
Birêz Mesud Barzanî!
Birêz endamên Partîya Demokrat a Kurdistanê!
Em we ji bo sersalîya Partîyê bi dil û can pîroz dikin!
Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku ji alîyê rêberê efsanewî yê gelê kurd Mustefa Barzanî da hatîye damezirandin, xwedî dîroka bi bûyeran va dagirtî û mêrxasîyê ye, ew di pirsa çareserkirina pirsa kurdan da li Îraqê û Herêma Kurdistanê roleke mezin dilîze. Haya me rind ji wan şehîdan heye, ku partîyê di şerê bo bidestxistina mafên gelê kurd da fîda kirine û em serê xwe ber bîranîna wan dadihêlin.
Her yek ji me wan pêşketinên erênî dibîne, ku li Kurdistana Başûr diqewimin. Hilbet, hela gelek kar gerekê bê kirinê. Û em bawer in, ku bi saya welatparêzên rasteqîn yên gelê me, bi saya xebata aktîv, helal û ciddî – kurd wê bigihîjine mirazê xwe.
PDKê di karê derbazkirina Referanduma dîrokî ya derheqa serxwebûna Kurdistanê da rola sereke lîst û ji wê daxweza gelê me ya bi sedan salan hate ber çavan.
Pir giring e, ku armanca sereke ya serokê netewî yê gelê kurd birêz Mesud Barzanî û PDKê bidestxistina serxwebûnê ye, ji ber ku tenê di şertên hebûna dewleta serbest da kurd dikarin xwe wek milet biparêzin û hebin.
Em bawer in, ku PDK bona hilanîna nelihevîyên di navbera hêzên sîyasî rola sereke dilîze û ewê di tevgera kurdan ya netewî-azadîyê da teqileke teze bide pêvajoyên întegrasyonê.
PDKê bi karên berçav va îzbat kirîye, ku dikare erkê sereke hilde ser milên xwe û di rewşên herî dijwar da jî biryarên rast pêk bîne.
Birêz Mesud Barzanî û endamên PDKê!
Civaka piştevanî û hevkariyê bi gelê Kurd ra ji We ra tundurustîya baş, bextewarîyê, berbihêrîyê dixweze di karê We yê pîroz û ne hêsan da. Em ji We ra serketinan dixwezin bona parastina mafên gelê kurd û ya sereke, pêkanîna xeyala bi sedan salan – azadîyê û serxwebûnê.
Bi qedirgirtin serokê Civaka piştevanî û hevkariyê bi gelê Kurd ra
Yûrî Nabîyêv