
Li Kurdistanê pêşmerge, li Awropayê dîplomatekî bi nav û deng
Kurdish Diaspora
Birêzan, yek ji dilsoz û kedkarê netewa Kurd, cenabê birêz Şêx Zêdo Baedrî ye.
Cenabê wî, xizmetên bê dawî pêşkêşê netewa Kurd dike. Li Kurdistanê pêşmerge, li Awropayê dîplomatekî bi nav û deng e. Xwedê cenabê wî biparêze.
Bi xwe Êzîdî ye, bes yek deqqekî çûdahî nexisti ye nabera ol/dîn. Ji bo cenabê wî, Kurd û Kurdîstan merca yekem e.
Em Kurd dibêjin: “Xeynê çiya kesên me nîne”. Ez bawer im ev gotin ji şervanî ya Kurda tê. Ji ber parastina xwe, me Kurda berê xwe herdem daye çiya. Bes çiya bi xwe rojeva me de çare nîne. Çare bername yên stratejîk in. Yek ji wan jî xûrt bûna xebatên dîplomatîk in.
Di kar û barên dîplomasîyê de cenabê birêz Şêx Zêdo Baedrî girîng in. Her wisa, ji bo êrîşên ser Şingal’ê ji Kurda re dost çê kir.
Seroka gîştî ya Navîna Mafê Mirova COTTBUS, xatun Sylvia Waehling li Alemanya jî yek ji van dostan e ku ji bo çalakîyên xwe yên li Şingal’ê ji Hûkumeta Herêma Kurdistanê diyarî hilgirt.
Li vira, bi dil û canê Kurdîstanî cenabê Şêx Zêdo Baedrî pîroz dikim. Hêvîdar im bi taybet HHK û netewa Kurd qedrê cenabê Şêx Zêdo Baedrî bigre û perkela wî çêke.
Di wêne da:
ji çepê yê pêşin Şêx Zêdo Baedrî, ji rastê ya pêşin xatun Sylvia Waehling.
Riataza