
Ûmîd Demîrhan, lêkolîner
Di zimanê kurdî de rewşa bêzimaniyê bi çend peyvên wekî “lal”, “lalûte”, “lal û tat” tê şîrovekirin. Her wiha peyv û biwêjên wekî “zimanfisek”, “zimangiran” û “bi serê zimên diaxive” jî nexweşiyên zimanî yên xwezayî rave dikin. Ji aliyekî din ve peyv û biwêjên wekî “zarşirîn”, “zarxweş” “zimanxweş”, “zimanşirîn” “devmirî”, “zimanbaz”, “zimançepel”, “zimandirêj”, “zimankurt”, “zimanpîs”, “zimanreq”, “zimanşayîk”, “zimansist”, “zimantehl”, “zimantûj”, “zimanzelal”, , “ziman di dêv de bûye kulav”, “ji zaran ketiye” “dev lê ketiye hev” û “di axaftinê de dianiqe (bi dijwarî diaxive)” jî rewşên erênî yan jî neyînî yên bikaranîna zimên nîşan didin.
Wekî ku ji peyv û biwêjên jorîn diyar e, kurdan ji bo kesê bêziman ê xwezayî tenê peyveke xwerû bi kar aniye ku ew jî “lal” e. Wisan e “lalîtî” rewşeke xwezayî ye, bi gotineke din dayîna Xwedê ye, rêjeya wê li gorî rewşan guherbar e, di hinekan de sivik û di hinekan de giran e. Îcar peyvên “bêziman”, “bêzar”, “bê zar û ziman” piranî ji bo rewşeke pêkhatî tên gotin; lê belê wateyên biwêjên wekî “heywanê bê zar û ziman”, “zarokê bê zar û ziman”, “bûkê tuneye zar û ziman, xwesûyê tuneye dîn û îman” ne lalîtiya xwezayî ye. Her çawa hebe “bêzimanî” cureyekî nivîşkaniyê ye.
Li aliyê Bazîdê peyva “kilît”ê hertim ji du tiştan pêk tê û di rewşa “kilîtkirin”ê de hertim du hêman hene, ango hebûna yekê yeke din pêwist dike, hertim cot in û kiteke wê bi kêrî karê xwe yê bingehîn nayê: “kûp û zimanê kilîtê”, “tara zirzeyê û zimanê wê”, “polik (bişkok) û qulpa wê”, “zincîr û şewka wê”, di axzûma (awzoneya) kemberê de nîk û qulika wê”.
Ji bo ku girîngiya mijarê bê fêmkirin dixwazim bûyereke dîrokî bînim bîra we: Ji Konfîçyûsî pirsîne: “Heke tu mîr bibûyayî te yê çi bikira?” Dibêje: “Min ê zimanê gelê xwe sererast, zelal û rewan bikira. Ji ber ku gava ziman zelal nebe dadwerî pêk nayê, dadwerî pêk neyê pergala civakê feramûş dibe û tevna civakê têk here dewlet li holê namîne.” Wisan e li gorî wî fîlozofî, dewlet li ser pergaleke civakî ya dadwer ava dibe ku zimanê sererast, zelal û rewan çavkaniya wê ye. Wisan e mirov dikare bibêje ku “dewlet li ser zimên ava bûye” û “dewletên pêşketî zimanê wan jî pêşketî ye û dikare vê pêşketinê bidomîne”. Zimanek dikare di axaftinê de dewlemend be; lê belê gava di warê nivîskî de qels be, rasterast dikeve bin bandora zimanekî din û jê deyn dike. Gava nikaribe deynên xwe bide jî, dibe peyrewê zimanê deyndêr û vîna xwe ya hilberîn û dariştinê ji dest dide.
Me di sernava nivîsê de got ku “bêzimanî cureyekî nivîşkaniyê ye”, îcar nivîşkanî çi ye? Nivîşkanî kêmlebatî, kêmendamî, kêmtevgerî û kêmhêzî ye… Wekî ku kûpê kilîtekê bêyî zimanê wê nayê vekirin, bêyî zimên pergala civakekê jî nayê hûnandin. Li gorî tekstên ayînî Xwedê mirov afirandiye û hemû mexlûqat li ber hêza wî ya zimanî birine sujdeyê; tenê şeytên bi hinceta ku “eslê wî bilindtir e” neçûye sujdeyê û dijminatiya mirovî kiriye. Wisan e kesên ku dijminahiya zimanê mirovî dikin peyrewên şeytên in.
Berê ji bo lalan dibistan tunebûn; tenê xizm û nasên lalan ji zimanê wan fêm dikir. Bi gotineke din berê bi qasî hejmara lalan “zimanên wan ên taybet” hebûn; lê niha bi xêra pêşveçûna karên zanistî êdî zimanekî wan ê hevpar û standard jî heye. Termînolojiyeke wan a edebî, zanistî û siyasî jî heye. Aqûbet li serê “bê zimanê standard” be!
Dibe ku hinek bibêjin: “Te bi peyva ‘bêzimanî’yê mêjiyê me çelqand, êdî bes e!” Na bira, na xwişkê! Na na gelî camêr û canikan! Rewş ne wisa ye, îro gelek kurd bi wêjeyê re mijûl in; gelek kes helbest, çîrok, şano, roman û senaryoyên fîlman dinivîsin. Lêbelê kêm kes derbarê pîşe û pisporiya xwe de kevirekî didine ser dîwêr. Mala wî ava û helal be jê re ku xelata bîrkariyê ya cîhanî standiye; lê gelo çiqas zanyariyên xwe guhastine civaka xwe ya ku jê hatiye? Mala wî/wê ava be ku xelatên fîzîk, kîmya, biyolojî, bijîşkî, endazyarî û hwd wergirtine; lê gelo zikat, sedeqe, înfaq û baca vê hebûna xwe daye gelê xwe? Dixwazim vê yekê jî bibêjim ku piraniya kurdînivîsan ji bilî kar, pîşe û pisporiya xwe ya rastîn dixebitin; bi gotineke din her kes ji bilî karê xwe yê bingehîn her karî dike. Wisan e divê mirov bi duristî bibêje ku kambaxiya rewşa me bi zimanê me ve girêdayî ye.
Hemû qanûnên îlahî û beşerî mirovê lal wekî “kesê nivîşkan” dihesibînin. Kesê nivîşkan hertim muhtacî kesekî din e, muhtacî wergêrekî û rêberekî ye. Heke mirov bixwaze serbixwe be û biryarên serbixwe bide divê xwedanziman be. Heke xwedanziman be, divê xwedanê nivîs û morê be jî. Baş e, zimanan hîn bin û vegerin zimanên xwe jî, bixebitin û bizivirin malên xwe jî, bixwînin û vegerin civaka xwe jî; lê bi zimanekî protez ê biyanî nekevin nava civaka xwe. Gava hûn hatine hafa (huzûra) zimanê xwe, solên xwe yên rêwîtiyê derxin; bi şimikên nava malê bigerin û pêxas pê li toz û xweliya wê bikin. We çi di zimanên biyanî de dîtibe noşî hişê we; lê gava hûn vegeriyan xwe û mala xwe, berginda wê ya kurdî bi pêş ve bibin. Ji bîr nekin ku siwarê zimanekî biyanî hertim peyayê zimanê xwe ye.
Riataza