
Kerem bikin:
şirovekrineke balkêş ser navê mezinahîyên me
ji nivîskar û lêkolînerê me yê binavûdeng.
Di zimanê kurdî da du pașgirên: „ko“ û „kê“ hene. „Ko“ li dû navê mêran û „kê“ jî li dû navê jinan ra tê û wateya xoșewîstî/ezîzî yê didin.
Di zimanê Kurdî da nav û bi taybetî jî navên neyî Kurdî tên kurtkirinê. Bo nimûne Ebdullah dibe: Ebo, Evdo… Muhemed dibe: Miho, Mihê, Hemed, Hemke… Îsmaîl dibe: Simayîl, Simo.
Navê Îsmaîl Axa jî kurt bûye û pașgira „ko“ ku bi wateya xoșewîstîyê ye, lê zêde bûye û bûye Simko. Simko wate Îsmaîlê xoșewîst.
Ev pașgira „ko“ li dû gelek navên dî ra jî tê, ku yek ji wan Șêrkoyê apê Sellahedînê Eyyûbî ye. Lê muxabin navê wî di gelek jêderan da bi taybetî jêderên Farsî da bi șașî Șîrkûh, wate „șêrê çîya“ hatîye rave kirin. Ku șaș e. Weke çawa eceman navê Simko kirine Simîtqo, Farsan jî navê Șêrko kirine Șîrkûh/ Șîrêkûh…
Riataza