Îslama kê rast e?

Îslama kê rast e?

Arif Tamtaş

 

Hin kes ji zarokatiya wan zêde tişt nayên bîra wan. Lê yên wek min zarokatiya wan emirkutî bûne ji zarokatiya wan ji xewnên şevan zêdetir tişt tên bîra wan. Dema em bi darê zorê ji gundê xwe derketin, ez heft an jî heşt salî bûm. Piştî ez ji gund derketim, ji xwe zarokatîya min jî nema, ez ji nişkê ve bûm mêr. Ez bûm mêr, min pêlav boyax kirin. Min bi zarokên Tirkan re li ser Kurdbûna xwe şer kir. Min ji ber derîyên malên dewlemendan pêlav dizîn, ji ber ez pêxwas bûm. Piştî ez ji war û cihê xwe bûm, êdî ez ne ew zarokê heft salî bûm. Min çend carî lêdan ji destê bavê xwe xwar, ji ber nimêja sibê bi ser min de borî. Belkî we bihîstibe, dibêjin heta heft salî li ber wan bielimînin, piştî bû heft salî ku nekir, li wan bidin. Zêde dirêj nekim, ez vegerim zarokatiya xwe ya ku min hêj ji destên bavê xwe lêdan nexwaribû.

 

Li gundekî li quntara çiyê û li ber çemekî zelal û cemidî li maleke ji dîwarên kevirî rojeke berî Newrozê ez ji dêyeke ku berî carekê welidîye û zarokê wê ji ber nebûna îmkanên tenduristiyê miriye bûme. (Bawer dikim ev hevok hinekî dirêj bû. Lê tişt nabe ku we heta vê derê xwendibe bawer dikim hûnê bixwînin. Lê ku hûn ji xwendinê aciz bibin xem nake.)

 

Li gund nêzîkî sed û pêncî an jî dused mal, du mizgeft, du aş, du dikan, du quletengên jinan, gadarek, bênderek û mektebek hebû. Em li cejnên Qurbanê û Remezanê li malan digeriyan û me şekirê eydê kom dikir. Me li pêşiya malan dilîst. Me sibehan dewarên xwe dibirin gadarê û gavan dewar dibirin çêre. Me defterên xwe yên elifbê dibirin mizgeftê ji bo em li ber destê Seyda bielimin xwendina Quranê. Me ji dikanê şekirê bi fasûlî dikirîn. Me dexil dibir aş û me dihêra dikir ard. Zarok diçûn mektebê fêrî zimanê Tirkî dibûn. Feqe li malan digeriyan, xwarina xwe ya êvarê dixwarin û yê sibe û nîvro jî dikirin himbanê xwe. (”himban” cûreyeke çenteyên berê ye ku ji rîs dihat çêkirin, li hinek waran dibêjin ”heban”.)

 

Li gund haja me ji derveyî dinyayê ku dinya gundê me bixwe bû, tune bû. Êvarê bavê min li ber roniya çirayê gazyaxê dersa elifbê dida min. Elif, bê, tê, bavê te ji Tehtê tê. Aliyekî gundê me teht in, em ji wê derê re dibêjin Tehtê. Bavê min aşiqê wan tehtan e. Hin caran gundiyan henekên xwe li bavê min dikirin, digotin Evdilxaliq li Tehtê keviran av dide. Tevî ku li gund ji Tehtê pêve tiştekî me tuneye jî, bavê min ji xeynî neh salên koça mecbûrî tu carî dev ji gund berneda. Diya min hin caran ji me re dibêje li Tehtê dêmariya we heye, lewre bavê we her tim li Tehtê ye.

 

Li gund rez hebûn, pez hebûn, çiloyê darên beroyan hebûn. Heliz hebûn, tehliz hebûn, rimbês hebûn, gûz hebûn, sêv û tehlesêv hebûn. Newala Xelayê hebû. Havînan hişk dibû, zarokên gund têde dirîtin. Lewre navê wê kiribûn Newala Xelayê. Kaniya Derewîn hebû, hin caran diherikî, hin caran nediherikî. Şivan hebûn, gavan hebûn, natorvanên rezan hebûn. Lîstikên Çalo û Kerkê keleşo hebûn. Me bi kêf dilîst.

 

Tenê yek kesê mezin hebû, ew jî Xwedê bû. Me ji bo wî elifbê dixwend û nimêj dikir. Me digot tenê Xwedayek heye. Ê ev erd û ezman çêkiriye ew e. Ji xwe gund di nav du çiyayan de bû. Erd û ezman jî ew qasî li pêş çavên me xuya dikir bû.

 

Xwedayekî me hebû, li jor di nav stêrkan de li me dinêrî û di ser me de dibiriqand. Bi gotina dê û bavê min, ew ji me û ji hemû Misilmanan razî bû. Me nizanibû em însan in, em zarok in, lê me zanibû em misilman in.

 

Ez wek zarokekî misilman hatim dinê û wek misimanekî mezin bûm… Lê Misilmaniya me ji qenciya me bû. Me nizanibû ji xeynî me misilmanên din jî hene. Me zanibû, Alahûekber tenê wextê nimêjê ye. Kêfa Xwedê ji nimêjê re tê…

 

Niha sal derbas bûn, li bajarekî ji gundê xwe dûr û ji gundê xwe gelekî mezintir û firehtir, dilê min hêj ew zarokê li gund e, lê bedena min li bajarekî xerîb bavê du zarokên biçûk e. Vê êvarê li zaroktiya xwe û li zarokên xwe difikirim. Li zaroktiya xwe û li misilmantiya xwe ya li zarokatiya xwe difikirim.

 

Niha dizanim dema ez zarok bûm, li cihên dûr ji xeynî me jî misilman hebûne… Wek li Sûriyê, li Filistînê û li gelek dewletên Ereb û yên ne Ereb.

 

Misilmantiya her kesî li gorî xwe û ji hev cuda ye. Her dewletek bi serê xwe misilman û ji xwe re misilman e. Û Misilman ji Misilmanan direvin. Ne wek dê û bavê min digot, Xwedê ji Misilmanan ne razî ye…

 

Niha tenê ji ber nanê zarokên min lê peyda dibe, li bajarekî Tirkan li taxeke biyanî ku ji xeynî min tenê maleke Kurd lê dijî dijîm. Ew jî, em li binê kuçeyê, ew li serê kuçeyê ne. Em kêm caran hev li serê kuçeyê dibînin, merheba cîran û ew qas.

 

Li avahiyeke kevin yê sê qatî de dijîm. Qata binî Ereb in, ji Sûriyê ne. Qata diduyan Tirkên ji Deryaya Reş in û Qata sisêyan jî ez û jin û zarokên xwe ne. Ez û mala Ereban em bi kirê rûniştine û yê tirk jî xudanê xanî ye. Zarokên min ji xeynî Kurdî bi zimanekî din nizanin. Yê Tirk zarokên wan ên hûr tune ne. Yê Ereban jî keçeke wan ku du-sê salan ji zarokên min mezintir e heye.

 

Keçik hin caran tê bi zarokên min re dilîze. Ji ber cîranên me yên din Tirk in, zaroka Ereban xwe bi zarokên min digire û tê bi wan re dilîze. Gotinek bi Tirkî, du gotin bi Erebî, sê gotin bi Kurdî. Axir zarok ji xwe re dilîzin.

 

Em jî ji gund û warê xwe bûne, ew jî. Mezinên me gotine, birçî ji halê birçîyan dizanin. Em jî misilman in, ew jî û cîranê me yê Tirk jî.

 

Nizanim çend dewletên Ereban hene û nêzikî sînorên Sûriyê ne û Misilman in jî. Misilmanên ji Sûriyê ku qet kêfa wan ji Nemisilmanan re nayên qesta welatekî Ereb ê misilman nekirine, lê ji bo herin welatên Nemisilmanan bi qasî şerê li Sûriyê xwe û zarokên xwe di Behra Egeyê de xeniqandine.

 

Ev reva Misilmanan ji Misilmanan e. Misilmantiya her Misilmanekî ne wek yê din e. Îrana Misilman em bi darve dikin, em dibêjin ew ne Îslama rast e. DAIŞa ku serî dibire ne Îslama rast e, Îslama ku ji Îslamê direve ne Îslama rast e. Dewleta ku bi Îslamê bûye dewlet ne Îslama rast e. Tenê Îslama me Kurdan ku li pey meleyê mizgefta her misilmanekî nimêjê dike rast e. Îslama kesî ji wan ne rast e, tenê Îslama me Kurdan rast e ku ji xelkê re dewlet, ji me re bindestî jê difûre.

 

Qîzika Ereb vê êvarê bi zarokên min re dilîst, min jî ji xwe re li ser fêysbûkê li şandeyên we dinêrî. Min carekê dengê Alahûekber bihîst, min serê xwe ji fêysbûkê rakir, ez çi bibînim. Min dît keçik destê xwe kiriye wek şûrekî û dibêje Alahûekber û li paş stûyê keça min dide û dikene…

 

Ez dîn bûm. Çi dijûnên hat ser lêvên min, min gotin. Ne min dîn hêşt, ne îman, ne dê û ne jî eqil. “Jinê telefonê diya wê bike, jê re bibêje ger careke din ev qîzik were vê derê ez ê di orta qu……” (Biborin dibe ku ev dijûnên min jî ji misilmantiya min a ji zarokatiyê mabin.)

 

Dema em zarok bûn Alahûekber tenê wextê nimêjê bû, na bavo na, Alahûekber wextê birîna serê Kurdên Êzdî û Misilman bû…

 

Lîstika zarokan a vê êvarê kir ku ez ji hêrsa re vê nivîsê binivîsînim. Hin kes dema hêrs dibin xwe li deran dixînin, ez jî ji xwe re dinivîsînim. Ji zû de ye ev qas hêrs nebibûm…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Arif Tamtash

    Her cara ez rastî serpêhatiya Kurdekî têm, ez xwe di nav serpêhatiyên wî de dibînim. Lewre dibêjim; “Serpêhatiyên me Kurdan dişibin hev. Dema yek ji me qala serpêhatiyên xwe dike em xwe ji devê wî kesî dibihîsin.” Bawer dikim hûnê jî xwe di nav vê nivîsê de bibînin.

Şirovekirin hatine girtin.