bû û mamosteyên me jî ji kurd û azeriyan pêk dihatin.

Zimanê ku em hîn dibûn ne zimanê me ê zikmakî bû, ew farisî bû. Me qet bi farisî nizanibû biaxivin û gelek nav û gotinên farisî li ba me biyanî bûn û me jê fêhm nedikir.

Mamosteyan bi darê zorê em hînî zimanê farisî dikirin û digotin ev qanûna dewleta me ye û divê hûn bipejirînin.

Ji bo me pir dijwar bû û me digot em bi kurdî mezin bûne û hê çîrok û lorîkên dayikên me di guhê me de ne û çawa dibe ku em bi farisî perwerde bibin.

Dema me tiştek nizanibû, mamosteyan bi çilpî û şivên terr em îşkence dikirin û me ji tirsa wan nikaribû bi dengekî bilind jî bigirîn û tenê me di ber xwe de dikir îskeîsk û ricaf diket bedena me.

Rojekê tê bîra min, min pola sisiyan ya seretayî dixwend. Mamostayê me kesekî azerî bû û zimanê wî baş nedigerî û mirov ji gotinên wî baş tê nedigihîşt. Lewra dema peyvek bilêv dikir, ji me dixwest em jî wê peyvê bilêv bikin. Lê min fêhm nedikir ew çi dibêje û min bi şaşî ew peyv dianî ziman. Ji ber hindê wî sîleyek li min da û hindik mabû guhê min kerr bibe.

 

Ez çûme malê û min tehemûl nekir û min bi dayikê re got. Dayika min pirr qehirî û çû dibistanê û hişyarî da mamoste û got: -Çi mafê te tuneye ku tu ji bo çend peyvên biyanî lawê min îşkence bikî.

Ji wê rojê şûnde ew mamoste hinekî rûnerm bû û wekî berê em îşkence nedikirin.

Me bi dijwarî asta seretayî qedand û ji bo asta navîn û amadeyî me berê xwe da bajêr û me li dibistanên şevûrojane ango leylî ên bajarê Makûyê xwendina xwe berdewam kir.

Li wir jî em rastî pirsgirêkan hatin.

Bajar di destê eceman, ango azeriyan de bû û wê demê civaka kurd hê ewqasî pêşketî nebû û piranî di gundan de dijiyan. Lewra hemû mamosteyên me yên bajêr azerî bûn û ew bi zimanê azerî diaxivîn û bi zimanê xwe ji bo me ders şirove dikirin. Em şagirtên kurd mecbûr diman ku xwe fêrî zimanê azerî jî bikin, da ku em ji dersê fêhm bikin.

Gelek caran heqaret lim e dikirin û me hest dikir ku em bindest in û em diçûn ku derê, li wir em diketin bin bandora ziman û çanda wan.

Li bajêr jî gelek caran ez îşkence bûm.

Ji ber ku mamostayê pirtûka Zimanê Farisî ji min daxwaz kir ku ez di ber xwe de helbestek bi zimanê farisî bibêjim, lê min nikaribû ji ber ku ji bo min dijwar bû.

Dema min daxwaza wî pêk neanî, ew pir bihêrs bû û bi derbên dest û lingên xwe ez îşkence kirim. Wisa derb li min da ku şûna tiliyên wî di rûyê min de mabûn.

Sal û zeman derbas bûn, da ku min ji ber pirsgirêkên aborî û civakî dev ji xwendinê berda. Lê min hewl da ku rêya rastîn û heqîqetê hilbijêrim û ew jî ev bû ku min biryar da ku fêrî zimanê kurdî bibim û xwe bi zimanê kurdî perwerde bikim.

Destpêkê pirr dijwar bû lê ez bûbûm evîndarê zimanê xwe û min digot çi dibe bila bibe divê ez bi zimanê kurdî bixwînim û binivîsim û ew jî bertekek bû li hemberî ew hemû îşkenceyên ku min bona zimanê farisî dîtibû.

Erê ez îro bi zimanê kurdî dinivîsim û ji hemû Kurdistaniyan rica dikim dev ji zimanê kurdî bernedin û şanaziyê bi zimanê xwe bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev