Peykerxaneya hosteyên Hûrriyan: Yesemek

Peykerxaneya hosteyên Hûrriyan: Yesemek

Agît Yazar

Li ber dilê min, erdnîgara me ya herî nirxdar, herêma nêzî deryayê ye. Hela tew li nêzî deryayê, avahiyên dîrokî yên aydê pêşiyên me lê hebin, meriv dikare wan avahiyên dîrokî yekser wekî sînor û tapûya welatê xwe bihesibîne. Jixwe wanî ye jî. Loma jî ji roja Yesemek hatiye kifşkirin û vir ve, ev serê 7-8 salan e ku îlim li ser bala min e. Min digot xwedo ha xwedo ka ez ê çi çax bikaribim biçim serdana Yesemeka li gêdûka çiyayê Kurmênc û bi beza hespê, mesafeya du saet rê, nêzî Deryaya Spî. Û rojek tê, di pêncê meha şeşan a 2020’an, em lêdixin berê xwe didin Yesemeka xopan.

Malûm şewba koronayê bi hemû hemd û hêla xwe azirî ye, ango derketiye radeya herî jor a pîkê. Lê dîsa jî heta ji me tê, em xwe himet dikin. Hasilîkelam li derdora esiriya teng, em ji Kextaya Semsûrê derdikevin.-

Çaxa em digihêjin navbera Bêsnê û Dîlokê, roj xwe berdide pişt çiyayê Kurmênc û Amanosê û di asoya Deryaya Spî de diçe xwarê lê hîn jî pencê rojê, dev ji sawgura êvarê bernedaye. Ez bala xwe didim hêla rojhilat. Ez dibînim hêva ku jê re digotin “hêva super” mîna sêniyeke paxirî, di ser serê me re daliqandî ye. Ewqas nêzîk bû û ew çend jî mezin bû; te digot qey hema ti nemaye, zir-hêva gewre dike bigindire bikeve erdê. Tam di wê hênê de, şivanek pezê xwe ber bi pirêzeyan ve ajot ku hîn maşîneya dirûnê di nav de bû. Min ji hevalên xwe yên kamerevan xwest ku zir-hêva super û keriyê pez bikin yek lê heta em xwe didin kêleka rê, keriyê pez yê ku bîna simbilê ceh hilanîbû xwe li rê dixîne û bi çilekî ber bi pirêzeyan ve dibeze. Em jî çend wêneyên zir-hêva super digirin û di oxira xwe de diçin.

Piştî eşayê, em digihêjin navçeya Îslahiye ya Dîlokê. Em di cadeya Berazî a li navenda navçeya Îslahiyeyê re derbasî hotêla xwe dibin. Berazî, eşîreke pirr mezin a xelkê me yê êzidî ye. Ji vî navê vê cadeya bi navê Berazî jî eyan dibe ku heta wexteke nêzîk jî exleba xelkê niştecihê Îslahyeyê, kurdên êzidî bûne. Em dibêjin ev navê vê cadeyê ya bi navê Berazî, bi serê xwe mijara lêkolîneke cuda ye. Û em vegerin ser mijara xwe ya esasî.

Pilansaziya me ew e ku sibê beriya dinya germ bibe, em gerr û lêkolîna xwe ya li nava Muzexaneya Servekirî ya Yesemekê bi encam bikin lê dîsa em bi dudil in. Lewra li her derê ji kêşana me ya profesyonelî re, astengiyan derdixînin û ev yek me zivêr dike.

Sibê em radibin, kirr û birra xwe dikin. Piştî xwirêniyê, em berê xwe didin Muzexaneya Servekirî ya Yesemekê. Vê carê em enerjiyek pozîtîv li ser xwe hîs dikin. Wexta em digihêjin Yesemekê, nobedarê wê, apê Elî bi beşerek baş me pêşwazî dike. Serê peyva wî û binê peyva wî, xocam e. Xocam wanî, xocam wanî!

Ev eleqeya apê Elî yê nobedar a pilore, min li ser guşeguşan dixîne. Nêzîkatiya wî, nêzîkatiyeke ji derveyî rêzê ye. Li hêlekê, maseyê diedilîne û cih ji me re xweş dike; li hêlekê jî semawerê çayê vêdixîne. Ez ji apê Elî yê nobedar rica dikim ku ewqasî xwe di ber me de mişhet neke. Apê Elî jî li min vedigerîne, dibêje: “Zehmeta çi xocam! Jixwe haya min ji hatina cenabê te hebû xocam. Serê vê sibê midûrê muzexaneya Dîlokê li min geriya û got xoce tê serdana Yesemekê, wî baş biezimîne…”

Ez sebeba eleqeya apê Elî a pilore fam dikim. Ez li çavê hevalên xwe dinêrim û di bin zimanê xwe de dikenim lê ez li heynê xwe nadim der û ez xwe li kerikî datînim. Qirdê me li pişt hustê apê Elî xistiye! Ez ji apê Elî re dibêjim çi, nabûn tune ye. Apê Elî ewil min li nava peykeran digerîne; yek bi yek raberî min dike. Ne îşê henekan e; nêzî sî salî ye ku ew nobedarê Yesemekê ye û ji arkeologekî bêtir, wan peykeran dinase.

Ez bi nazikî malavatiya apê Elî dikim û jê re dibêjim: apê Elî, ji kerema xwe tu biçe çaya me çêbike, heta em kêşana xwe bi encam dike. Mexseda min ew e, ez apê Elî ji xwe bi dûr bixînim. Da ku em bi hêsanî bernamê pêşkêş bikin. Li ser vê yekê, apê Elî jî dibêje: “Hahhay, hayhay xocam” û berê xwe dide holika xwe. Em jî dibêjin hey me keysa xwe lê aniye, em heta dronê jî difirînin û xwe li karê xwe berdidin.

Yek û dudu, em kêşana xwe bi encam dikin. Paşê em dadikevin cem holika apê Elî. Jixwe ji zû ve, apê Elî çaya me demandibû. Hema li ser nigan em çend qedeh çayê bi kurrekurr vedixwin. Paşê ez çav li hevalan dişikînim û ez dibêjim, hevalno zû bikin alavên xwe têxin tev em herin. Elawekîl heke mêvanê midûrê muzexanê yê rastîn were, ew ê poxê me aşkera bibe. Û em dibêjin yela nigo bi qurban! Yan jî tekero bi qurban!

Her kevirek peykerek

Peykerterraşê navdar, Michelangelo gotiye: “Di hundurê her kevirekî de, peykerek raza ye. Ez tenê zêdehiya kevir jê digirim. Paşê jixwe peyker jixweber derdikeve meydanê.”

Tu dibêje qey Michelangelo ev gotina xwe, ji bo peykerxaneya Yesemekê gotiye. Lewra hosteyên hûrrî yên pêşiyên kurdan, ji zikê her kevirî peykerek derxistiye. Lêkolîner û arkeolog dibêjin, dîroka peykerên Yesemekê, xwe dispêre derdora çar hezar sal beriya niha. Her wiha dibêjin di wexta xwe de 300 hosteyên hûrrî-mîtanî, li Yesemekê peyker hilberandine. Û ev peykerxane hezar û 250 sal bê navber çalak bûye. B.Z di sala 750’î de asûrî digirin ser Yesemekê û her derê wêran dikin. Ew roj û ev roj, peykerên Yesemekê tevî hemû razên xwe, binax dibin.

Cara ewil di sala 1890’î de arkelogekî alman, Yesemekê kişf dike û bi cîhana arkeolojiyê dide nasîn. Paşê, pêre pêre di salên 1990’î de dest bi kolanê tê kir. Heta niha li derdora 520 heb peyker derketine ber ronkahiya rojê. Tê texmînkirin ku li derdora 600 heb peyker, hîn jî di bin erdê de ne.

Tişta balkêş ew e ku temamên peykeran, nîvçe hatine terrişandin. Sebeba ku hosteyên Hûrriyan, peyker nîvçe terrişandine ew e ku ev der lana kevirên reş ê nêr (bazalt) bûye. Hosteyan bi teknîkeke heta tu bijî bi hosteyane kevir, ji makelatê birrîne. Paşê bi şagirtiyan hinekî teşe danê û sivik kirine. Piştre peykerên nîvterrişandî dibirin Girikê Bizincîr (zencirli huyuk) a ku bi qasî 40 km dikeve bakurê Yesemekê. Û hosteyên herî pispor, yên xwediyê zendên bi huner, li wir peykêr temam dikirin û dişandin paytextên împeratorên wekî Hitît û Misrê.

Her yek ji wan peykeran bi xwîna mêran bûye. Hesab bike, her yek ji wan bi sedan km li ser beştên darînî dixirikand û dibirin li ber devê deriyên qesrên biîhtişam diçikandin.

Peykerên balkêş

Bi dehan peykerên ji hev cuda, li naverastê pel û pahn bûne. Şêr, sfenks, peykerê mêre-hirç, roliyefên yezdanan, roliyefê hespê bi erebeya cengê û gelekên din.

Ji şêran, sê cure hene. Ji van şêran niha du heb li ber devê deriyê muzexaneya Stenbolê ne. Her wiha tê texmînkirin ku ew şêrê navdar ê Efrînê jî, di bin destê hosteyên Hûrrîyên li vê derê re derbas bûye.

Ji van peykeran yek jê peykerê Yezdanê hûrrî-mîtanî yê çiyê ye. Gava ez li ber roliyefa Yezdanê Çiyê radiwestim, nizanim çima hema jixweber yezdanên çiyê û daristanê Xumbaba, di asoya min de eyan dibin.

Dîsa roliyefeke din a hespê bi erebeya cengê bala min dikişîne. Her wekî tê zanîn, hûrrî-mîtanî bi hesp û erebeyên xwe yên cengê navdar bûne. Heta her kesên bi ilmê arkeolojî û dîrokê re têkildar, baş dizanin ku erbeya hespan a cengê, îcada şaristaniya hûrrî-mîtaniyan ye. Heta keseyatiyek bi navê Kîkulî heye ku ev kesê hanê, di ilimdariya li ser perwerdekirina hespan, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Kevalek li Hattûşa ya Hîtîtê hatiye dîtin ku ev keval bi destê Kîkulî yê xwediyê ilmzanîna hespan hatiye nivîsîn. Kîkulî, bi kurdiya ku îroj jî baş jê tê famkirin, li ser kevalê, wiha dest bi nivîsê kiriye: “Ez Kîkulî yê Mîtanî…”û pê de diçe.

Ji wan peykeran yek din jî heye ku jê re dibêjim: Mêre-hirç (ayi adam) Ev peyker, di cureya xwe de bêhempa ye. Ev peykerê mirovê kovî, Enkîdû yê destbirakê Gilgamêş bi bîra min dixîne.

Heta niha ji bilî peyker û roliyefan, kevalek û mohreke aydê Hitîtiyan, hatiye ditîn.

Ev kevala hanê, tenê ji du hevokan pêk tê. Lê her du hevok jî pirr bi bandor in. Keval ji hêla qralekî bi navê Krolîma ve hatiye nivisîn û wiha dibêje: “Ez aştî û aramiyê li dû xwe dihêlim. Ez neqeba di navbera xizan û dewlemendan de radikim.” Qral Krolîma!

Çavkanî :

https://xwebun.org/peykerxaneya-hosteyen-hurriyan-yesemek/?fbclid=IwAR2-LGEri5IOS3m6TV62ZD4q4lQFMJ06orxKFz1SmthbBx8U1pM9oSDiigM

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev