
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpanzdeyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên bi sernavê tevayî ”KILAMÊD GOVENDÊ” raberî we bikin. Îro em beşa wê a duduyan çap dikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Bişêrî
Bişêrî, ha Bişêrî
Bişêrî bizineke û du nêrî
Pala hana diçêrî
Çi bikim tu bi mêrî.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Ser bajêrda mêze kir
Bazara sola li te kir
Şabûna nalçe ne kir.
Nar, nar
Nar, nar, naçime ber noka
Nar, nar reşkezî ketine ber çoka
Te ez kuştim, te ez helandim van toka.
Nar, nar, welle naçime ber avê
Nar, nar, reşkezî ketine navê
Nar, nar, te ez kuştim, te ez helandim bêbavê.
Nar, nar, welle ez naçime ber nîska
Reşkezî ketine gûzeka
Te ez kuştim, te ez helandim van qîzika.
Nar, nar, ha yane, yane, yane
Nar, nar, anîya te ya zêrane
Nar, nar, pênc qol zêr lê kutane
Nar, nar, ew qismetê xortane.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara saqoyê te kir
Min şabûna çotke ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara solê te kir
Min şabûna bazar ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara xilxê te kir
Min şabûna gulavtûn ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara şelka xwe kir
Min şabûna qeytan ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara dêrê te kir
Min şabûna namil ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara guharê xwe kir
Min şabûna zincîl ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara şera xwe kir
Min şabûna rîşî ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara xizêma xwe kir
Min şabûna avzêr ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara bazinê xwe kir
Min şabûna şirik ne kir.
Şam, Heleb, Dîyarbekir
Can, min derê dikanê vekir.
Min bazara kurtkê xwe kir
Min şabûna bişkoşk ne kir.
Herdad
Herdad, herdad, herdad
Dado kîsik niqişand
Ha li kêlekê
Ha li ber piştê
Ha li teniştê
Hilkişand
Cegerê lawika, cegerê xorta
Cegerê geda herişand.
Herdad, herdad, herdad
Dedo kîsik çêdikirî
Ha li kêlekê
Ha li teniştê
Ha li ber piştê hilkirî
Cegerê lawika, cegerê xorta
Cegerê geda kulkirî.
Got: Bedirê Reşo, ji dîya xwe bûye sala 1908a, nîvxwendî, şivan, ji gundê Şamîramê ser nehîya Aştarakê.
Sînê, Sînê
Sînê, Sînê, Sînemê
Sînê mala berjêr çû
Daw û dilme bela çû.
Sînê qîza keşîşe
Ramûsanê êmîşe.
Sînê qîza melleye
Ramûsanê xurmeye.
Yarim
Yarim, ha yarim
Çevbelek, nazdarim
Kiras kitane, beden şileye.
Yarim xingilî
Heta xingilî
Govend betilî.
Roj bejina teye
Em kirine êvarê
Yarim ha yarim
Çevbelek nazdarim.
Wey baranê
Wey baranê, wey baranê
Wey baranê, wey baranê.
Wê baranê çi kir, çi kir
Înîyê barî, şemîyê vekir.
Kincê bûkê temam şil kir
Xêlîya bûkê şerpeze kir.
Lawik çûne Hayastanê
Anîn birincê vê nîşanê.
Çi barana ser payîza
Lawik çûne kakilê gûza
Xew xweş bûne paşilê qîza.
Çi barana ser bihara
Lawik çûne kakilê dara
Xew xweş bûne paşilê yara.
Got: Sêvaza Sefo, ji gundê Pampê, li ser nehîya Aparanê, 15 salî.
Nivîsî: Firîda Cewarî.
Ha Nelimê
Ha Nelimê, Nelimê, Nelimê
Ez çûm derî dadayî
Cî û belgî paldayî
Nelimê navda razayî.
Min pihînek lê dayî
Wê pihînê can dayî.
Derkê me derê weda
Ber derê we bûm qeda
Qîz xwestî, bavê neda.
Tilîyê min çevê dêra
Çi mêr dît, qîz da jêra.
Cûcikê ka vedayî
Kincê zirtê navdayî.
Got: Çîçeka Cemal, 13 salî, ji gundê Pampa Kurda, li ser nehîya Aparanê.
Hesiko
Hesiko wêlî, wêlî, ha wêlî
Hesik zewicî, Besik berdêlî
Hilde şeşxanê, dakeve gêlî.
Hesikê min çûye birca Beleke
Siteyr ezmana bûne xeleqe.
Hesikê min çûya birca Hêşîne
Siteyr ezmana bûne mêzîne.
Zozan ber zozan, zozanê mene
Wêda welgere, reşkonê mene
Wêlî, ha wêlî, Hesiko wêlî.
Got: Çîçeka Cemal, gundîya Pampa Kurda.
Ez şêmîkê
Ez şêmîkê, tu şêmîkê
Çend zêr kutan ber cênîkê.
Ez heyatê, tu heyatê
Çend zêr kutan ber hêratê.
Ez sivderê, tu sivderê
Çend zêr kutan ber kemberê.
Çevkê min kemberê ket
Dilkê min agir pê ket
Serkê min şêmîkê ket
Milikê min rexderî ket.
Delîl, delîl xana min
Dayka te qurbana min.
Riataza