Di gotinên pêşiyan de “jin” û “zar”

Di gotinên pêşiyan de “jin” û “zar”

Zaneyê zargotina me a dewlemend birêz Umîd Demîrhan

bi vê nivîsê jî dengê pêşîyên me ji Bazîda qedîm digihîne me, weke ku dibêje:

-Ev miletê, ku ev aqilmendî sêwirandîye, hêjayî dewletbûnê ye!

 

Umîd Demîrhan

Dengnasiya peyvên “jin” û “zar”ê gelekî balkêş e. Çi dengdêr û çi jî dengdar hemû deng domdar in; bi gotineke din heta ku neksa we biçike hûn dikarin dengên /j/, /i/, /n/, /z/, /a/ û /r/yan derxin. Tu dibêjî qey ev yek nîşaneya vejîna van dengan e. Lewre ew diruşmeya ku dibêje “jin jiyan e” rast e; lê belê bi qasî wê jî rast e ku peyva “mêr” jî xwediya heman taybetmendiyê ye û hemû dengên vê peyvê jî domdar in. Rast e, mêr tenê dikarin bi riya jin û zarokan nifşa mirovahiyê berdewam bikin, biparêzin; lê hevahengiya mêr, jin û zarokan her wekî ya tov, ax û çêreyê ye, ango her sê hêman bi hev ve girêdayî ne. Ji aliyekî din ve pêwendiyeke wateyî di navbera peyva “jin” û peyvên “/ji/,/jî/, /jîn/, /jan/, /jenîn/”ê de heye. Daçeka /ji/yê “ji cihekî veqetîn” e, daçeka /jî/yê “biryareke berî xwe xurt dike”, peyva /jî/yê temen (emr) e, peyva /jî(yî)n/ê wekî navdêr û lêkerê “zindîtî û tevgera (hereket) zindîbûnê” ye, peyva /jan/ê “êş û xemeke piştre peydabûyî” ye, lêkera /jenîn/ê jî tê wateya “lêdana amûreke mûzîqê” û “lêkirina dîwarekî yan jî keyskirina tiştan li ser hev”. Heke mirov van wateyan giştan bide ser hev, pêwendiyeke wateyî ya hevpar derdikeve ku ew jî:

 

  • “jin parçeyekî mirovî ye ku jê veqetiyaye”;
  • “piştî biryara veqetînê, jinê nifşa mêrî xurt kiriye û bi hev re temenek derbas kirine”;
  • “mêrî di jinê de zindîtî dîtiye, lewre tevgera zindîbûnê û hilberandina zindiyan spartiye wê”;
  • “vê veqetîna piştre peydabûyî bi xwe re êş û xem aniye ku mêrî hertim jin tawanbarê vê bûyerê dîtiye”;
  • “ jin pîşekara hunerên dengî ye, hosteya keyskirina tiştan e û bi awayekî rastîn damezrînera malan e û bi awayekî mecazî damezrînera şaristaniyan e”.   

 

Her wiha bêjeya “zar”ê tê wateya “ziman”, “zarok” û “zara tawleyê” ku di navbera her sêyan de pêwendiyeke wateyî heye. Ziman alava ragihandin û danasîna zanîn û ramanê ye, zarok pêkhateyê ragihandin û danasîna dê û bavî ye, zara tawleyê jî nîşaneya bextê lîstikvanekî li hemberî lîstikvanekî din e. Wisan e zar(ok) bi wateya xwe ya berfireh “xwe îfadekirin, xwe berdewamkirin û xwe ceribandin” e.

 

Jin û zarên kurd ne tenê hêmayeke berdewamiya jiyana mirovahiyê ne; ew hêmayeke berdewamiya jiyandin-vejandina nifşa “kurd” in jî. Heçî ku şaristaniya kurdan e, ew jî li ser sê hêmayan ava bûye ku windabûna hêmayekê berdewamiya tevekan dike metirsiyê û pirî caran têk jî dibe. Wekî mînak şaristaniya kurdên Madistanê bi sedema têkçûna yek ji van hêmayan ketiye destê parsan; li gorî dîroknasan Kûriş (Cyrus) neviyê kurdan e, ji dêyeke kurd û bavekî pars e. Bilindbûna Kûriş bûye sedema desthilatdariya nifşa “pars” û zimanê parsî; mêrikî bi awayekî xwezayî çendekê bi alaya malxalanên xwe îdare kiriye û piştre alaya malbavana xwe bilind kiriye. Mînakeke din: ji sedî zêdetir hevalên min ên kurd hene ku bi keç û jinên tirkan re zewicîne; heta niha min ne dîtiye ne jî bihîstiye ku ev bûkên me yên tirk hînî kurdî bûne yan jî zarokên xwe hînî kurdî kirine. Heta meriv dikare bibêje ku piraniya vê nifşê windabûyî ye û beşa mayî jî dijkurd e.

 

Lewre parastina prîzma yan jî pîramîda ji “mêr-jin-zarokê kurd” pêkhatî pêwistiyeke jiyanî ye. Heçî ku di vê rewşa bêdewletbûnê de ye, sexbêriya (xwedîkirina) vê sêgoşeyê divê bibe xema her kurdî, her sazî-dezgeh-partiyeke kurdî. Heke hûn ji min bawer nekin, li rûpelên dîroka uyguriyan û ebasiyan temaşe bikin; hûn ê bibînin ku dîrok ji we re wiha dibêje: sedema têkçûna desthilatdariya uyguriyan jinên çînî ne û ya ebasiyan jî kolejinên tirk in ku di dawiyê de her du gel jî bûne bindestên malxalanên zarokên xwe.

 

Rast e, van demên dawîn hinek bîrdoziyên jinparêz derketine ku dixwazin dayiksalariyê li ser civaka kurd ferz bikin û statûya mêrê kurd daxînin nifşa “nêr”; her wiha hinek bîrdoziyên mêrparêz jî derketine ku dixwazin baviksalariyê li ser civaka kurd ferz bikin û statûya jina kurd daxînin nifşa “mê”. Bi rastî ev her du cureyên bîrdoziyê jî ne kurdî ne, ne kurdperwer in, ne kurdparêz in; her wiha ne pêkan e ku wekî stratejiyên mayinde li malbenda civaka kurd werin pêşniyarkirin, nîqaşkirin û erêkirin.

 

Bîrdoziya kurdan a dîrokî li ser van her sê hêmanan “mêr-jin-zarokê kurd” ava bûye, bi gotineke din bîrdoziya kurdan a neteweyî “mirovdost” û “malbatparêz” e. Jixwe hemû dewletên kurdan ên dîrokî li ser vî bingehî hatine avakirin û kengê ev avahî rûxiyaye jî, desthilatdariya wan ji dest çûye. Li gelek welatan jî ev bîrdozî heye; gava hevsera berendamekî serokatiyê ne ji nijada serdest a welêt be endamtiya wî tê xistin. Girîngiya jin û zarokên kurd di van gotinên pêşiyên kurdan de jî hatiye peyitandin:

 

“Jin kaniya jînê ye;

jin keleh e, mêr girtî ye;

 jin kelek e, mêr kelekvan e;

 jin ku berdilka mêr e, dayik mar e;

 jin ku heye, zeviya li ber gund e;

 jin ku ruhok e, dayik buhok e;

jin axa li bin lingê mêrî ye;

jin bedewa emir (temen) e;

 jin bela ye, zarok jî helahela ye;

 jin bi xeftan e, mêr bi kurtan e;

 jin birîye, lê hîn qelind nebirriye;

 jin biriye, qelind nebirriye;

 jin bûn sisê, dew ma li sêpêyê;

 jin çav li der e, mêr xwelî li ser e;

 jin çûn hewaran, mêr ketin kewaran;

 jin darê şikestî ye;

jin dibêje: cil ji zêr e, xwarin jehra mêr e;

jin dibêje: hevrîşm e kirasê min, jehr e xwarina min;

jin diçe xwînê, xwîn zelal dibe;

 jin dirêse, lê nizane bide ber hev;

 jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derve ye;

 jin gol e, mêr çem e;

 jin hene, jan hene û dermanê dilan hene;

 jin hene jinkok hene, mêr hene, mêrkok hene;

 jin hene, jan hene û berdilka mêran hene;

 jin hene, jan hene û qûnejin hene;

 jin herin xwînan, xwîn bêkar dibin;

 jin heye bira ye, jin heye birabir e;

 jin heye mirovî dike wezîr, jin heye mirovî dike rezîl;

 jin heye rewşa malê ye, jin heye terşa malê ye;

 jin heye, ji sed mêrî çetir e;

 jin him gula çavan e, him jî kula çavan e;

jin ku xatûn be, mêr dê darqûn be;

 jin mêran radikin jî, dadikin jî;

 jin mêran radikin jî, winda dikin jî;

 jin, nên pîne dike;

 jin, parsûya xwar e;

 jin, pêçana maran e;

 jin, rewşa malan e;

 jin sisê ne: jina ji dil, jina bi kul û jina dermanê dil;

 jin sisê ne: qenc, renc û ji birîna benc;

 jin sola teng e, heke nebû ji pêyê xwe bigir û biavej;

 jin tê dîtin, bira/dê nayê dîtin;

 jin û mêr, dergevanên malê ne;

 jin û mêr heval in;

 jin û mêr, her yek bi tehrekî ne;

 jin û mêr, tevr û bêr;

 jina baş, birayê mêrê xwe ye;

 jina baş, ji hezar mêrê xirab çetir e;

 jina baş, mêrê nebaş baş dike;

 jina baş, namûsa mêrê xwe ye;

 jina bêesil, dawa/pêşa xwe diavêje ser serê xwe;

 jina bêheya, wekî girara bêxwê ye;

 jina bêkes har/bar dibe, mêrê bêkes jar dibe;

 jina berdayî, wekî kera bindore ye;

 jina bêşerm, ji mêran natirse;

 jina bêzarok, dilê wê bi malê naşewite;

 jina bî li ku be, şer li wir e/ ew der bê şer nabe;

jina bî ye, dest li ber rû ye;

 jina bî mîna meha adarê ye, geh digirî geh dikene;

 jina bipûrt bi kundekî, mêrê bipûrt bi gundekî;

 jina bipûrt, mêrê zelût, piştê bi wan girêmede;

 jina çê, berginda heft mêran e;

 jina çê, hêjayî dinê;

 jina çê mirovî dike wezîr, jina xerab mirovî dike rezîl;

jina kêrnehatî/xerab, avê dirijîne û dibêje xêr e;

 jina ku ji bavê xwe şerm neke, lê negire;

 jina ku ji mirovî re nebe, sê kevirên wê bikin guhê melhefa wê;

 jina ku were kokila min, ez ê bigerînim li dora dinê;

 jina ku zû radizê, mêrê xwe kal dike;

 jina li pişta mêrî, şûrê dudev e;

 jina malê, binyata malê;

 jina mêran be, li ber sterk û ewran be;

 jina mêrê çê, derî li ser piştê;

 jina mêrê xerab e, him diz e him jî qehb e;

 jina mêrê zirz e, hin dibêjin hîz e hin jî dibêjin diz e;

 jina nebaş, mêrê baş xerab dike;

 jina nedelal çavê mirovî dieşîne, jina delal dilê mirovî dieşîne;

 jina neqenc, heriyeke sar e;

 jina paşîn, mîna pîna berevajî ye;

 jina qenc naxeyide, tu wê di dêrî re bikî der, ew ê di kulekê re bê;

 jina qenc seyd e, jina pîs qeyd e;

 jina qenc, buhişt e;

 jina req, heq dike sê telaq;

 jina revandî, dims û rûnê tev helandî;

 jina rind, belaya serê gundekî;

 jina ser mezin a pê biçûk, xwezî li wê malê bibe bûk;

 jina te hevala te, berîka te xalê te;

 jina xelqê ramûsanek, hespa xelqê meydanek, kinca xelqê ro û danek;

 jina xerab, benamûsiya komê ye;

 jinan bi mêran din, bila şêwr û pêwran din;

 jinan nebijêre, esil xêr e;

 jinbav çiqasî qenc be jî, navê wê jinbav e;

 jinbira, mirovî dikin şîva guran;

 jinbira, wekî gura;

 jinê bidin jinmiriyan, kerî/gayî bidin kermiriyan/gamiriyan;

 jinê bîne, bi komek derewan an jî bi kulmek diravan;

 jinê bîne bi şîreta pîran, hespê bîne bi dilê xortan;

 jinê bîne ji esliyan, avê vexwe ji kaniyan;

 jinê bîne ji esliyan, guh bidine ecêban;

 jinê bîne ji maleke mezin, tê bide qelend û hin;

 jinê bîne ji malxwediyan, avê vexwe ji kaniyan;

 jinê bîne ji yên ser xwe re, keçê bide yên ji bin xwe re;

 jinê dil kir, dîwar qul kir/mêrê xwe sil kir;

 jinê jin gotiyê, mêrî mer gotiye;

 jinê werîn ji mala mezin, pê bide hezar û hîn, da jê bikevin Mîr Şem û Qeretajdîn;

 jinebî ye, yan hêwî ye yan sêwî ye;

 jinikê xewn bi mêrê xwe re didît, keziya xwe li ser yarê xwe kur dikir;

 jintî bi hev re baş bin, bira wê ne şaş bin;

 jintî, dikuje biratî.”

 

“Zarok a dê ye, ne ya bavê ye;

zarok bi lîstikê/bi girî/bi ketin û rabûnê mezin dibin;

zarok çi bibîne digire, lê çi bibihîze dibêje;

zarok gotinên mezinan dibêjin;

zarok gula/kulîlka/fêkiyê malan e;

zarok ji bavê sêwî namîne, ji dê sêwî dimîne;

 zarok kezeba dê û bavên xwe ne;

zarok ku derewîn bû, mezin jî bibe derewîn e;

zarok li ser milê dê mezin dibin;

zarok negirî, dê şîr nadê;

zarok perdeya spî ne, nexşên xweşik lê bike;

zarok zarûk e, çi feqîr çi milûk e;

zarok, mirovî bi xwe re nabin cinetê;

zaroka ku pehniya min jê bi xwîn nebe, ne ji min e;

zaroka li ber destê jinebiyan, nabîne tu xweşiyan;

zaroka nebûyî, nav lê nakin;

zarokê bê dê, navika xwe bi xwe dibire/jê dike;

zarokê biçûk ku negirî, memikî naxwe; 

zarokên biçûk, çûken buhiştê ne;

zarokên du dêyan, li du rêyan;

zarokên horê, werin dorê (wexta horê, werin dorê);

zarokên hûr, çerezên malê ne;

zarokên şivan û şahan wekî hev tazî çêdibin, wekî hev tazî dimirin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev