Aydin Uçar jî ji nav me bar kir

Aydin Uçar jî ji nav me bar kir

Yek ji kurdên pêşin ku li Ewrûpayê bi Şivan Perwer ra eleqedar bû,

Aydin Uçar bû. Komeleya pêşin li Ewrûpayê ku stiranên

Şivan qeyd kirin û belav kirin, KOMKAR bû,

ku rêvebirê wê yê pêşin Aydin Uçar bû.

Konsertên pêşin, ku di wan da Şivan Perwer bi salan stiranên xwe

dîyarî gelê xwe dikir (piranî jî di dema Cejinên Newrozê da)

KOMKARa bi serokatîya Aydin Uçar bû.

 

Ev nivîsa Şivan Perwer xemgînîyek e bo mirina Aydin Uçar

û di hêlekê va jî sipasîyek e bo karê wî kurdperwerê rasteqîn.

 

Dr. Şivan Perwer

 

Dema ez hatim Ewrûpayê (1976) kurdên çalakvan û welatperwer ku pêşin li wan rast hatim yek jê ji wan rêzdar Mamoste Aydin bû. Ez bi xêr û xizmeta wî û çend kesên dî gihîştim civata kurdan li Ewrûpayê.

Kekê Aydin ji Agiriya şêwedar û şopnas, ji malbateke kurde welatperwer têt. Ji ber sedemên siyasî û çavsoriyên dewleta mafnenas û dagîrker ji mecbûrî welat berda û derket Ewrûpayê.

Wî li gel hêzên demokrat, bi taybetî li gel KOMKARê (yek ji endamên komîteya hîmdanîna Komkarê û PSK ye) kar dikir.

Kekê me Aydin 50 salan di Komela alîkariya civata kurd de ji bo mafê penaberî, xizmeta çand û hunerî de di nava xizmetê de bû. Hema em bêjin di tevaya serwextiya jiyana xwe de li xizmeta gelê xwe bû.

Berya demekê bi nexweşiyek giran ket û westiya bû Kekê Aydin. Mixabin berya çend rojan bi bedena xwe ji me xatir xwest û çû ser dilovaniya xwe.

Mirin an jîyan an jî dilovanî li pêşiya her can û afran e. Lê mirov çi car naxwaze mirovên xwe yên wisa hêja wenda bike. Civat, dost û heval û malbat pêdivî mirovên wisan e.

Ger mirin jî bikanibûya bimra, dibû ku mirov nemira. Lê mixabin kes nikane zagon û zayana xwezayê biguhere.

Mîxabin li ber mirinê her kes bêçare dimîne.

Bila serê gelê Kurdistan, dost û heval û malbata wî sax bin.

Ta li jiyanê bin, emê Kekê Aydin, Mamosteyê gelê me bi rindî û başî bi bîr bînin.

 

Wêne: Sala 1998 li Frankfurt/a m li gel Mamoste û çalakvanê sîyasî Aydin Uçar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev