Derbarê temenê jinan de lêkolîneke zanistî

Derbarê temenê jinan de lêkolîneke zanistî

Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pêk hatiye, diyar dike ku temenê jinê ne tenê di bin şert û mercên rihet de dirêj dibe, her wiha temenê jinê di bin şert û mercên zor û zehmet yên weke birçîtî/xela û epîdemiyê de jî dirêj e.

 

Sebeba çima temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e jî ev e; “şansê pêçekên keç ji ya pêçekên kur pirrtir e.” Komeke lêkolînerên navneteweyî li ser daneyên mirinê ku tê de agahiyên kesên 250 sal bere çûne ber rehma Xwedê hebûye, xebatên xwe pêk anîne. Daneyên mirinê ji agahiyên kesên ji ber xelayê, nexweşiyê an jî ji ber afateke mezin çûne ber rehma Xwedê pêk dihêt. Daneyên mirinê ji heft neteweyên cihêreng yên mêr û jinên ji her neteweyê di bin şert û mercên zor û zehmet de bêgav mane ku 20 sal bijîn, pêk dihêt.

 

Hemwelatiyên ji heft neteweyên cihêreng, kesên di destpêka sedsala 19an de li Trînîdad û Tobago û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kole bûn, kesên li Swed, Îrlanda û Ûkranyayê di sedsala 18, 19 û 20an de ji ber xelayê filitî bûn û kesên li Îzlandayê di navbera salên 1846 û 1882an de li ber bayê nexweşiya sorikê ketibûn, pêk dihêt. Li Lîberyayê ku koleyên Amerîkayî yên serbest hatibûn berdan û di sala 1800î de li Lîberyaya li rojavayê Afrîkayê hatibûn bicîh kirin, hejmareke zêde ya ji koleyên Amerîkayî çûne ber rehma Xwedê.

 

Di sala pêşin de ji sedî-çel kes çûne ber rehma Xwedê û dibe ku sedema mirina koleyên Amerîkayî jî nexweşiyên tropîk ku muafiyeta koleyan nedikaribû li hember nexweşiyan li ber xwe bide, bin. Zarokên di wê serdemê de Xwedê dane, hema bêje beriya sê salî bin, diçûn ber rehma Xwedê. Şêniyên Îrlandayî yên kêmzêde di sala 1840î de jiya ne, ji ber nexweşiyeke nebatî ya ku di zeviyên kartolê de peyda bûye, bi xelayê re rû bi rû mane û ev jî ji temenê şêniyên Îrlandayî 15 sal kêm kiriye.

 

Lêkolînerên ji Danîmarka, Amerîka û Almanyayê di xebata xwe de pêhesiyane ku rêjeya mirinê ya her du zayendan (jin û mêr) pirr bilind bûye, û temenê jinan kêmzêde ji 6 meheyê bigire heya 4 salan ji temenê mêran dirêjtir bûye. Temenê keçikên ku di sala 1993an de li Ûkranyayê Xwedê dane, 10,85 sal bûye û temenê lawikên di wê salê de Xwedê dane jî 7,3 sal bûye. Zarokên di wê demê de Xwedê dane, weke “zarokên xelayê” jî dihên zanîn. Dema lêkolîner li ser daneyên berhevkirî hûrdibin û pê re jî ji hev vediqetînin û yek bi yek rêz dikin, pêdihesin ku hejmara pêçekên keç ji ber xelayê, afatekê an jî nexweşiyekê nemirî ne, ji hejmara pêçekên kur zêdetir bûye. Sebeba vê agahiya balkêş jî ev e; “Pêçekên keç ji pêçekên kur xurttir in.”

 

Encamên xebatê agahiyeke din jî eşkere kiriye, cudahiyên sosyolojîk û tevgerên zayendî yên weke rîsk girtin, hêrsbûn û pevçûnê, yên di navbera jin û mêran de bi tenê serê xwe nikarin pirsa “çima temenê jinan ji temenê mêran dirêjtir e” bibersivîne. Lêbelê jin di demên giran û xerab de dêhndarê faktorên biyolojîk yên genetîkî an jî hormonên xwe ye. Mesela hormonên ostrojen ku komeke hormonên steroîd in û jê re hormonên jinitiyê jî dibêjin, muafiyeta laşê meriv li hember nexweşiyên enfeksiyonê xurttir dikin. Rêvebirên lêkolînê, profesor Virginia Zarulliyê ji zanîngeha başûrê Danîmarkayê û profesor James Vaupelê ji zanîngeha Dukeê encamên xebata xwe di “Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America”yê de vegotine.

Çavkanî: Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev