EVÎNA MÊRXASEKÎ ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

EVÎNA MÊRXASEKÎ ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

ÎBRAHÎM OSMAN

 

Hewldana nivîsandin û peydakirina romana Kurdî van salan, ev yek êdî gelekî eşkere ye, şaxên xwe gumrehtir dike, êdî navên romannûsên nû yên wekî Lokman Ayebe, Nesîp Tarim û Yunus Eroğlu (Eroğlu bi xwe wergêrekî gelekî jêhatî ye, ku ji Îngilîzî wergeran dike bo Kurdî, her wiha romaneke wî ji Weşanên Lîsê derçûye û em ê li nêzîk xebatên wî yên bêhevta bibînin!) têne bihîstin, bi berfirehtirbûna çapana weşanxaneyên Kurdan jî, deqên romanên wan hêdî hêdî têne çapkirin.

Par van çaxan, dema ku Weşanên Lîsê rahişte berhevkirin û ji nû ve çapkirina deqên pexşana Kurdî û li jêr navê Mem û Zîn-Pirtûkxaneya Kurdî, di navê de tibabek jê romanên Kurdî yên pêşîn, romanên navên wekî Ereb Şemo û Îbrahîm Ehmed, nozdeh pirtûk çap kirin, me bi awayekî zelaltir dît, ku kelepûra pexşannûsiya Kurdî û her wiha romana Kurdî, tevî hindikbûna deqên xwe, şayanî behsê ye. Ango, me Kurdan, digel şikestinên qonaxî yên di demên hevçax de, di romanê de jî berdewamiyek heye. Ev encama ji vê xebata navbûrî derketî ji par ve ye bi kitekit nehate helsengandin, çu kes zêde nebû layiqî wê keda ku keda komek edîtor û weşangerên xort bû. Bê guman ev yek serêşî ye, bi taybetî ez ji xwe re dikim serêşî!

Lê ev hewldan Weşanên Lîsê ya ku li Amedê hatiye damezirand û ev sê sal e xebatine berfireh dike xurt dike û vê weşanxaneyê êdî, çi telîf û çi werger, berê xwe bêtir daye çapkirina her cure pexşanan û bi taybetî romanan. Ji van kesên nû yek jî, Îbrahîm Osman e, ku li Wêranşara Ruhayê ji dayîk bûye, demeke dirêj li her çar parçeyên welêt geriyaye, paşê çûye li Ewrûpayê bi cî û war bûye.

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û ezmûnan, li ser hev pênc roman nivîsandine, ku Weşanên Lîsê romana wî ya pêşîn a bi navê Evîna Mêrxasekî vê pêlê bi awayekî xweşik çap kir. Romana bi navê Evîna Mêrxasekî ne romanek e mirov bikaribe wekî deqeke ezmûngerayî bihesibîne, lê ji ber ku li ser babeteke ku ji me tevan ve nas e, bi Kurdiyeke ku dê firêqetiyê bide xwendevanên Kurd û piştî lêkolînine li ser wêje û dîroka me ya devkî ya sê sed salên dawî hatî kirin hatiye nivîsandin, bi raya me, em bi her awayî dikarin vê berhemê bi hêsanî li silsileya romanên Kurdî yên bedew zêde bikin.

Babeta romanê evîna Dewrêşê Evdî yê Êzdî û Edûla Misilman e, ku romannûsê me, wekî gotina Mem û Zîna Xanî’yê gewre, fesane kiriye behane û qala pêwendiyên şer û aştiyê, evîn û nefretê, talan û bac û qemçûrê, destbirakî û dijminiya eşîrên Kurd, Ereb, Turkmen û dewleta Osmaniyan kiriye. Wekî em pê dizanin, babeta Dewrêş û Edûlê ev deh salên dawî ye li ba Kurdan gelekî populer e, wekî kilam û çîrokeke hema hema li hemû navçe û herêmên Kurdistanê belavbûyî, beriya niha jî bûbû babeta romaneke din, ku ji aliyê Eyup Kiran ve pênc sal berê hatibû nivîsandin û çapkirin.

Bi qasî ku em dikarin bibînin, ev çîrok, salên 2000’î wan çaxan bû, bi pêşniyara pêşengê Kurdan, rêzdar Evdila Ocalan, bi derengî be jî, kete rojeva Kurdan. Va ye tê dîtin, her çend pêwîst e pêşî rewşenbîr û nivîskar van babetên neteweyî beriya her kesî bibînin, ev çavkaniyên me yên hêja û têrzeynet dê bêtir werin peydakirin, dê bibin roman, çîrok û babetên kursiyên lêkolînên zanyarî.

Îbrahîm Osman bi romana xwe ya bi navê Evîna Mêrxasekî ve di vê kêşe û giriftê gihiştiye, ji bo romana xwe li bingehên dîrokî, kilaman, erdnîgariyê, kesayetî û bûyeran kolaye, ev romana ku bi zimanekî epîk, bi Kurdiyeke dewlemend û bi tevneke ku li ser xwendevanan hukim bike hatiye vehûnandin nivîsiye.

Dema ku xwendevan vê romanê bixwîne, ew ê bibîne bê romannûsê me çi qas hewl daye, da ku qonaxeke nasnava Kurd di nava tixûbên romannûsiyê û wêjeyê de bide xwendevanên Kurd, ku gelek caran bi xewtêşkê dikevin, bi têra xwe xwe bernadin gerdûna zimanê Kurdî yê ku li afirandina gelek berhemên bilind tê û dê bê!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev