ŞÎYAR ÎSA: ”HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE”

ŞÎYAR ÎSA: ”HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE”

Berhemeke nû ji Weşanxaneya ”Lîsê

Di berhema xwe ya li jêr serenavê “Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De – Sûrîye Wekî Mînak” de, lêkolîner Şiyar Îsa dîroka demokrasîyê, şêwazên desthilatdarîyê û rejîmên demokratîk bi rengekî gelemper û li gor zanyarîyên têrûtijî rave dike.

Berhema ku bi zimanekî akademîk ê sade û fêmbar hatiye nivîsîn, giranîyê dide şirovekirinên felsefeyî û hizirî yên der heqê merc, eger û faktorên guncer ên rûniştandina pergaleke desthilatdarîyê ya demokratîk de.

Lêkolîn, hizir û boçûnên fîlozof û ramanwerên gewre yên Yûnanistana kevin û Ewropayê raber dike û hemûyan dide ber bêjinga dahûrandineke zanistî ya hişmendane.

Lêkolîn her weha giranîyê dide şirovekirina teorîyên hizirî yên binavûdeng ên ku barê nasandina rejîmên demokratîk daye pêşîya xwe.

Wekî din, lêkolîner Şiyar Îsa beşekî berfireh ê berhema xwe ji bo dahûrandina rewşa qeyrana Sûrîyeyê veqetandiye; sedemên qeyranê û rewşa sîyasî ya Sûrîyeyê ji xwîneran re zelal kirine.
Weşanxaneya Lîsê, lêkolîna giranbiha û cihêwaz a nivîskar Şiyar Îsa bi wergera herikbar a Evdo Şêxo raberî xwînerên hêja dike û vê berhemê bi şanazî li pirtûkxaneya zimanê Kurdî pîroz dike.

Malper: www.lisyayinevi.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev