
Egît Yazar
Du sal berê ez li Sêwazê bûm. Piştî me şantiyeya xwa li devê bestekê vegirt. Ev Generalê ser reş ê teqawîtbûyî hat û hewisî me bû.
Çavekî wî rijyayî bû û ji her du nigên xwe yên dawî şeht bû. Li gorî gavanê gund digot, ev kûçik(heşayî wî) di xortaniya xwe de tirs lê tine bûye. Gavên digot: hem gurxenêq bû, hem dajot li ser hirçan û hem jî li berazan jî dixist. Lê carekê di şerrekî giran de, bi giranî birîndar dibe; hem çavekî wî dirje û hem jî ji pişta xwe derbeke xedar dixwe. Û piştî hingê xwediyê wî, wî berdide.
Wek mesela negotî; mêrxas, mêrxasan dinase. Û em li hevdu xwedî derketin. Bi qasî nanê min dida wî, wî deh qat ew nan heq dikir; bi wî halê xwe yê şeht, bi çavekî û herwiha bi wê kalbûna xwe nedihişt teyr di ser konê min re bifire.
Carna ez diçûm Zarayê yan jî Sêwazê, dostê min ê wefakar, nola mihavizekî kon û şantiye dihefidand.
Êvarekê dîsa ez jî Zarayê vegeriyam şantiyeyê. Dost-birakê min bi nigê xwe yê kulek, licimî licimî û hat ez pêşwazî kirim. Min jî tomofîla xwe parq kir nekir, min ewil xwarina hevalê xwe dayê. Paşê ez li ser maseya xwe a sor rûniştim û min bi pistînî devê qutîka xwe ya bîrayê vekir. Haha nema, gavanê gund naxira xwe ji çêrê dianî dibir gund.
Çêlekên bi şîr, bi kubarî guhanên xwe yên hah a wanî hinkase ku bi zorkê di nava şeqên wan de hildihat, dihejand û dimeşiyan. Çêlekên stewr jî, nola lorgoskan bi raterqa çend cuwangeyên pîjik ketibû, dida lotikan û nola qîzkên azeb yên arpêketî, hiş di serê wan de nemabû. Hindik mabû xwe li kon û maseya li ber min biqewimandana.
Êde ez ji we re nabêjim, ez ji xwedê re dibêjim! Hingê ronî di çavê dostê min, di wî çavê ê bi tenê de nema; dîna min dît dostê min jihev vezeliya û xwe hupî li ser wan çêlekên bi rateqa cuwangeyên tolaz ketibû kir.
Wan çêlekên stewr û gewî, nizanîbû çi hat serê wan. Li hilobiyeke kovîyane xist û got xirp û terqiyan çûn.
Gavan jî bi devê xwe yê têde tije diranên koka wan zingarî bû, nola zarokekî fedyokî vekeniya…
Min navê dostê xwe kiribû Gurzo.
Riataza