Awirek li ser rewşa rêxistinên Êzdiyan

Awirek li ser rewşa rêxistinên Êzdiyan

Îbrahîm Osman

Bê guman, avakirina mal, komele û rêxistinên Êzdiyan bi şêwazekî modern, bi rêk û pêk, piştî salên 1980 û bi şûnde, bi bandor û piştgiriya tevgêra azadiyê li Ewrûpa destpê kir. Gava destpêkê PKK ê avêt. Pişt re her partiyeke kurd, rêxistineke xwe a Êzdiyan çêkir. Ev rewş nuha jî wisaye.

Kar û xebatên çandî, wêjeyî û lêkolînan, ên li ser Êzdiyan ji hêla ronakbîrên Êzdî de, hê ji mêj de di nava Êzdiyên li Ermenîstanê de hebû. Gelek kar û xebatên hêja ji hêla van ciyanik û ciyamêran ve hatine kirin, ku hêjayî pesindayînê ne. Ev çavkanî heya îro jî wekî ocax heye û diherike. Lê di asta kesan de maye.

Îro bi dehan mal, bingeh, komele û rêxistinên Êzdiyan li seranserî welatên Ewrûpayê ên cûda hene. Her yek ji vana navek li xwe kiriye û Xwedêgiravî tev ji bo Êzdiyan xebatê dikin. Lê ev mal û komele, tev jî mîna kopiya partiyên kurd in. Ji ber ku her yek ji vana bi partiyeke kurd ve girêdayî ye. Ji van rêxistinan yeke bi tenê jî serbixwe nîne. Destûra gişan ji partiyaye. Ên ku dibêjin em serbixwe ne, ew in ên ku dibêjin qewmiyeta me Êzdî ye û em ne kurd in. Ew jî diyar in, naskirî ne û tê zanîn ku li ber kîjan melodiyê direqisin û armanca wan çiye. Lê mijara vê nivîse ne ew e ku kî bi ku ve girêdaye. Na. Lema kurt dibirim.

Rastiyek zanistî heye ew jî ev e. Eger bingeh û asasê avayiyekê çawa were danîn, dîwarê ku li ser bilind bibe jî wê li gorî wî asasî be. Bi qenata min hîna di destpêkê de rikna van rêxistinan şaş hate danîn. Ji ber wê ye ku tu ferqa rêxistinên Êzdiyan ji partî û tevgêrên kurd nîne. Lema her dem atmosfera siyaseta kurd çawa be, a tevgêr û rêxistinên Êzdiyan jî wisa ye. Tu tevgereke Êzdiyan a serbixwe nîne. Êzdî kurd in, helbet dê têkiliyên Êzdiyan bi partiyên kurd re hebin. Ev ne xelet e. A xelet ew e ku bi nav xebata Êzdiyan dikin, lê di rastiyê de karê partiyan dikin. Tu serbixweyiyek û xweseriyeke wan a taybet nîne. Bêyî destûra partiyên xwe yek gaveke bi tenê jî navêjin. Qaşo rêxistinên olî ne. Her yek milîtan û kadroyê partiyeke kurd in ên ku vî karî qaşo ji bo Êzdiyan dikin. Ji ber vê ye ku wezîfeyên xwe ên bingehîn an taloq dikin an ji bîr dikin.

 

Pirsa ku destpêkê ji van rêxistinan Êzdiyan were pirsîn çiye?

Belê ev 30-40 sal in ku hûn bi navê Êzdiyatiyê kar û xebatê dikin. De ka em binêrin bê ji bilî kirîna avahiyên ciyê şîn û şahiyan pêve, gelo we imzeya xwe li binê kîjan kar, xebat û berhemên dîrokî xistiye? Di hêla dîroka ola Êzdî de, teolojî û felsefeya vê ola qedîm de, di hêla çand û şîroveyên qewlan de, di derbarê têkiliyên Êzdiyatî û Zerdeştîyê de we çi lêkolîn kirine, hûn gihîştine çi encaman û we çi berhem afirandine?

Tê zanîn ku ji sedema her tiştên Êzdiyan devikî ye, qewl û dua û nêrînên wan jî ji hev cûdane.

Gava hûn li van salên ku we li pişt xwe hîştine dinêrin, gelo hûn ji dîwarên xaniyên beton pêve çi dibînin? Ji bîr nekin ew xanî ne mayinde ne. Helbet ew jî lazim in, lê tiştên ji wan pêştir hene.

Helbet ciyê rêzgirtinêye ku we karên gelekî hêja jî kirine, rêzdarno, lê we karê xwe yê bingehîn ji bîr kirîye, hûn bi dûv tiştên din ketine.

 

Karê we ê bingehîn çiye?

Divê beriya her tiştî, hûn rastiya ola xwe derxin holê, xweliya li ser heqîqetê bidin aliyekî û dîroka vê ola qedîm ji nûve binivisînin. Karê herî pîroz ku hûn bikin dê ev be.

Mînak, çawa dengbêjên kurd romana kurdî bi devikî heta îro anîn û îroj roman bi xwe xwe dinivisîne û giyaştiye asteke baş, dîrok û rastiya ola Êzdî jî ji ber tevkujî, zulm û qedaxeyan bi devkî ji nifşan derbasî nifşan dibe. Di her dewirkirinê de jî kêmasî û şaşîtî çêdibin. Beriya her tiştî lazim bû we ev xebata bikira. Dîroka ola xwe binivîsanda. We ev nekir.

Çil sal in ku hûn xebatê dikin, lê mixabin ku hîn hûn tiştekî rast ji dîroka ola xwe nizanin. Wekî min li jor jî daye diyarkirin, têkiliya Êzdiyan û Zerdeşt, rola Şêx Adî di ola Êzdî de hewceyî zelalkirinê ye. Milyonên ku we li xaniyan dane eger we ribeke wê bida lêkolînê akademîk, diyariya herî pîroz ku we ji zarokên xwe re bihîşta dê ev bûya. Lê mixabin.

Binêrin di mistewayeke gelekî baş de kesên xwende û têgihîştî, akademîsyen zana di nava Êzdiyan de çêbûne. Ji vana çend koman çêkin, mesrûfên wan bigrin ser xwe, kar bidin ber wan, dê xebateke baş bikin.

Di encamê de divê ez bibêjim ku romana min a bi navê “Evîna Mêrxasekî” ku beşekî biçûk e ji dîroka qehremaniya Êzdiyatiyê, hîn di nava we de qedexe li ser e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev