KALÊ ÊZDÎ Û RÛMET

KALÊ ÊZDÎ Û RÛMET

Xerzî Xerzan 

Berê şeş sal, wan rojên tarî dema jenosîda Şengalê rû da, û hovên çavsor êrîş bir li ser kurdên êzdî, seda malbat berê xwe da bakûr, gelê bakûr jî qedrê xwe girt û bi dilsozî alîkarîya xwişk û birayên xwe kir.

Di wê heyamê de, daxwazeka kalekî êzdî ji me hebû, hê jî di bîra min de ye;

Li gundê Dûşayê, li ber çemê Xerzan, sê malbat li mekteba kevn bicî bibûn.

Me jî li gel sazîyên sivîl, serîyek li wan da û ji bo malbatan bi xwe re tiştên pêwîst birin.

Kalekî 80-90 salî li ber dîwarê mektebê runiştibû û dema ewî em dîtin, rabû û hate ba me.

Cixara wî devê wî de, kopala wî di dest de, te digot xwerû dîrok e… Ez çûme destê wî û min pirsî, gelo daxwazeka wî heye an na? Rehet e an na?

Min hew dî kalo ji min re got;

“Birazî, hema hûn sax bin bes e. Min we dît, bes e ji boyî min. Lê dema me baz da, min livîna xwe bi xwe re nikaribû banîya, min ew li mal hişt. Hingî stûr û xweş bû, hema xewa min li ser dihat. Tu li min negirî, ez kal im, pişta min dêşe, ev e mehek e ez nikarim razêm. Hema hebe livîneka stûr û xweşik li ba we, we ji min ra banîya, bes bû… “

Dotira rojê, me livînek ji malê ji kalo re bir û me dayê. Te digot, dinya tev bibû ya wî. Li min zivirî û got;

“Birazî, mala te ava, pir kêfa min hat. Ka navê xwe jî ji min re bêje, ez te nas bikim…”

Min navê xwe got û kalo cixareyek bo min pêça û me bi hev re pê xist û me xatir ji wan xwest.

Piştî 6-7 mehan, gundîyekî Hemdûnî hate ba min. Tim dihat ba me lê vêca xuya bû ku ne ji bo serdanê hatibû. Me hê çaya xwe vedixwar, min dî ku ji erebeyê xirarek (tûrikê mezin) deranî û danî ba min…

Di xirarê de ew livîna ku me ji kalo re biribû, hebû. Kalê êzdî vegerîyabû Şengalê û wê livîna me, dîsa ji me re şandibû… An ku emanet, gihîştibû xwedî, tevî ku êdî ne ya xwedî lê ya wî kalî bû…

Navê min dabû wî camêrî û perê erebeyê jî dabûyê ku livîn bîne teslîmê min bike. Wê demê, min fêm kir ka ew kalê birûmet û esîl çima navê min pirsîbû…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev