Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!

Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!

„Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistanê û ji bo Îraqê jî baştir e.“

Seyhmus Özzengin

Ji hilbijartinên Emerîka re du meh mane û Emerîka di pêvajoka hilbijartinan de ye. Piştî hilbijartinên Emerîkayê, kî were ser textê serokatîyê bila were, ji kurdan re pir girîng e. Divê Kurd, di van herdû mehên pêşîya me de çav û guhên xwe vekin û vê pêvajoka hilbijartinên Emerîkayê baş bişopînin. Dostên xwe nas bikin, bi dostan re têkildar, kar û xebatên dîplomatîk bihonin. Ji bona piştî hilbijartinan ev wê pir girîng bin.

Divê Kurd xwe ji bona guhertinên piştî hilbijartinan di sîyaseta Emerîkayê de amade bikin!

Bi vê hêvîyê heta niha li Emerîkayê kesên ku bi kurdan re têkildar, pisporên doza Kurd û li ser sîyaseta piştgirîya Kurd û Kurdistanê, bi baldarî disekinin; min John Bolton û Joe Biden bi we da nasîn. Niha jî ezê dîplomatekî Emerîkî bi navê Dr. Peter Galbraith bi we bidim naskirin.

Dr. Peter Galbraith; piştî serhildana 1991ê li ser guhastin û parastina bi sedan hezar ton belgeyên rejîma Îraqê li ser Kurdan kar kiriye. Bi van belgeya bûye şahidê zilm, zordarî û jenosîdên sîyaseta Ereban li ser Kurd û Kurdistanê.

Di dema nivîsandina destûra Îraqa federal de şêwirmendê tîma Kurdistanê bû.

Dr. Peter Galbraith, di pir waran de hevkariya serkirdeyên Kurd kiriye, rêyên dîplomasîyê û Wezareta Derve ji kurdan re vekiriye.

Dr. Peter Galbraith, niha li Zanîngeha Pennsylvanya mamostetîyê dike. Demeke dirêj li Wezareta Derve ya Amerîkayê kar kiriye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, bû balyozê Amerîkayê li Kroatya yê.

Ji Rûdawê Dilbixwîn Dara vê carê bi Dr. Peter Galbraith roportajek baş, têr û tije amade kir û pêşkêşî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd kir. Hêjayî pesnê ye ku Dilbixwîn Dara heta niha di vî warî de, di derheqa dost û pisporên doza Kurd de, pir dokûmentên hêja pêşkêşî me kir. Ji bona van karên Dilbixwîn Dara û Rûdawê ez ji wan re minetdar im. Hêvî dikim sîyasetmedar û dîplomatên doza Kurd, ji van hevpeyvîn û dokûmentan sûdê bigirin û bi dostên xwe yên li Ewrûpa û li Emerîkayê re, ji bona doza miletê xwe têkildar bibin û bikaribin lobîyên piştgir û serkevtî ava bikin.

Dr. Peter Galbraith bi vê hevokê dest bi sohbeta xwe dike: „Gotineke bi navûdeng heye, dibêje: ”Ji bilî çiyan ti dostekî Kurdan nîne.” Ez, hergav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in!“

Dr. Peter Galbraith balê dikişîne ser têkilîyên Kurd bi Kurd re. Alozîya nav sîyaseta Kurd, destên dijminane yên di nav sîyaseta Kurd de zerarên mezin didin doza Kurdan. Pêşî li destkevtinên kurdan digirin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan dibin sebebên destwerdanê û eşkere dike ku; „Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişte Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî qurbaniyê bi berjewendiyên niştimanî bidin.“

Dr. Peter Galbraith, bi mînak balê dikişîne ser dema Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dîyar dike ku; „Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an de dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya, Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûkê û navçeyên din bike. Eger yekgirtî bûna, dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya.

Dr. Peter Galbraith qenaeta xwe a di derbarê dewleta Kurd de jî bi vê hevokê tîne ziman: „Bi baweriya min, zû yan dereng serxwebûn pêk tê.“

Dr. Peter Galbraith, li ser têkilîyên Herêma Kurdistanê û Îraq jî dîyar dike ku; ji roja dewleta Îraqê ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta Îraqê “Îraq dewleteke Ereb” dîtine û piştî çûna dîktator Seddam Huseyn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. Îraq; „Ti carî Kurd wek welatiyên pile yek ên Îraqê nehatine dîtin.“ Ji ber wê jî, dema ku buhayê neftê dikeve û mercên budçeya Îraqê xerab dibe, tenê qutkirina budçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku ji ber ketina dahatên neftê ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî budçe û mûçeyên temamê Îraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşan ku sîyaseta erebkirinê her bi çavekî xerab û dijminane li Kurd û Kurdistanê dinêre.

Dr. Peter Galbraith bi mînak dibêje: „Wek nimûne xerciyên artêşa Îraqê, xerciya pêşmergeyan jî heye. Hewce nake ji pereyên Herêma Kurdistanê bidin artêşa Îraqê, di demekê de divê pereyên pêşmergeyan jî bide. Ofîsên dîplomatîk ên Kurdistanê li derve hene, nabe ji pereyên Kurdistanê bidin ofîsên dîplomatîk ên Îraqê û pereyên ofîsên xwe jî bide.“

Di derheqa destûra Federal a Îraqê de jî birêz Dr. Galbraith nerînên xwe bi zelalî eşkere dike ku, „Ez bawer nakim pirsgirêkên destûrê hebin. Pirsgirêk di cîbicînekirina destûrê de ye.“

Tîne ziman ku; li Zanîngeha Pennsylvanyayê Brendan O’Leary, bi hevkarên xwe re li ser rewşa destûra Îraqê axivîn û „me 54 madeyên Destûra Îraqê destnîşan kirin ku nehatine cîbicîkirin. Hinek ji wan ji yên din giringtir in. Eger destûr bihata cîbicîkirin û hevbeşiya rasteqîne li welat hebûya, bi nerîna min ew pirsgirêkên niha nedibûn.“

Li ser dema avakirina destûra Îraqê jî eşkere dike ku: „Dema reşnivîsa destûrê hat nivîsandin, Kurdan giringî nedidan avakirina Îraqeke yekgirtî, yan Îraqeke bihêz. Tekane, giringiya wan bo parastina serxwebûna defakto ya Herêma Kurdistanê bû. Îraqê jî nedixwest dewletê ava bike, qasî ku dilxwaza parastina berjewendiyên şiî û suniyan bû. Anku çimkî nasnameyeke we ya hevbeş nîne û pabendiyeke we ya hevbeş bi vî welatî nîne, çi di destûrê de bê nivîsandin jî naxuye ti ferqê çêbike. Bi nerîna min destûreke pir baş e, lê pêwîst e bê cîbicîkirin.“

Li ser madeya 140 jî nerînên Dr. Peter Galbraith balkêş in: „Min bawer dikir ku Madeya 58ê ya serdema encûmena demkî, ku paşê bû Madeya 140ê ya Destûrê, tê cîbicîkirin. Bi wateya ku min wiha bawer dikir hemû alî hevnerîn dibin û berî 31ê Kanûna yekem a 2007an giştpirsî tê kirin. Niha bêtirî 12 salan di ser wê demê re derbas bûne. Îradeya Bexdayê nebû bo cîbicîkirina madeyekê, ku li ba Kurdan giring bû. Ez careke din dibêjim sedem ew e ku Kurd wek welatiyên pile – yek ên Îraqê nayên hejmartin.“

Wek pisporekî damezirînerê destûra Îraqê, rastîyê tîne ziman ku; „Pêşniyarkirin ji bo wan pêngavan di sînorê desthilata serokkomar de ye. Bi sadeyî, ti hewlek bo cîbicîkirina wê madeyê nehat dan.“

Û tîne ziman ku: „Her sê serokkomarên Îraqê, ku wê çaxê Celal Talebanî jî yek ji wan bû, dikarîbûn pêşniyaran pêşkêş bikin derbarê destkarîkirina sînorê Kerkûkê û hilweşandina guherînên ku Seddam Huseyn di sînoran de kiribûn.“

Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser xaleka din a pirsgirêkên navbera Bexdayê û Hewlêrê û dîyar dike; „Yek ji giringtirîn şiyanên Kurdistanê, şiyana kontrolkirina sînorê erdî û ezmanî ye. Eger Kurdistan dest ji van berde, dê di rûyê cîhanê de bê girtin. Karesat çêdibe. Bi nerîna min, nabe hûn (Kurd)‚ ti carî bi vî tiştî razî bin.“

Di derbarê nefta Kurdistanê de jî nerîna xwe wek pêşnîyarîyekê tîne ziman û dibêje: „Derbarê budçeyê, taybetmendiyeke giring a Destûra Îraqê ew e ku; mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Mijara çawaniya hinardekirinê ne zêde giring e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bê hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema ku hûn (Kurd) dixwazin berhemanîna petrolê kontrol bikin ew e eger hûn (Kurd) pişta xwe bi wê yekê girê bidin, Bexda çekeke pereyan ji we re bişîne, hingê wateya otonomî yan xwerêveberiyê namîne. Eger hûn bi xwe petrolê berhem bînin, dibe çavkaniya dahata we, lê çawaniya firotina petrolê mijareke kêmtir giring e.“

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de, berbi serxwebûna Kurdistanê de du gavên girîng bi dû hev de hatine avêtin. Ev herdû gav jî di dema Serokatîya Kek Mesûd Barzanî de ne. Yekem; milîkirina nefta Kurdistanê ye. Bi pêşnîyara Serokê demê, Parlementoya Kurdistanê biryar daye ku; „nefta Kurdistanê, çavkanîyek milî a Kurdistanê ye û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî“. Ev gavek serxwebûnê ye.

Gava duyem jî; Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye. Miletê Kurd û Kurdistanîyan, cara yekem bi îradeyek bilind biryar dane û pesend kirine ku; „dewletek serbixwe“ dixwazin.

Li ser têkilîyên Îraqê bi Îranê re jî bi hevokek zelal tîne ziman: „Çewt e ku bê pêşbînîkirin Kurdistana ku xwe birêve dibe, bibe beşek ji wê hevpeymaniya bi Îranê re“ û dîyar dike ku: „Kurdistan, bi awayekî xwezayî ji Amerîkayê nêzîktir e. Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê, ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê de ye. Herwiha, ji bo aramiya navçeyê jî bisûd dibe. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistanê û ji bo Îraqê jî baştir e.“

Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser girîngîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dike belge ku: „Bi nerîna min, ev belge ye ku Kurdistan zû yan dereng serxwebûnê bi dest dixe. Kes nikare înkar bike, gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Xwedê ti dewletek çênekiriye, tew Amerîka jî. Eger dewletek nûnertiya xwesteka gelê xwe neke, çima yekgirtî bimîne?“

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev