
KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU’L-ERDYA IBIN HEWQEL DE
Ji weşanxaneya “Apec Tryck & Förlag AB” li Stockholmê pirtûkeke nû hate weşandin di bin navê “KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU’L-ERDYA IBIN HEWQEL DE” ya lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm.
Bi hûrbîniyeke balkêş Ibrahîm İbrahîm dixwaze pirtûka SÛRETU’L-ERDYA IBIN HEWQEL analîz bike û bi taybet wargehên kurdan bişopîne. Di peşgotina pirtûka xwe de lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm diyar dike ku wî ji mêj ve pirtûkên erdnîgarî û yên cîhangeran dişopandin, ew pirtûkên di serdema islamî de bi destê cîhanger û bazirgan û erdnîgarnasan hatine nivîsandin, naverokên wan pir bala wî kişand nemaze hin bûyerên dîrokî û civakî ku pirtûkên dîrokê bi xwe jî behsa wan nekirine, ya giringtir dema ku behsa kurdan û wargehên wan dikin, rola Kurdan di şaristaniya rojhilat de berz kiribûn di pirên serdeman de.
Pirtûka Sûretu’l-Erd wateya wê bi kurdî wêneya zemînê ye, ew ji wan pirtûkên giring bûn ku nivîskarê wê Ibin Hewqel pir geriyabû li herêmên dewleta islamî û ji derveyî wê ve jî, di gera xwe de pir milet, qebîleyên, olên, û mezhebên rengereng dîtibûn an jî nas kiribûn, di nav wan de miletê kurd bû jî.
Ibin Hewqel ji cîhanger û erdnîgarnasên din bêhtir behsa kurdan û wargehên wan kiriye û bi piranî û bi rengekî balkêş jî, ev bû sedema ku navnîşana semînerê bibe Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu’l-Erd de ya Ibin Hewqel.
Di nivîsandina lêkolînê de dihate xwestin ku em li jêder û çevkaniyên dîrokî û erdnîgarî jî vegerin da em bikaribin rewşa Kurdan a civakî, aborî û siyasî di wê serdemê de (sedsala 4k./10z.) bizanibin, ji bo em bikaribin pîvanekê di navbera nivîsên li ser bûyerên ku bûyîne di Pirtûka Sûretu’l-Erd de û yên di jêderên din de hatine diyarkirin li ser serdema Ibin Hewqel.
Ji wan jêderan pirtûka el-Mesalik we’l-Memalik ya Istexrî (346k./957z. koç.), Ehsen et-Teqasîm fî Me’rîfeti’l-Eqalîm ya el-Meqdisî (390k./1000z.), el-Kamil fi’t-Tarîx ya Ibini’l-Esîr (630k./1233z.), Tecaribu’l-Umem ya Meskewê (421k.1030z.), Tarîxi’l-Fariqî ya Ibini’l-Ezreq el-Fariqî (577k./1181z.), Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî (1005k./1597z.), ji bilî wan jî hin jêderên din, kevin û nû jî, ji yên nû pirtûka el-Kurd we Bîladîhim ‘inde el-Buldaniyîn we’r-Rehale el-Muslimîn ya Hekîm Ehmed Xoşnaw, û el-Îmaratul-kurdiye fî el-Esir el-Buweyhî ya Qadir Mihemed Hesen û tarîx el-Duwel we’l-îmaratu’l-Kurdîye fi’l-‘Ehdi’l Islamî ya Muhemed Emîn Zekî, Buldan el-Xîlafet’iş-Şerqîye ya Kî lêstirêng (wergera wê ya Erebî) , pirtûka Tarîxu’l-Edebi’l-Cuxrafîyi’l-Erebîyî ya Kiratişikoviskî, ji bilî van jî hin jêder û çavkaniyên ku têkildarbûn bi mijarê re. lêkolîn wiha hatiye dabeşkirin :
– Destpêk: Di destpêkê de rola kurdan û beşdariya wan di dîroka rojhilat de hatiye şîrovekirin, di sedema islamî de, herwiha girîngiya pirtûka sûret el-Erd ya Ibin Hewqel di zelalkirina vê pirsgirêkê de.
- Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê beşê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu’l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî şîrovekirina rewşa siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnişînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnişînên kurdan jî hebûn.
- Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu’l-Erd de : Naveroka vê beşê di nav xwe de pêşinyazek hilgirt ji herêmên ku kurd lê belav bibûn li gorî pirtûka Sûretu’l-Erd; (Cezîrê, Ermînya û Azerbeycaan û er-Ran, Cîbal, Faris, Xozistan, Kerman, Xuresan, Îraq), her herêmek bi serê xwe hatiye wesifkirin ji aliyê erdnîgariyê, sînor, rewşa siyasî, navendên şaristanî (bajar, gund,…) rewşa aborî ya kurdan û şêweyên jiyan û civaka wan, hin ji pêwendiyên wan û wesfa erdnîgarî û keş û hewaya wargehên wan.
– Encam: Encamên lêkolînên ku ji gelek xalan pêk tên, kurtebêjeya wê belavbûna kurdan bi firehî li ser gelek herêman di wê dema han de, rengerengbûna civak û jiyana wan (bajarî, gundî, koçer), tevî beşdarbûna wan di aboriya dewleta islamî (çandinî, pîşesazî, bazirganî) de.
Naveroka pirtûkê ji van xalan pêk tê
2.1.1. Cih û Sînorên Herêma Cezîrê:
2.1.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cezîrê de di Sedsala (4k./10z.) de
2.1.2.1. Nakokiyên di Navbera Kurdan û Hemedaniyan de
2.1.2.2. Dewleta Dostikî – Merwanî (345-489k./956-1095z.)
2.1.3. Navendên Şaristaniyê di Cezîrê de û Şêweyên jiyana wan
2.1.3.6. Cizîretu Ibin ‘Umer (Qerdî)
2.2. Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran
2.2.1. Cih û Sînorên Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran
2.2.2. Dîroka Kurdan di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de
2.2.2.1. Desthilatdariya Deysem li Azerbeycanê
2.2.2.2. Mîrneşîna Rewadî (337-463k./948-1071z.)
2.2.2.3. Mîrneşîna Şeddadî (340-595k./951-1198z.)
2.2.3. Navendên Şaristanî di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de
2.2.3.7. Selmas û hin bajarên din
2.3.1. Cih û Sînorên Herêma Cîbal
2.3.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cîbal de (4k./10z.)
2.3.2.1. Desthilatdarîya Eyşanê (300-350k./912-961z.)
2.3.2.2. Mîrneşîna Hesnewêh (348-406k./959-1015z.)
2.3.3. Navendên Şaristanî di Herêma Cîbal de û Şêweyên jiyana wan
2.4.1. Cih û Sînorên Herêma Faris
2.4.2. Belavbûna Kurdan di Herêma Faris de
Ibrahîm Ibrahîm
- Di sala 1971ê de li bajarê Hesekê ji dayik bû.
- Di sala 1997an de li zanîngeha Şamê di beşa dîrokê de lîsans wergirt
- Di sala 1998an li zanîngeha Şamê dîploma Qualification û bisporîya arkiyolojiyê wergirt.
- Di salên (2002-2013)an de li dibistanên Qamişlo mamostê dîrkê bû
- Di sala 2012an de bû endamê damezrandina komeleya Subartu ya guhdan bi dîrok û kelepûrê kurdî dike û serokitya wê du sala kiriye (2012/2013).
- Di sala 2016an de lîsansa bilind (Master) di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Mardînê wergirt.
- Di sala 2016an de bû xwendekarê dektora di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Diclê li Amedê.
- Di sala 2017an de bû endamê komeleya nivsîkarên kurd li Swêdê.
- Di sala 2018an de xelata Cegerxwîn a akadîmî wergirt.
Berhemên wî: Rengvedana dîroka kurdî di helbestên Cegerxwîn de, weşanxana APEC Swêd, 2018
Riataza