NIVÎŞKANÊ LI SER ÇATERÊYA XÎRETKÊŞÎ Û PARSEKIYÊ

NIVÎŞKANÊ LI SER ÇATERÊYA XÎRETKÊŞÎ Û PARSEKIYÊ

Umîd Demîrhan

 

Nivîşkanî carinan qederek e û rev jê nîn e, carinan qezayek e û bi awayekî tê çareserkirin, carinan kêmasiyek e û bi xîretkêşiyê tê veşartin, carinan jî neçariyek e ku rê li ber gelek teşqeleyan vedike.

Nivîşkanê bi qederê -razî bibe yan jî nebe- bi wê rewşê re dijî, hewl dide ku tiştên mayî biparêze. Nivîşkanê qezayekê li ber xwe dide, li çareseriyan digere, hekîm-loqmanek namîne ku li derê wî nexe û şîretekê jê hilnede, dû-dermanek namîne ku neceribîne û kula xwe nekewîne. Nivîşkanê ku xwedanê kêmasiyekê ye dikare xîret bike, guh nede kêmasiya xwe û wekî merivê saxlem jiyana xwe bidomîne. Ev cureyên nivîşkaniyê di civakê de bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin, pesna wan tê dayîn û ez bûme şahidê wê yekê.

 

Wekî mînak, li Bazîdê nivîşkanekî qederê heye; hingî ku tê bîra min li wê kolanê cixareyan difiroşe û hesteyan tijî dike. Xwedê bizanibe çend zarok bi wê qezencê dane xwendin û zewicandin, çend şîn û şahî bi ser xwe re derbas kiribin, ji çend nexweşan re derman standibin, çend caran xêr û qencî belav kiribin. Camêrê camêr rojekê destê xwe dirêjî parsê nekiriye, ne gotiye şilî-şoyî, ne gotiye berf-serma, her tim li ber sindoqeke camekan rûniştiye, li benda kiriyarekî û rehma Xwedê maye. Ji zikmakiyê lingên wî kelevajî ne û bi dijwarî dimeşe; lê belê dilê wî bi qasî şiva di dêst de rast e. Xwedê hê serbilind û bextewar bike.

 

Li Agiriyê nivîşkanekî qezayekê heye û dostekî min î qedîm e; belengazê Xwedê ji ber rakirina barekî giran pişta xwe êşandiye û êdî bi derzî-dermanan êşa pişta xwe sivik dike. Wî jî tu carê destê xwe dirêjî parsê nekiriye, bi gopalê destê xwe li ser paleyan re sekiniye û aboriya xwe bi dest xistiye. Rast e, pale mîna xwediyê karî naxebitin û ew karê ku ev camêr bi destî çend paleyan dide qedandin, berê karê wî yê nîv rojê bû; lê mixabin wê qezayê ji bilî tenduristiya wî kulmek pereyên wî jî mîna kaya li ber bayî çepo rasto belav kir. Ew êdî ne bi xebata destê xwe, lê bi xebitandina kesan û rêveberiya wan debara mala xwe dike.

 

Hevalekî min ê zana û xwenda jî heye ku karsazekî gewre ew ji kar avêtiye, tazmînata wî jî dayê û ew ji xwe dûr xistiye; lê her çawa hebe, pîşeyekî wî kesî heye û debara mala xwe dike. Piştî demeke dirêj ez hîn bûm ku gelekî qure ye û di tevgerên xwe de êrişkar e; lewre wî karsazî mehaneya wî zêde û xebata wî qut kiriye. Kêmasiya vî camêrî ne hêsan e, êdî kêm caran derdikeve nava civakê, bi gotina kesî qayîl nabe û hertim  dide hevrazan. Lewre di mala wî de hemû amûrên pêwist hene, tiştekî ji kesî deyn nake û devê xwe li ber kesî venake. Bi rastî der û dora wî jê hez dikin û gotineke wî nakin diduyan; lê ew kêm caran bi gotin û kiryara hevalên xwe razî dibe. Vî camêrî jî kêmasiyên xwe bi xîretkêşiyê veşartine, bi tena serê xwe dixebite û bi tenê qezenc dike.

 

Her çi ku nivîşkanê neçar e, kula li ser kulan ew e; dikare her tiştî bike û nikare ku tu tiştekî jî neke. Ez ê bi bûyereke rastîn vê rewşê şîrove bikim: Di xortaniya xwe de piyekî min li Bazîdê û yek li Stenbolê bû. Her cara ku diçûm, li ser milê çepê yê riya Adapazarî-Stenbolê qadeke mezin a perwerdekirina kûçikan hebû. Diyar bû ku van kûçikan eleqeyeke mezin didît, perwerdekarên wan ên werzişê, diyetîsyen û beytarên wan ên tenduristiyê, bazirgan-kiriyarên wan, perestar û xizmetkarên wan segên baş kedîkirî hebûn. Van kûçikan -wekî ku di hotêleke pêncstêrkî de bimînin- jiyaneke gelekî baş dibihurandin. Min tu carê xweziya xwe bi rewş-temtêla van kûçikan nedianî û diçûme xebateke nanoziko. Cihê xebata min li ku bibûya jî, cihê razana min hertim yek bû. Weqfeke xêrxwazan bû ku bi sayeya hevalekî xwe yê bazîdî lê diêwirîm. Li nêzikî vê weqfê xanmanekî sê qatî hebû ku komeke parsekan tê de dijiya. Bi rastî ev parsek liqekî biçûk ê toreke parsekan bûn, berêvaran ji her aliyî ve dikişiyane vî xanmanî, wekî ku masî di sindoqekekê de bêne rêzkirin di jûrên vê avahiyê de bi cih dibûn. Yeko-didu dihatin û wisan jî diçûn; lê serekên wan bi siwareyên xwe yên biha dihatin, hesabê her yekî digirtin û diçûn. Rojekê li sehafekî Beyazidê rastî pirtûkekê hatim ku navê “Dîroka Parsekên Stenbolê” bû, pirtûkê qala tor-şebekeyên parsekan, rêbazên xebata wan, şêweyên berhevkirina endaman dikir. Ez teze pê hesiyabûm ku ev qada pereqezenckirinê çiqasî kûr û lihevaliyayî ye, çiqasî kevnare û pergalkirî ye, çiqasî kirêt û derqanûnî ye. Hema hema di wan deman de rastî fîlmeke dizan jî hatim ku grûbeke mafyayî çawa nexweş-kêmendam-fêlbaz berhev dikirin, çawa li ser pişta wan pere qezenc dikirin, filan û bêvan… Ji wê heyamê vir de parsekan gelekî bala min kişandiye.

 

Piştî ku gihiştim temenê xwe yê ji çilî zêdetir, min gopalê bîranînan da destê xwe, ev bûyerên dîtî careke din nirxandin û îcar bi çavê zimanzanekî ew ji nû ve şîrovekirin. Hiyerarşiya vê komê wiha bû: Komeke biçûk li ser gopîtka pîramîdê bû û çend malbat dişopandin, van malbatan hem parsekî dikir hem jî komên parsekan kontrol dikirin. Wekî vî xanmanê sê qatî hiyerarşiya wan jî sê qatî bû. Ji tevgera vê komê û wê fîlmê hîn bûm ku hinek nekes bazirganiya neçar û nivîşkanan dikin. Pergalek hebû ku endamên rêveber saxlem bûn, qet kulê jî li kesekî wan nexistibû û her roj bac û xeracên xwe ji nexweş-neçaran berhev dikirin. Pergala wan parsekan dişibihî dewleteke dagirker: komeke saxlem, xurt, destdirêj gelek kes û komik hînî kar û zimanê parsekiyê dikirin. Dewletên dagirker jî wisan in: pergalekê bi darê zorê û hêza çekan li deverekê ferz dikin, zimanekî û hinek sembolan li der û dorê bi cih dikin û aşê xwe digerînin. Heta ku ziman û sembolên vî dagirkerî zindî bin aşê vê pergalê dê bixebite, her kes ê genimê xwe bîne ber derê wî, bi rêzdarî têkeve dorê, bi naziktî pê re biaxive, genimê xwe bihêre û vegere mala xwe. Wekî ku sermayeya tora parsekan kesên nivîşkan in, sermayeya dewletên dagirker jî bêziman in. Bêziman hertim nivîşkan e, daxwazname û erzehala wî kesekî ku ji zimanê wî fêm dike dinivîse û ev nivîs diçin ber destê kesekî din ê ku zimanê wî fêm nake. Bi kurt û kurmancî bêzimanî nivîşkanî ye, nivîşkanî mirovî diajo qelek teşqeleyan, nivîşkanê zimên jî heba genimî ya li nava du beraşên aşê dagirkerî ye û hew. Zimanekî taybet ê parsekan heye; ji bilî xwe bo her kesî duayan dikin, lavahiyan rêz dikin, bi kesî re nîqaş û şeran nakin, destên wan hertim li jêrê û destên peredayiyan hertim li jorê ye, nefsbiçûk û belengaz xuya dikin, xêrxwazan hertim bilind û xwe jî nizm dikin, gilî û gazinan rêz dikin û wekî mehrûmên xîretkêşiyê her kesî gazî xîretkêşiyê dikin. Zimanekî taybet ê serokparsekan jî heye; ji bilî xwe bo her kesî çêr û dijûnan dikin, ferman û hişyariyan li endamên xebatkar rêz dikin, ewqasî êrişkar in ku merivên xwe û reqîbên xwe bi darê zorê terbiye dikin, parsekên reben destkeftiyên xwe bi tirs bilind dikin û dikine mistên wan ên nermik ên li jorê, wekî qure û karsazan tevdigerin, merivên xwe hertim nizm-teral û xwe jî bilind-jîr nîşan didin, gilî-gazinên paleyên xwe qebûl nakin û wekî kedkarên jêhatî hesabê merivan digirin.

 

Di tevahiya qanûnên medenî yên cîhanê de “xwenivîşkankirin” sûcekî gelemperî ye û di rêzikên leşkerî yên cîhanê de jî ne tenê sûcekî giran e, carinan hemkufê xiyanetê ye jî. Wisan e nivîşkanê xwezayî û qezayî dikare bi xîretkêşiyê pesna civakê wergire; her wiha nivîşkanê derewîn û qestomesto dibe ku rastî teşqeleyên gelekî mezin were. Nivîşkaniya zimên tawanekî gelemperî yê civaka kurd e û gelek aliyên wê yên tawanbar hene. Bêyî çareserkirina wê tu carî terazûya kurdan dê dadwerane nekêşe û nepîve.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev