ŞAKIRO, GULA BER CEFAYÊ

ŞAKIRO, GULA BER CEFAYÊ

Muqades Agirî, rojnameger/nivîskar

 

Nivîskar, mamoste Zerdûşt, di pirtûka xwe ya “Şakiro Gula Ber Cefayê” de kevneşopiya dengbêjiyê ya civakî, dîrokî û çandî bi zimanekî edebî û jînenîgarî pêşkêşî xwendewanan kiriye.

Nivîskar di pirtûkê de bi karakterê dengbêj Şakiro çand û jiyana kurdên Serhedê bi zimanekî serkeftî şîrove dike û radixe ber çavên xwendewanan.

Şert û mercên giran ên zivistanên Serhedê bi şevbihirkên civakê bi kilamên dengbêjan ve xemilandiye.

Civaka Serhedê bi dewatên wan, xemgîniyên wan, xewn û xeyalên wan di dinya ya wan de bi xwendewanan daye hîskirin û nasîn.

Di wan şevan de hey zurîniya kelban dihatin ji quncikên derê malan, hey yên gurên hov û birçî ku ji ber giraniya birçîbûna zikên xwe, berjêrî nav gundan bûbûn. 

Dem dihat çîrokên wan xilas dibûn, şev xilas nedibûn. Kilam nediman êdî ku werine gotin, dawiya nesîhet û gotûbêja dihat, xewa mezinan, yên xortan dihat, dawiya şevên zivistanan nedihat. 

Nivîskar teswîra erdnîgariya Agiriyê wekî dîmenên zindî pêşkêşî xwendewanan dike. 

Gava ku meriv, êvarek tarî de ji kuleka çaviyek yan jî ji pencereya odeyek li derva binhêriya, merivê bigota qey ew libên gir yên berfê di ezman de asê mane, sekinîne.

Nivîskar di romanê de li ser karên çandiniyê jî berfirehî rawestiyaye. Debara şêniyên Serhedê zêdetir genim, gîha û xwedîkirina pez e. Komxebata şêniyan û axaftinên di navbera wan de bi zimanekî çîrokî ji xwendewan re vegotiye.

Piştî gîhadirûnê, wexta nandirûnê hat. Tirpankêş îcar dest bi çinîna nan kirin. Zeviyan dirûtin, bar kirin anîn li bêderên xwe danîn.

Di pirtûkê de gotûbêja di navbera Evdalê Zeynikê û Gula File de, agahiyên dîrokî û balkêş derbas dibin. Û di cimeata Kurdan de Gula File kilaman dibêje ev jî azadiya jina Kurd wekî hûrguliyek radixe ber çavan.

De rêbaza dîwana dengbêjane, gava ku yekî xerîb yan jî mêvanek tê, dengbêj dizivire ser, bi kilamkî gumana xêrhatina xwe pêşwazî dike û selama Xwedê texsîr nake. Gulê jî vî qaydê bi cih tîne û berê xwe dide Evdal.

Nivîskar vexta ku Şakiro kilaman dibêje hîsên guhdaran gelek rûpelan de bi awayekî hostatî tîne ziman. Meriv bi hêsanî dikare empatî dayne.

Kilamên ku ji dil û kezeba hildihatin, dibûn rûbarên hîs û zîza, dirêjiyan ser dengê Şakiro, her xwe didan der, dibûn çavkaniyên xemgîniyan…

Wexta ku min romana “Şakiro Gula Ber Cefayê” xwend pê re çûme Serhedê, Agiriyê ketim odeya cimeatan piştî karên rojane di civaka wan a germ de ser mînderekî rûniştim. Wexta pişta xwe da belgiyan westandina min a rojane xilas bû. Li ber sobeya sergînan min jî destê xwe germ kir li benda çaya ser sêniyê sekinîm.

Di zivistanên reş û dirêj de cemidîm. Giha dirûna şêniyan de westiyam.

Di rûpelan de di nav zozanên berfireh, çiyayên biheybet ên Serhedê de geriyam.

Min bêhna pung, cehtirî û xwezaya paqij kişande cîgerên xwe. Ji Avên çemên zelal bi kulman av vexwar. Çûme zarokatiya xwe, min milên xwe vekir ji deştan xwe berda berjêran.

Romaneke serkeftî ye, tema çand û dîroka Kurdan jê tê, divê bê xwendin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev