Qendîl û dewletên dagirker naxwazin yekîtîyek li Rojavayê Kurdistanê pêk were

Qendîl û dewletên dagirker naxwazin yekîtîyek li Rojavayê Kurdistanê pêk were

Nûçe/Analîz ji malpera Rojevakurd

Eve demeke hêviyek mezin ji bo yekrêziya tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê pêk were peyda bûye. Di çavderiya Amerikayê û piştgiriya herêma Kurdistana Başûr, ENKS û TEVDEM û hêzên ku xwe li dora wan kom kirin ji bo yekrêzîyê hevdîtina dikin.

Ya girîng ewe ku gava yekem de dan xûyakirin ku dê ew li ser bingeh û prensîbên peymana Duhokê werin ba hev û yekitiyekê di nava mala Kurd de li Rojavayê Kurdistanê ava bikin. Di destpêkê de gavên baş hatin avêtin û niha jî berdewamiya wan gava tên avêtin. Herdu aliyên sereke hevdîtina dikin û daxûyaniyên erênî didin. Ji bo vê yekê jî ihtimala pêşerojê de ev yekitî pêk were gelek e û dê ev yek tenê bibe sedem ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statuyeke fermî.

Ji aliyê din ev yekîtî dikare bibe gavek ji bo yekbûna du beşên Kurdistanê. Eger başûr û rojavayê Kurdistanê bikaribin pêşerojê de yekîtîyeke erdî pêk bînin, ev yek rêya serxwebûnê jî hêsanîtir dike.

Di vê qonaxa ku hevdîtinên yekrêzîyê li Rojavayê Kurdistanê pêktên hinek alî astenga çêdikin û naxwazin ev yeîitî pêk were.

Dewletên wek Tirkiye û Îranê gelek eşkere li dijê vê yekîtîyê tevdigerin û hemû hewldanan dikin ku Amerika xwe ji çavdêriya vê yekitiyê bide aliyekî da ku tu yekîtî pêk neyê û dijberiya di nava mala kurd de berdewam be.

Mirov helwesta Tirkîyê û Îranê tê digihe. Ew naxwazin tu cara li tu deverê cîhanê destkeftiyek a Kurdan çêbibe. Herweha rejima Suriye û Bexda jî li dijê vê yekîtîyê ne. Ji ber ku yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê pêk were, dê kurd gavek din ber bi armanca xwe ya bingehîn ve herin.

Lê hêzek din heye ku ew ji dewletên dagirker bêhtir naxwaze ev yekrêzî pêk were. Ew jî PKK ye. Berpirsên PKKê gelek bi zelalî didin xuyakirin ku ew naxwazin ev yekrêzî pêk were.

PKK li dijê hemû projeyên destxistinên netewî ye. Berpirsên PKKê destpê kirine ku ji bo hevdîtinên yekîtîyê têk here, peyama didin. PKK bi piştgiriya Îranê hewl dide Mazlum Ebdî ji kar dûr bixe û Aldar Xelil bînin dewsa wî. Eger PKK vê yekê de ser bikeve, dê karê yekrêziyê gelek aloz bibe.

Ji aliyek din ve bi provakasyonên PKK kesên girêdayî Qendîlê, êrîş birin ser ofîsa PDKSê û ala Kurdistanê daxistin û ofis şewitandin, sloganên PKK li ser dîwarên ofîsê nivîsandin. Rastî ev provakasyonek li himber hevdîtinên yekrêziyê bû.

Di vê derbarê de daxûyaniyên PDKSê gelek erênî bûn. Herweha Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî jî da xûyakirin ku; çend kesên bê serûberin êrîşî navenda PDKSê li Qamişlo kirin, karekî nezan kirine û ew şermezar dikin. Balî dibêje ku ev kiryar têkderane ye û navê Rêveberiya Xweser xirab dike û wê hesabê encamderên wê bê kirin.

Bê guman ev daxûyaniyên erênî cihê dilxweşîyê ye. Hêvî ewe ku helwest li dijê her aliyek ku bixwaze vê yekitîyê têk bide bê standin û her kurdek li rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyên netewî yên Kurdên Rojava tevbigerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev