”Lîs” hemû berhemên serokê 24 salan yê Radyoya Rewanê çap dike

”Lîs” hemû berhemên serokê 24 salan yê Radyoya Rewanê çap dike
  • QISEYÊN CIMAETÊ
  • XELÎLÊ ÇAÇAN

 

Weşanxaneya Lîs a ku ev sêzdeh sal e di warên curecur de bêtirî sê sed berhemên bi Kurdî weşandine, li gel rêzên pirtûkan ên din, bi berhevkirin, amadekirin, weşandin û çapkirina gencîneya serdema Kurdên Yekîtîya Sovyetê berdewam e.

 

Di vê çarçoveyê de, Lîsê dest bi çapkirina hemû berhemên nivîskî yên Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê radyokompozîtor, nivîskar, kedkarê çanda Kurdan, berhevkarê hemû stiran û pîês-şanoyên Radyoya Rewanê kir û ev berhem bi dorê gihiştine ber destên hemû xwînerên, şanogerên û lêkolînerên Kurd.

 

Xelîlê Çaçan Mûradov ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê, nivîskar û berhevkarê pirtûkên bi navên Kilamên Cimaeta Kurdan (zargotin, 1963), Du Poêm: Memê û Eyşê & Zembîlfiroş (destan, 1965), Gotinên Pêşîyan (zargotin, 1967), Qiseyên Cimaetê (zargotin, 1972), Morîyên Nenê (kurteçîrok, 1976), Memê û Eyşê (pîyes, 1978) û Cewahirên Kurdî (zargotin, 2010, Lîs) û her wiha, xwedanê gelek gotaran, di ber gelek karên xwe yên din re qiseyên cimaetê yên neteweya Kurd jî berhev kirine û di sala 1972’yan de li Hayastanê cara pêşîn wekî pirtûk dane weşandin.

 

Weşanxaneya Lîs Qiseyên Cimaetê ya Xelîlê Çaçan cara duyem bi serbilindî pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî ya neteweyî dike, ya ku tijî ye bi nimûneyên çîrokbêjîya gelêrî ve, ku di wan de li me tesele dibe lemelema gurr a guhderzî û zîrekîya civaka Kurd.

 

P.S.Weşanxaneya me zûtirîn wext wê pirtûkeke taybet çap bike ser malbata Xelîlê Çaçan, ku neferên wê malbatê bi hev ra weke 100 salî xizmetî çand û edebîyata kurdî kirine.

 

Malpera LÎSê: www.lisyayinevi.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev