Pizîşkekî Kurd li Rûsya bi 16,000 neştergeriyên çavan gelek navdar bûye

Pizîşkekî Kurd li Rûsya bi 16,000 neştergeriyên çavan gelek navdar bûye

Pizîşkekî Kurd li Rûsyayê yê bi navê Dr. Şêrko Osman ku bi esil xelkê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, di warê neştergeriya çavan de gelekî navdar bûye. Dr. Şêrko Osman li zanîngeha Pîrogov a Moskowê xwendiye û nameya doktoraya xwe ya zanistî di warê neştergeriya tora çavan de bidestxistiye û ta niha zêdetir ji 16 hezar neştergeriyên zehmet û dijwar ên çavan encam dane.

Klînîka Cirus ya Oftalmolojî wate nexweşxanya çavan li navenda Moskowê cihê karkirina wî doktorê Kurd e. Klînîk zêde mezin nîne, lê li tevaya Rûsyayê pir navdar e.

Navdarbûna wê jî bê guman bi navê xwediyê wê Dr. Şerko Osman ve girêdayî ye.

Çendîn sal e ku destên zêrîngerî yên Dr. Şêrko bi teknolojiya herî pêşketî ve dibin yek û roniya vemirî ya çavê mirovan ji nû ve geş dikin.

Dr. Şêrko Osman ji Rûdawê re got: “18 sal e min doktoriya xwe kiriye bal hikûmetê, li nexweşxaneya hikûmetê. Piştî wê min ev nexweşxane vekir û ew çend sal in ez li vir kar dikim. Xelk tên ji Îranê, ji Tirkiyê, ji Ewropayê û neştergeriyên xwe dikin. Min dixwast alîkriyekê ji milletê xwe re bikim, li Herêma Kurdistanê alîkariya wan bikim, li Qamişlo, li Sûriyê û li Hesîça, eger bi semînar be, doktorî be, neştergerî be yan jî nexweşên xwe bişînin vir.”

Neştergeriya Vitreo-retinal tê wateya neştergeriyeke kompleks, ji bo tedawîkirina patalojiyên herî giran ên mîna pûçbûna tora çav, têkçûna krîstalê, qelîşînên makuler, ku dîtina navendî ya çavê ji holê radikin.

Vladîmîr Dûbnîn efserekî Rûs ê malnişîn e ku pizîşkê Kurd, ji bo çavê wî neştegerî kiriye.

Vladîmîr Dûbnîn ji Rûdawê re dibêje: “Di hevdîtina pêşîn de dema ku Dr. Şerko bi min re sohbet kir, qet giring ne bû ka ew çi ji min dipirse û çi ji min re dibêje. Ew aramiya wî, ew şêwaza xwebaweriya wî, şêwaza temas û danûstana wî û axaftina wî ya misoger, aramî û bawerî bi min re çêkir. Û tenê profesyonel dikare wê baweriyê bide mirov. ”

Dijwariya Neştergeriya Vitreo-retinal ew e, ku bijîşk, li ser endamê laşê ya herî tevlihev a piştî mêjî – an ku li ser torê çav kar dike û serkeftîbûna vê neştergeriyê jî ew e, ku piştî emelyatê nexweş rasterast diçe mala xwe.

Patolojiyên, ku pêwîstî bi destwerdana neştergeriya Vitreo-retinal dibe, tê wê wateyê ku mirov hema bêje nabîne.

Herwiha dibe ku ji bo bijîşk kêliyên herî bextewer jî ew kêlî ne, dema ku nexweşên berê piştî neştergeriyê bi çavên bîna tên cem wî. Lewra ew şanaz e ku ronahî vegerandiye çavê mirovekî din jî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev