ŞEVA GERDEGÊ

ŞEVA GERDEGÊ

Gelek kes dibêjin:
”Kurmancîya berî çend deh salan li Bakur xweş bû, niha zimanê me li wir lawaz bûye”.
Lê kes nabêje çend deh sal berê li Bakur helbestên ha xweş, tunebûn.
Him jî bi kurmancîyeke ha delal û zelal…
Hema meriv dixweze bêje:
-Madem li Bakur kurdên wek Memê Miksî hene, tê wê maneyê
bawerî bi bahaneyên wek ”dewlet zimanê me qedexe kirîye” neynin.


Memê Miksî

Li vê heyatê zagonek heye
Guhertina wê neb destê me ye

Hinek kes bo vê qeder dibêjin
Ji xeyn vê keko nakin tu pêjin

Hinek jî dibên şans û siûd e
Nenivîsiye bo me ji zû de

Yan jinik law e mêrik kirêt e
Yan mêrik qeşeng jin ar û pêt e

Yan jinik kubar mêrik lixîz e
Yan mêr milayîm jinik serhîz e

Yan jinik kutrom mêrik bilind e
Yan mêrik stuhreş jin mûm û find e

Du serên mîna hevdu werhasil
Li ser balgihek nebûne hasil

Wextê ez zarok li hewşa malek
Guhê min lê bû qise kir kalek

Ji xala wî em nakin tu fêhman
Ya dihate dêv digot ji bo wan

Îcar got: Carek keçeke ezeb
Dane mêrekî saf û bêkezeb

Xuncegula xwe ca bişkivîne
Roja ewil ew ketin nivîn e

Wî cil êxistin ji bona cengê
Wek neterozek rada ser singê

Tariye derdor bê rohn û fener
Zehmet e dîtna şana sipîzer

Qet nizane ka deryê biheştê
Li vî kerê ha navik pir xweş tê

Keçik ji tirsan dengê xwe nake
Lê hindik maye zik li wê kun ke

Westiya mêro got: Ezîza min
Bi lez ketime pir tê mîza min

Çendî ku îşev cewr û cefa ye
Teqez di pişt ra zewq û sefa ye

Karê min hindik maye dizanim
Evê pêlavê dan li ser canim

Ey taca serê gewran û rinda!
Ca navnîşanê ez nekim winda

Te hay jê hebe heta ku têm ez
Dîsa bigirin reqsa cergubez

Mêrik piştî çû li ser destavê
Keçikê jî got hema wê gavê:

Ger pêlav neçe li cihê rastîn
Wê ev kafirbav bibe rihsitîn

Heta mêrik hat ne li ser xêrê
Keçikê pêlav dayêxist jêrê

Dema dubare wî qewimand lê
Qêrînek kete xanî vê helê

Mîna kelehek kirîbe feteh
Zirto digotê vêca bi meteh:

Çawa min hingav gotî te heqqet
Gelo ma eynê wisa derneket?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev