RADYOYA ERÎVANÊ

RADYOYA ERÎVANÊ

Arif Selçuk

Dengê Radyoya Erîvanê ku berî bi dehan salan

ketîye nava guh, dil û ruhên guhdarvanên me, xuya ye ewqas xurt bûye,

ku îro bi nivîsên gorî rola radyoyê bêhempa

li me vedigerin û dibine dengê kevirên bingeha Kurdistaneke serbixwe. 

 

Di jiyanê de hin tişt hene, di kesayetiya mirovî de weke kevirên hîmê cihê xwe digirin û sinc û sirûşta insên li ser wê bingehê ava dibe û dikemile.

 

Radyoya Erîvanê jî, havên û hêmaneke hîmî ye di bingeha xwezanîn û xwenasiya bi mîlyonan mirovên kurd de.

 

Ez bi xwe jî yek ji wan kesan im.

Di demên zarokatî û bişkivîna me de (salên 70-80 yî) weke her devera kurd lê dijîn, li gundê me jî (Uzîm/Berwarî/Sêrt) saeta weşana kurdî destpê dikir, ji heft heta heftê û heft saliyê hemû guh dibûn guhdarên radyoya xwe, radyoya kurdî.

 

Ji destpêk heta dawiya weşana kurdî tu di kîjan kolanê re, di ber kîjan şibakê re derbas bibûyayî ji bilî dengê Radyoya Erîvanê te pêjin ji ti kesî nedibihîzt. Wisa tevahiya şêniyan piçûk û mezin hemû bi hez û heyranî radestê vî dengî dibûn ku ev deng weke dengê xwebixwe, ayîdê xwe dihesibandin.

 

Dema weşanê pir kêm û kin bû.

Her roj danê êvarê ji nîv saet heta saetekê derfeta weşana kurdî hebû. Her wisa jî weşan bi bernameyên mişt û merêz, bi ruheke xweser û resen diherikî û weke dilopek ava vejînê xwe digihand hemû dil û şitilên kurd û Kurdistanî.

 

Di wan sal û serdemên ji her hêlê ve teng û tengav de, ev radyo bibû yekane deng û dirûşmeya kurd û kurdayetiyê, heta ne bi tenê deng, her wisa bibû lûleya bîn û nefesê jî.

 

Radyoya Erîvanê, di sala 1955an de wek test destpê bû, wê demê du kes kar dikirin: Casimê Celîl û bêjer Eznîva Reşîd. Dema piştî 2 salan Komîsyoneke taybet a ji Moskvayê hate Rewanê bo wê radyoyê ji testê derxe û bike ya fermî, ya dewleta Sovyetê, Xelîlê Çaçan kirin serokê radyoyê, Qaçaxê Mirad kirin cîgirê serok, Casimê Celîl jî bo bêkar nemîne, kirin rêvebirê beşa mûzîkayê. Bi salan ra wextê radyoyê û jimara karmendan hatine zêdekirin, ev kesên li jêr di demên cuda-cuda da bi serpereştîya Serok û rêvebirê Radyoyê Xelîlê Çaçan bûn serwêrên beşên edebîyetê, çandê, jîyana partîyê û sazbendîyê, wergervan û bêjer: Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Mîkaêlê Reşîd, Emerîkê Serdar, Wezîrê Eşo, Mirazê Evdo, Sîma Semend, Hamoyê Rizgo, Barîyê Mehmûd, Keremê Seyad, Têmûrê Xelîl, Sêvaza Evdo, Memê Eylaz, Nûra Cewarî, Tîtalê Kerem, Leyla Kerem, Cemalê Ûsiv, Îşxanê Eslan, Lûsîka Huseyn, Cemîla Celîl, Gulîzara Casim û hwd. Bi dehan xizmetkarên vî karê giran û giranbuha hebûn.

 

Her êvar weşanê, bi dengê Eznîva Reşîd û Keremê Seyad, bi hevokên ERÎVAN XEBERDIDE, GUHDARÊN EZÎZ, NAHA BIBIHÎZIN DENG Û BEHSÊN TEZE destpê dikir. Dengê bêjeran, ew dengên aza û mismid, ji wê qirika kurdî diherikî û sînor serobino dikirin, anha jî di xelxeleya guhê min de zindî ye û dizingzinge!

 

Û dîsa jî ew dengê melûl û bi hizin yê bilûr, meya, fîq û zurneya nemir Egîdê Cimo, Xelîlê Evdilê, Şamilê Beko û wana bi dilovaniya dayikekê xwe li dilê guhdarên xwe dipêça û fena gijnokek barana bi rehmet çilmisîna bi salan ji dilê wan radikir.

 

Her weha dengbêjên me yên miletî, netewî yên weke; Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Aslîka Qadir, Reşîdê Baso, Paşayê Efo, Zadîna Şekir, Aramê Tîgran, Sîsa Mecîd, Bêmalê Kako, Davîdê Xilo, Sûsîka Simo, Şiblîyê Çaçan, Egîdê Têcir, Efoyê Esed, Xana Zazê, Memê Xudo, Fetoyê Hodîk, Îskoyê Lezgî, Kawîs Axa, Memoyê Silo, Têmûrê Xelîl, Xemoyê Hesen, Ûsivê Sêbira, Şevavê Egîd, Mirazê Egît, Mecîdê Xêlid, Kinyazê Hemîd, Têmûrê Telê, Reşîdê Sîyabend, Fatima Îsa, Belga Qado, Cemîla Çawîş û hîn bi dehan yên me li vir navên wan hilnedanê bi wî zarzelalî û dengdelaliya xwe, bi reng û reseniya xwe karîne bibin rûmet û şanaziya gelê xwe ya herî mezin.

Û di tevna çanda kurd ya dengbêjiya gelêrî de bi kilam û stiranên xwe yên xweş, xweser û dewlemend navên xwe yên ezîz bi tayên zêrîn raçandine.

 

Em jî dîsa û dîsa hemû kedkar û keddarên Radyoya Erîvanê bi giramî bi bîr tînin, li hember ked û ruhê wan ê pak bi hurmet û bi minet serê xwe diçimînîn.

 

Û yên di dilê me de raketîne re rehmetê, ji yên li jîyanê ne re temenekî dirêj, sihet û rihetîyê dixwezin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev