
Redaksyona Riataza û Komeleya piştgirîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra hemû kurdên li welatên Yekîtîya Sovyeta berê, Kurdistanê û tevaya cihanê cejina Qurbanê li we pîroz dike.
Ev eyda pîroz, ku di jîyana musulmanan ya ruhanî da xwedî roleke taybet e, sîmvola qencîyê, hevdufemkirinê û berbihêrîyê ye. Em bo hemû xûşk û birayên kurd tundurustîyê, bextewarîyê, aşîtîyê û xweşbextîyê dixwezin.
Xwesma îro karên qenc, xizmetguzerî û dilovanî, parastina aşîtîyê û dilrehetîyê giring in. Hema ev qîmetîyên ruhanî ne, ku hêzê, bawerîyê û quwetê didin me.
Mixabin, di rûyê vîrûsa koronayê da îsal gelek kes kirasguhastî bûn. Em serxweşîyê didine hemû malbetan û wan kesan, yê ku merivên xwe yên ber dilê wan ezîz winda kirin.
Em ji dil ji hemûyan ra cansaxîya baş, dilrehetîyê û aramîyê dixwezin. Bira ev Cejina Pîroz bextewarîyê bîne mala we, bira bawerîya we rehetîyê bike qapîyên we. Xwedê we û hezkirîyên we biparêze !
Em ji we ra tundurustîya baş û hecduhezkirinê dixwezin ! Bira hûn bê derd û kul bin, bira her daxwezeke dilê we mîyaser be.
Komeleya piştgirîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra
Redaksyona malpera Riataza