
Aydin Ronak
Yek Xwedê
Yek milyaketê sereke/Berevanê Xwedê (Tawisîmelek)
Yek peyv/peyva Xwedê
Yek erd
Yek ezman
Yek rih
Yek beden
Yek mekan
Yek Laliş
Yek Mîrê mezin
Yek Şêx
Yek Pîr
Yek şevekê de Berat têne çêkirin (Şevberat)
Yek Bisk di meha 7an an ya 9an an jî meha 11an de (eger heta meha 11an Bisk neyê birrîn, ew zarok heta heft salan guneh e destê xwe bide porê xwe. Di heftsaliya xwe de dikare Biska xwe hilîne)
Yek xwûşka/birayê axretê
*****
Sê rojiyên Ezda/fer (ferz)
Sê peyvên Xwedê
Sê caran av reşandin (nimûne, yekî bi oxirekê de here rêyek dûr)
Sê gavan ber bi rojê, dua sibê û (sê gavan ber bi pêşde- ber bi rojê diçin û sond dixun)
Sê telaq/soz/biryar (sê telaqên jinberdanê)
Sê mehên havînê
Sê mehên zivistanê
Sê cara ziyaretê maç dikin (pîrozbahiya Laliş)
Sê cara li gorra/quba Şixadî dizîvirin
Sê qurt ava Zimzim (vedixun)
Sê cara destê xwe bi ava Pira Silatê dişon
Sê cara zarok tên mor kirin
Sê cara mirî blind dikin û datînin û sê caran dibêjin “Hol Hola Tawisîmelek e”
Sê rojiyên Xidir Ilyas û Xidir Nebî
Sê cara meqesê li biskên lawikan didin (bisk)
*****
Heft milyaket
Heft tebeqê erd û ezman
Heft roj
Heft rojên xêrdanê
Heft rojan de dinya ava bûye, hatiye kewnê- hatiye bedenê
Heft cejnên serke
Heft cûre xwarin di cejnan de têhn amade kirin
Heft mom/fitîl
Heft siwarê mala Adiya
Heft cil û berg (yên şikestî/peywirdarên Laliş, heft cil û bergan li xwe dikin)
Heft kezî
Heft qatên şaşê peywirdarên Laliş
Heft qatên qubê
Heft stûnên Laliş
Heft bira
Heft hoz/eşîr
Heft Tawis (salê carekê Tawis li heft herêmên welat/Kurdistan digerandin. Nimûne Tawisa Şengalê, Tawisa Çêlka, Tawisa Xalta, Tawisa Serhedê, Tawisa Herîrê, Tawisa Efrînê û Tawisa Rûhayê)
Heft roj (heftiyek)
Govenda heft rêz (li ber sirûda Def û Şebabê dîlana Kaniya Spî)
Heft roja Batizmî
Heft rojan dawet dikirin
Heft perçê Piyalî (Pîr Arî/Pîr Alî)
Heft çarşema li dû hev xêra didin (4 çarşemên Nîsanê û 3 çarşemên Gulanê)
Heft rojê xêra miriya
Heft rojê Cemayî (cejna Lalişê)
Heft rojên Heciyan
*****
Çil hezaran sal şûnde rih çû qalibê/bedena Adem
Çil mêrên çiyayê Şengalê (çilmêra)
Çilê rojên (rojî) zivistanê
Çil rojên havînê
“Çilê zarokê” û dema çil rojên wê/wî diqedin dişon û çil kevçî av li serê wan dikin
Çil gulî ên keç û xortan
Çil ço/dar
Çilê miriyan de (xêra miriyan didin)
*****
Dema koma mirovan ji ser gorrê vedigerin çend gavan şûnde, hemî bi hev re çend çirkeyan qelefîstkan/li çokan rûdinên û radibin dimeşin (ango em hemî rêwiyê vê rê ne, emê li dû we werin dibêjin)
*****
Hîv, di salekê de sêzde caran nû dibe.
*****
Dehyek/ji dehan yeke dewletê, (heta serdema Şîxadî “dehyek” didan, dewletê- Serokê kadê/aboriyê Şerfedîn bû)
*****
Kefenê miriyan neh metre ne.
*****
Çar hêman/madeyên bingehîn:
Ba û ax û av û agir.
Riataza