Kurtenêrînek li ser dîroka nêzîk ya nifşa me

Kurtenêrînek li ser dîroka nêzîk ya nifşa me

Şemsettin Işıklı

 

Ez dixwazim li ser dîroka me ya nêzîk ya vê pêncî saliya dawîn û li ser nifşa me ya di siyaseta kurd de hinek rawestim. Ez ê li gor xwe, li gor qapasiteya xwe û li gor bîr û baweriya xwe wek rêzenivîs lê kurt binivîsim. Di rastiyê de ez ê dîrok nenivîsim, jixwe mebesta min ne ev e. Ez ê meraq û pirs û guman û heyfên xwe bi we re parve bikim.
Ji ber çi?

 

1- Ji bo ku ev pêvajo hîn neqediyaye û didome. Lê baş nehatiye hêjandin. Em ê çi ders ji vê pavajoya netemambûyî derxin?

 

2- Nifşa me di siyasetê de ne biserketî ye lê têkçûyî ye.Herkes pesnê xwe û tevgera xwe dide lê qet behsa têkçûyînê nake.

 

3- Di eslê xwe de ev pêvajoya ku didome sê demên bingehîn di xwe de dihewîne. A- Berî 1980yî. B-Piştî 1980yî C- û piştî 2000î( ev dem hinek niqaşbar e.) Di van deman de di warê fikrî de û di warê rêxistinî de pir tişt hatine guherîn. Ev guherîn çi ne?

 

4- Berpirsiyarên vê têkçûyînê diyar in lê kes naîne ser xwe û hevalên xwe. Kesî hesab nepirsiye û kesî jî hesab nedaye. Ev çawa dibe?

 

5- Hin ji van berpirsiyaran hîn jî di warê fikrî de bandor li fikriyata kurdewariyê dikin. Lê çawa? Erênî ye an neyînî?

 

6- Siyaseta kurd berî 1980yî hema hema bi tevayî kurdistanî û serxwebûnxwaz bûn lê niha?

 

7- Siyaseta kurd îro bi giştî axa kurdan kirine mijara niqaşê. Îro bi giştî mejiyê siyaseta kurd tevlîhev e. Ji bo piraniyan ne kifş e ka di nav sîstema dewletê de difikirin an ji derveyî wê difikirin. Têgiha ‘kurdistaniyê’ bi kar tînin lê ev peyv di hişê wan de ne zelal e.

 

8- Em mecbûr in xeta siyaseta kurd li gor heqîqeta milet û axa wî ve ji nû de terîf bikin.

 

Di sê nivîsên pêşîn de ez ê bi rêzê ve behsa Omer Çetîn, Murat Ciwan û Orhan Kotan bikim. Û dê bidome.

 

Omer Çetîn

Min navê Omer Çetîn çawa bihîst baş nayê bira min. Lê wek serokê tevgerekê ji min re hatibû gotin. Ez jî bi vê tevgerê re bûm lê mixabin min ji ne hevalên xwe lê ji yên derveyî hereketê ev nav bihîstibû.

Min tu gotar an nivîsên vî camêrî nedîtiye û nebihîstiye ku li tu derê axivîye. Çawa civînên rêxistinî saz kiriye nizanim, di civînan de çi gotiye çi analîzên wî hene nizanim. Lê wê demê di hişê însanan de wek lîder bû. Lîderekî payebilind û razdar bû.

Dûre piştî 1980yî min bihîst ku rêxistin parçe dibe û ew jî wek terefek tevdigere. Û paşê li Diyarbekirê tê girtin. Di îfadeyên xwe de çi dizane bê zehmetî dibêje. Teslîm dibe û wek lîderekî helwêst nagire. Ji bo vê helwesta wî, pêşî DDKDyî di zindanê de ew tecrît dikin. Dûre çawa dibe kes nizane Omer Çetîn dîsa dibe ‘abê’

Em li dor salên 2000î dîsa Omer Çetîn di sahaya siyasetê de dibînin. Her wekî tu tişt nebûye û neqewimîye hemû kes li dor wî diçin û tên û qedrê wî digirin û wî dawetî civînan dikin.

Bi qasî texmîna min Omer Çetîn di warî fikrî û teorî de ewqas bi hêz nîn bûye. Di piratîkê de pir li sahayê nîn e. Rasterast tu bandoreke wî ya teorîk li ser tu kesî tune ye û di warî rêxistinî de jî têkiliyên wî yên xurt tune ye. Lê ‘abê’ ye, ‘axa’ ye û hergav di statûya ‘lîder’ de ye.
Di serê min de pirs ev in: Kesaniyeke wî ya bandorker heye, ev ji ku ve tê? Berpirsiyar û têkçûyî ye lê tu kes hesap jê napirsiye û wî jî tu hesab neda ye, ev çawa dibe?

Lîderekî têkçûyî ye û her kes wî li ser serê xwe digerîne jê re bi hurmet e. Ev ji min re xerîb xuyaye û dixwiyê.

Ew hereketa ku ez ji bo serxwebûna welatê xwe, ji bo azadiya miletê xwe tê de bûm, hêvî û baweriya min pê hebû û Kurdistaneke Yekgirtî û Serbixwe armanca wê bû, dûre min dît ku serokê hereketa min di partiya Şerafettîn Elçî de cî girtiye. Yanê di partiyeke yasayî ya di nav sîstema tirk de wezîfe standiye.

Bê guman ev ji bo mirovekî ji rêzê pêkan e lê ji bo yekî ku bi salan lîdertiya tevgereke şoreşker kiribe ne normal e ji ber ku doza miletekî jê tesîreke neyînî hiltîne û hilaniye.

Ked û jiyana nifşekê berhewa çû, fedakariya nifşekê bê berdêl ma û doza miletê kurd şikest xwar. Û bi hezaran keç û xortên kurd bê hêvî man û şoreşa me, şoreşa miletê me paş ket.

Bê guman berpirsiyarên vê şikestê em hemû ne lê bi taybet ew kadro ne yên ku di serokatiyê de bûn û bi taybet jî yên ku lîder bûn wek Omer Çetîn.

Bê guman ev şikest di warê fikrî te tehrîbatên mezin çêkiriye û çêdike.

Hişmendiya Neteweyî ji serxwebûnê ber bi hişmendiya entegrasyênê ve ziviriye. Ji ber wê jî em mecbûr in ku li dij hişmendiya entegrasyonê helwêst bigirin û hişmendiya serxwebûnxwaziyê ji nû de bi cî û bi hêz bikin.

Dê ev têkoşîna me bidome.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev