EZ ARÎSTOKRATÊ KURDA ME

EZ ARÎSTOKRATÊ KURDA ME

Abdurrahman Benek

 

Em li Stenbolê li mala wî bûn. Ew û hevjîna wî û keça wî. Bi munasebeta hevpeyvînekê em hatibûn cem hev. Berî Stenbolê, li havîngeha wî jî carekê me hevdîtin lidarxistibû. Lê keça wan ne li havîngehê bû.

 

Ew siyasetmedar, nivîskar bû û digot; “Ez Arîstokratê Kurda me.” Bi rastî jî mirovekî dewlemend bû. Li dibistanên baş xwendina xwe kiribû. Du cara ketibû girtîgehê. Cara pêşiyê ku wî digirin û zindanî dikin, hîn dixwend, xwendevan bû. Du an sê caran jî dişînin surgûniyê. Surgûniya wî ya dawîn, zêdeyî sih salî dewam kiribû, li bajarên Ewropa. Yanê bi kurtasî, gellek gellek berdêlên giran dabûn, bona ku doza Kurd û Kurdistanê dikir.

 

Me got em li Stenbolê bûn. Pêwist bû bona bernameya me, keça wî qasî deqakê derheqê bavê xwe de bîranîneke xwe bi me re parve bike. Keçikê xwendibû û bûbû dixtor û zimanê Îngilizî wek Îngilizekî diaxivî. Got: “ez Kurdî nizanim.” Min got belkî heneka dike, lê ne henek bû. Rast digot û Kurdî nizanibû.

 

“Ez nabêjim bi saeta Kurdî biaxive. Tenê deqakê çend tişta derheqê bavê xwe de bibêje, besî me ye.” Got bila û me lihev kir ku dike çi bibêje lê kir nekir nedikarî. Min li kaxizekê nivîsî û da ber û got: “Keremke dixtor xanim, tenê bixwîne bes e.” Kir nekir nikaribû wan çend hevokana bixwîne. Telafûza wê tunebû û sankî cara ewil bû haja xwe ji zimanê Kurdî dibû.

Israra me dewam bû. Min got ezê rêbazeke din biceribînim.

 

“Xanima ezîz, tu guhok têxe guhê xwe. Ezê herim li oda din ji te ra têlefon bikim. Jixwe ku ez çi biaxivim tenê tu yê min bibihîzî û min çi got, tu jî gotina min dubare bike.”

Kêfa dixtor xanima ku keça Arîstokratê Kurda bû, xweş bû û got: “Tamam bu defa başaracağım sen merak etme.” Yanê “ezê vê carê biserkevim qet tu meraq neke.”

 

Ez çûme oda din, min têlefon vekir û di guhê wê de axivîm. Lê dixtor xanima ku Tirkî û Îngilizî bi awakî herikbar û rewan diaxivî û dinivîsî, dengê ku dihate guhê wê nikaribû dubare bike. Carek, du car, sê car û heft car. Mixabin devê wê li hev digeriya û şaşo maşo Kurmancî ji devê wê derdiket ku ev jî kêrî me nedihat.

 

“Ne yapayım olmuyor.” Yanê dibêje “ma ez çi bikim, nabe”.

 

Dîsa em bi ser neketin û me dev ji hevpeyvîna keça siyasetmedar û Arîstokratê Kurd dixtor xanimê berda.

 

Dayika dixtor xanimê jî Kurd bû û wê jî bi Kurdî helbest nivîsîbûn. Heta li ser komkujiya Helebçe helbesteke dirêj û hestyar nivîsîbû. Di serî de bavê Arîstokrat û dayikê şerm kirin.

“Kızım hiç olmazsa bu cümleyi söyleseydin.” (keça min qet nebû te ev hevoka derxista.) “Üzgünüm babacığım, yapamıyorum.” (Xemgîn im bavê min, nikarim).

 

Zimanşûjinî carna li ser mirov ferz dibe.

“Tu dizanî Cegerxwîn di helbesteka xwe de çi dibêje?

Mêrik deng nekir û li benda gotina Zimanşûjin ma. Dibêje:

 

”Di rêzaniyê de wek Lenîn in,

di zimanzaniyê de pêkenîn in.”

 

Mêrik dengê xwe nekir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev