Narîn Nadîrova bû Endama Asambleya Gelên Qazaxistanê

Narîn Nadîrova bû Endama Asambleya Gelên Qazaxistanê

Di dîroka Qazaxistanê de cara yekê ye jineke kurd dibe endama vê dezgeha mezin

 

Salihê Kevirbirî

[email protected]

 

Bankêr û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova wekî ”Endama Asambleya Gelên Qazaxistanê” hate hilbijartin. Şayanê gotinê ye ku di dîroka Qazaxistanê de ev cara yekê ye ku jineke kurd di vê asamble, ango meclîsa neteweyî de cih digire.

 

Ji avakirina Asambleyê heta niha her sal kurd jî têne temsîlkirin. Her sal gel ango miletekî li Qazaxistanê dijî di asambleyê de wekî Cîgirê Serokê Asambleyê –ku ew Serokê Qazaxistanê bixwe ye jî- tê hilbijartin. Bo nimûne çend sal beriya niha Serokê Kurdên Qazaxistanê, Akademîsyen û Profesorê navdar, ilimdarê li Ûnîversîteya Abaya Alma Atayê Kinyazê Îbrahim Mirzoyev ji bo salekê, di bin banê Assambleya Gelên Qazaxistanê de wekî ”Cîgirê Serokomar Nazarbayev ” hatibû hilbijartin.

Îsal jî Narîn Nadîrova li kêleka Profesor Kinyazê Îbrahîm, tevî du kurdên din di nav 394 endamên Asambleya Gelên Qazaxistanê de cih digire û gelê kurd li Qazaxistan û Asyaya Navîn temsîl dike. Herdu kurdên din ku ji bo Asambleyê hatine hilbijartin ev in: Ezîmê Şemo û Wekîl Nabîyev.

 

Tevî ku di asambleyê de ji avakirinê heta niha ji gelek miletan gelek jin cih girtine jî, heta niha jineke kurd di vê dezgeha neteweyî de cih negirtibû. Ji ber vê yekê hilbijartina Narîna Kinyaz Nadîrovayê ji bo asambleyê ne tenê di nava kurdan de, di nav Rûs, Qazax û miletên din ên li Qazaxistanê dijîn de jî bû sedema razîbûn û kêfxweşiyê.

 

 

Narîn Nadîrova:

Gelekî şa me!

 

Li ser endametiya xwe ya Asambleya Gelên Qazaxistanê, Narîn Nadîrova diyar dike ku ew bi vê peywira girîng gelekî serbilind û serfiraz e û ewê bi kêfxweşî, ji berê zêdetir xizmeta gelê xwe û gelên din ên li Qazaxistanê dijîn bike. Nadîrova her wiha eşkere dike ku bi vê peywira nû, barê li ser milên wê zêdetir bûye, lê ew ji vê yekê ne dilgiran e, berevajî wê şa ye û serfiraz e.

 

 

Kinyazê Îbrahîm:

Narîn Nadîrova layiqê her cihê baş e 

Serokê Kurdên Qazaxistanê Profesor Kinyazê Îbrahîm jî li ser endametiya Narîn Nadîrovayê diyar dike ku bi beşdariya Narînê wê xebatên wan hem di nav ”Berbangê” de, hem jî di nav Asambleya Gelên Qazaxistanê de barê wan siviktir bike û xebatên wan geştir bike.

 

 

Jiyaneke tije serkeftin

 

Narîn Nadîrova, berê jî serkeftinên mezin bidest xistibûn û ji bo vê yekê xelatên girîng wergirtibûn. Sala par ango sala 2019-ê, Nadîrovayê li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke “Kesayeta Salê” hatibû hilbijartin û hatibû xelatkirin. Ev xelat ji hêla hemû beşên Asambleya Kurdên Qazaxistanê ango Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ve bi pirs û dengdana kurdên wan beş û bajaran tê dayîn. Xelat her sal tê dayîn, lê cara yekê ye ku jinek dibe xwediya vê xelatê.

 

Narîn Nadîrova di sala 2016-ê de weke “Bankera Salê” hatibû hilbijartin û xelatkirin. Nadîrovayê her weha di sala 2017ê de jî xelata “Yekîtiya Gel a Qazaxistanê” wergirtibû.

 

Narîn Nadîrova li seranserê Qazaxistanê CEO-ya “Home Credit Bank”a Çekyayê ye ku li gelek deverên dinyayê ev banke heye.

 

 

Asambleya Gelên Qazaxistanê

 

Asambleya Gelên Qazaxistanê ku navekî wê yê din jî ”Meclîsa Gel a Qazaxistanê” ye, sazî û dezgeheke şêwrê ye ku rasterast girêdahiyê Serokkomarê Qazaxistanê ye. Asamble 1-ê Adara 1995-ê bi ferman û înîsiyatîfa Serokkomarê yekê Nursultan Nazarbayev ve hatiye avakirin. Divê bê gotin ku Nazarbayev Serokkomarê avakar ê Komara Qazaxistanê bixwe ye jî. Ji sala 2016-ê ve roja avakirina asambleyê ango 1-ê Adarê, bi navê ”Roja Şikranê” wekî rojeke fermî ya betlaneyê tê pîrozkirin.

 

Armanca Asambleya Gelên Qazaxistanê

 

Asamble di nav sazî û dezgehên Qazaxistanê de xwedî roleke gelekî mezin e. Qedrê vê saziyê ne tenê ji aliyê dewletê ve, her wiha ji aliyê tevahiya gelên li Qazaxistanê dijîn ve jî gelekî zêde tê zanîn. Çimkî li seranserê Qazaxistanê bi dehan gel dijîn û tevahiya van gelan li gorî nifûsa xwe di vê asambleyê de têne temsîlkirin.

 

Armanca vê asambleyê ew e ku çand, ziman, dabûnêrît ango kevneşopiyên hemû gelên li Qazaxistanê dijîn, bêne parastin û pêşxistin. Li hêla din bi riya konsolîdasyona komên etnîkî armancek jî ew e ku nasnameya Qazaxistanê, tevî fikrên yekitiya manewî bêne pêşxistin, dostaniya gelan were parastin û qewînkirin û ahenga di nava gel, ol û çînayetan de jî were xurtkirin.

 

 

Nazarbayev Serokê Asambleyê ye

 

Serokê Asambleya Gelên Qazaxistanê, Serokkomarê yekê yê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev e. Serokê asambleyê tevahiya xebatên vê meclîsa neteweyî diyar dike, erê dike û bi rêve dibe. Di Asambleya Gelên Qazaxistanê de du parlamenter jî cih digirin ku bi daxwaza Serokkomar û pêşniyazên Konseya Asambleyê hatine kifşkirin.

 

Tevahiya civînan bi beşdarî û serokatiya Serokê Asambleyê pêk tên. Roja rûniştin, cih û rojeva civînên asambleyê mehek berê tê kifşkirin û herî kêm salê carek asamble bi beşdariya hemû endamên xwe, di hizûra Serokomar Nazarbayev de dicive. Di rewşên awarte de, asamble bi înîsiyatîfa Serokkomar Nazarbayev yan jî herî kêm bi daxwaza ji sisêyan yekê endamên asambleyê ve dicive.

 

Şayanê gotinê ye ku Asambleya Gelên Qazaxistanê ji 394 endaman pêk tê. Ev 394 endam ji hemû gelên li Qazaxistanê dijîn têne hilbijartin û her yek ji wan hem gelê xwe temsîl dike, hem jî dibe hîmekî qewîn ê bingeha Qazaxistanê.

 

 

Li her herêmên Qazaxistanê Meclîsên Biçûk jî hene

 

Ji bilî xebata sereke ya Asambleya Gelên Qazaxistanê, li her herêm ango rayonên Qazaxistanê meclîsên biçûk ên gelan hene û ev meclîs di bin serkariya ”Akîm-hakîm”an, kar û xebatên şêwrê dikin.

 

Endamên ji bo Meclîsên Gelan bi şêwir û pêşniyazên navendên çandên neteweyî û bi biryarên civînên meclîsên biçûk têne destnîşankirin û bi biryarên dezgehên bilind ên dewletê têne kifşkirin.

 

Asambleya ku wekî dezgeheke pirsgirêkên têkiliyên etnîk û olî çareser dike, di nava raya giştî ya navneteweyî de dike ku hêz û otorîteya Komara Qazaxistanê mezintir bibe. Ji ber vê yekê piştgiriya asambleyê di çareseriya pirsên etnîkî û olî de bilind tê nirxandin. Di serdemên borî de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan rol û giringiya asambleyê wekî model bilind nirxandibû. Li hêla din dîsa Papayê berê, Papa John Paulê Duyemîn jî di serdana xwe ya Qazaxistanê bi erênî behsa kar û xebatên vê dezgeha neteweyî ya Qazaxistanê kiribû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev