Dijminê Hişmendiyê Vîrus

Dijminê Hişmendiyê Vîrus

Sedsala 21an sedsala Kurdan e

 

Ferhad Alan

 

Di dîrokê de gelek netew gelek caran zordestî dîtine, hatine kuştin. Lê bi gelemperî ji ber endamên dewlet, keyanî û împaratoriyan bûn an li pey ol û îdeolojiyan bûn hatin kuştin. Lê kêm netew ji ber rengên netewên xwe bûne mebest ji alî împaratorî, keyanî û dewletan. Ji ber rengên netewên xwe hatine kuştin, çanda wan hatiye talankirin û bûne goriyên jenosîdan. Yek ji wan ên herî girîng Kurd in. Kurdan di dîrokê de gelek caran bindestî, zordestî dîtine, hatine kuştin.

 

Pişti Şoreşa Fransiyan ya sedsala 18an (1789) hestên netewperestî derketin pêş û gurr bûn. Di sedsala 20an de hestên netewperestî li hemû dinyayê belav bûn û Kurd jî di navbera çar dewletên netewperest de perçe bûn. Her çi qewimî piştî vê perçebûnê qewimî. Ev bûyer û kirû (olgu) hişt ku sedsala 20an ji bo Kurdan bibe sedsala herî tarî. Kurd ji alî dewletên dagirker, rejîmên zordest ve hatin kuştin, bûn goriyên jenosîdan, malên wan hatin wêrankirin, çanda wan hat talankirin. Bi rêya ol û îdeolojiyên bêkêr bi genetîka wan lîstin û xerabkirin. Lê dema ev tişt kirin berî her tiştî xwestin zimanê wan tune bikin û qedexe kirin. Ji ber ku armanca wan tunekirina netewekê bû. Netew bi hişmendiyê hene û dijîn. Hişmendî jî bi rêya ziman li ser lingan dimîne. Dema Kurdî tune kiribûna ewê bingeha Kurdbûnê ji kokê de xerab kiribûna. Ji ber vê yekê yekem dijminê wan ziman bû.

 

Ji bo meriv vî tiştî zanibe hewce nake meriv here Çînê lê Konfuçyuz jî di wext de ji Çînê bang kiriye û gotiye: “Heger hûn bixwazin netewekê tune bikin, zimanê wan tune bikin.”

 

Xwedêgiravî li gor zanistê sedema nexweşiya Alzheimerê pirsgirêka kromozoma 21an e. Ger di 14 genên di hundirê kromozoma 21an de pirsgirêkek biçûk derkeve ew pirsgirêk dibe sedema Alzheimerê. Li gel vê agahiyê di mîtolojiya Kurdan a Newrozê de Keyayê zordest Dehaq mejiyên Kurdan weke xwarin daye ajalên xwe. Kawa di roja 21ê Adarê rabûye serhildanê û gelê xwe yî mîna bi Alzheimerê ketibûn hişyar kiriye.

 

Îroj di sala 20an a sedsala 21an (2020) de vîrusek derketiye. Xwîn ketiye çavê vê vîrusê, mîna ew dewletên dagirker û rejîmên zordest dijminaniyê bi însanan dike. Lê dijminê wê yên esil mirovên pîr in. Pîrbûn stargeha kevneşopî û çandê ye. Pîrbûn hişmendî ye.

 

Tunekirina pîran tunekirina hişmendiyê ye.

 

Sedsala 20 an sedsala herî tarî bû ji bo Kurdan mîna roja berî 21ê Adarê. Îroj di sedsala 21an de mîna dewletên dagirker û Dehaqan vîrusek derketiye. Roja 21ê Adarê Kawa serî hilda û deshilatdariya dijminê hişmendiyê Dehaq bi dawî kir. Ez hêvî dikim ku zanist ê vê vîrusê û Kurd jî dijminên xwe têk bibin. Ji ber ku êdî wext hatiye. Ji ber ku sedsala 21an mîna kromozoma 21an pir girîng e. Çareserî nebe, êdî ewê Kurd bi Alzheimerê kevin û tune bibin. Sedsala 21an sedsala Kurdan e.

 

TENÊ RÊYEK HEYE EW JÎ NETEWPERESTÎ YE!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev