Xetên sor yan xîreta netewî…

Xetên sor yan xîreta netewî…

Eskerê Boyîk

 

Hinek șert hene, ku ji bo her evdekî, her netewekî pîroz in. Gerekê wan binpê nekin. Ser wan ra derbas nebin.

Ji wan xetên sor derbasbûn XIYANET e.

Dê,

Mala bavê,

Zimanê dê,

Netew û bawarî,

Xîreta netewî,

Welat,

Xwedê…

Ev șertan xetên sor in. Bi parastin û hevgirtina van șertên pîroz, di nava her civakê da, zincîra qedir-xîret, tifaq-yekîtî û hêza netewî ҫê dibe. Xîreta șexsî dibe tifaqa malbetê, ya malbetê dibe ya civakê-netewê, ya netewê dibe ya welêt… Ev hemû netewan digihînin dewletbûnê. Qedirê netewên bi tifaq, yên rêk û pêk cihanê da, heta cem Xwedê jî bilind e… Gișk nav, rûmet, ziman, ҫand, gotina wan netewan, wan welatan ra hesab rûdinên, qedir didin wan û havijîya xwe ji wan tînin. Gelên wan netewan, wan welatan hur in, kubar in, serbest in. Kes nikare nêzîkî sîya wan jî bibe. Êdî ku maye qedrê nav, ziman, netewa wan ra bilîzin.

Netewên wusa xweyî dewlet in. Îro jî, ew li ber ҫerxa qedera cihanê rûniștî ne…

Em niha mêzekin, ҫika rewșa xetên sor cem me Kurdan ҫawa nin? Ҫawa têne parastin? Gelo ew xet cem me hene yan nînin?

Em tev jî zanin, dagerkirên Kurdistanê di hindava gelê Kurd da hov û bê wijdan bûne, ҫi zulm destê wan hatîye, anîne serê vî gelî. Niha zulma wan bûye xezeb.

Nemana Kurda ji xwe ra kirine armanc û așkere bilind diqîrin, pê-pê li pey armanca xwe diҫin.

Gelo ev gunê kê ye? Eger xîreta Kurdan ya netewî hebûya, Kurdan ew destê hov û zalim demê da bêșanda, wana pey ra wê culet bikirana berê xwe bidana Kurdan? Îro jî, eger, hema hevkî hêza Kurdan ra hesab rûnên, wê wa bêhurmet nêzîkî Kurda bibin? Yanê „Ha kurdno, hûn hene yan tune ne, ji me ra yek e. Hûn pezê me ne, em xweyê we ne. Em ҫi bixwezin, emê bînin serê we“.

Bersîva zulmê gerekê bi zulmê, bi hișkayî bê dayîn. Gura ra gerekê bi gurkî tev bigerî. Cûrekî din, bi dêmokrasîyê, lavaya, bi „biratîyê“, qencîyê wijdan nabe…

Bi navkerî û piștovanîya dostan maf û azadî nayên destanîn. Bawarîya wusa xwe xapandin e. Hema dost bo kara xwe, bi ҫend qurușa „dostê weke Kurdan bi quruşan difroșîn. Ev e qewlê jiyanê.

Wusa ne, Kurdan xîreta netewî wunda kirîye.

Xîret tune pê nav-namûsa xwe biparêzin

DÊ: Îro dayka Kurd zimanê xwe nizane… Dayka Kurd bi ruhê kurdewarî, zimanê kurdî ewledê xwe perwerde nake… Dayka Kurd ne bûye parêzera erf-edet, nav-xîret, tifaq, germaya malbeta kurdewarîye qedîm. Dayka Kurd – dayka Kurd nîne…

MALA BAVÊ, MALBET: Kurd li mala bavê xwe jî xweyî derneketin. Tenê van 40-50 sala da Bakûrê Kurdistanê 5-6 hezar gundê kurdan xirab kirin, șewitandin, wunda kirin, tune kirin…

Di wan gundan, nava wan ҫîyan da ziman, erf-edet, ruhê gel dihatin parastin. Ew ruh hate kuștin, hestên netewetîyê yên pîroz, tevî goristana di bin kelefên dîrokê da man. Xelk, weke pezê bê șivan, mala wan derxistin, ajotin mêtropolan… Ҫîya û zozan, erdê kal bavan, goristanên pêșîyan bêxwedî man…

Ҫîya, ҫîyayê Kurdistanê, ku hezara sala wek kela xweparastinê bûn, tu kesî ra li hev nehatibû dagir bike… Bûn wergeh-qereqolê leșkerên Tirk. Niha jî li Bașûr ew malwêranî tê kirin. Kurd kerr in. Nișkêva birêz dagerkir hêrs nebin?

ZIMAN: Tirka nava van 100 salên dawî da, ji xwe ra zimanekî nû, ҫandeke nû ava kirin, nû va bûne netew… Bûne xweyê dibistan, zanîngeh, zanko, akadêmîya, wejêya modêrn û nizanim ҫî? Bûne Ewropî… Kurdan ziman, zargotin, ҫanda xwe, erf-edetê hezaran sala, ew xizna kal-bavan ya bi dur-cewahiran dagirtî bê xem, hema mala bavê xwe da wunda kirin.

50-60 mîlyon kurdan nikaribûn hema mafê zimanê dayka xwe jî biparêzin. Kurd di welatê xwe da, di mala xwe da nizanin kurdî biaxivin. Nikarin bi kurdî duayê Xwedê xwe ra bikin. Kurd jî nizanin XWEDÊ wan kê ye…

NETEW Ȗ BAWARÎ: Kurdan berê-berê da netewa xwe, her tiștên xwe bawarîyê ra kirin qurban. Bûne bawarmendên fanatîk. Rojhilat kirin wergehên tirka, ereb, eceman. Dewsê ҫi qazanc kirin? Her tișt li ber ҫavan e…

WELAT: Welat jî ҫûye… Welat bîye ҫar perҫê li bin zulma ҫar birayên Kurdan yên bawarîyê… Îro Kurd bi ҫanda wan, zimanê wan, kara wan netewan rêva diҫin, perwerde dibin û asîmîle dibin. Wana teva jî tunekirina Kurdan kirine programên xwe yê nêzîk û dûr…

DEWLET: Hinek birêz, serokên KURDAN, ku hêza gelê Kurd dest wan da ne, dewletê naxwezin…

Dewletên dagerkiran ra dixwezin, Kurdistanek dewlet naxwezin… Kurdistanek wa hêsîr dixwezin. Evan serokê Kurdan e yan karkirê MÎTê dagerkiran?

Eger kurd hindik bûna, bê hêz, șer û dewa da xurt nîbûna, meyê bigota hêza wan feqîran tune, bo parastina nav û azadîya gel têrê nake…

Seliheddînê Eyûbî yê Kurd, bi hêza Kurdan nîvê weletên Asîyayê, Ewropayê, Afrîkayê yan kire Erebistan, yan kire bin nîrê Ereban.

Bi havkarîya Kurdên xweyî hêz, Kurdistan sedsala 15 an, di nava dewletên Osmanî û Eceman da perҫe kirin.

Dîplomatê Rûsan, yê dema șerên navbera Osmaniyê-Rûsan, Îranê-Rûsan da dinivîsîn, dijî leșkerê Rûs ne ku leșkerên Îran û Osmanî, lê Kurd șer dikin… Ji nezanîyê, bêxemîyê û tubebûna xîret hizra netewetiyê tu tiștekî kurdewarî ҫê nebû.

Dema herba cihanê ya yekemûn dîsa rûyê nezanî, bêxweyîtî û olperestîya kurdan ya kor da Ewropîyan Kurdistan kirin ҫar perҫe. Bi hêza Kurdan Atatûrk Tirka ra Tirkîya bi hêz ava kir û Kurdistan jî wêran kir…

Ez naxwezim bikevme kûraya dirokê… Dîroka Kurdistanê golegenîke eșîretîyê û olperestîya nezanîyê ye. Tiștê qenc pir kêm in. Tu xeteke sor ya xîreta netewetiyê nava Kurda da ne maye, û nayê parastin…

***

Min emirê xwe nava xwendin û pirtûka da derbas kirîye. Hê ez rastî mînakeke wusa nehatime, ku hêzeke Tirka, yan ya Îranê, yan ya dewletek weke dewletên Ewropayê here cem dewleteke neyarê gelê xwe, jê alîkarîyê bixweze ji bo dijî hêzeke netewa xwe șer bike, dijî azadîya gelê xwe șer bike, așkere bo kara dagerkira tev bigere. Dagerkir û mîtê wan Kurda ra hêza ava dikin.

Gema xîreta Kurda ya „netewî“ dest dagerkiran da ne.

Xetên sor cem serokên Kurdan nînin.

Gelê Kurd dest serokên xwe ketîye belayê.

Wa Kurdistan rizgar nabe.

Wa dewleta Kurdan ava nabe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev