Malbata leşkerê kuştî yê Kurd, ala Tirk ji ser cenaze rakir û nehişt leşker beşdar bibin

Malbata leşkerê kuştî yê Kurd, ala Tirk ji ser cenaze rakir û nehişt leşker beşdar bibin

PeyamaKurd – Leşkerê bi navê Osman Ozçalimli yê Kurd ku beriya niha ji malbata xwe re gotibû, “Gefên kuştinê li min dixwin”, piştî wan gefan bi demekê kuştî hat dîtin.

Cenazeyê Osman Ozçalimli îro li gundê Nexşîvan ê navçeya Dîgorê ya bajarê Qersê yê bakurê Kurdistdanê hat defin kirin.

Malbata Ozçalimli dema merasimê û nimêja cenaze ala tirkî ya li ser darbestê rakir û nehişt leşker jî beşdarî merasima cenaze bibin.

Osman Ozçalimli çend roj berê dema li navçeya Alîaga ya Îzmîrê leşkerî dikir, ji malbata xwe re gotibû, gefa kuştinê li min dixwin û piştre 01.08.2020 beyaniyê li demjimêr dor 05:00an kuştî hatibû dîtin.

Qeymeqamê Dîgorê, Midûriyeta Polîsan a Dîgorê û Fermandariya Cendermeyan a Dîgorê serdana malbatê kiribûn û gotibûn “Kurê we ji ber sekta dil can daye.”

Lê belê bavê wî leşkerî Ahmet Ozçalimli dibêje, kurê wî hatiye kuştin û beriya bûyerê jî gotiye, gefan lê dixwin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev