DÊRA METÎNAYÊ, EŞÎRA METÎNÎ; MÎTANÎ – 2

DÊRA METÎNAYÊ, EŞÎRA METÎNÎ; MÎTANÎ – 2

Lêkolînerê me yê zîrek û jêhatî vê carê jî xwendevanan dibe

 nava warê kal û bavan yên dewr û dewranên berî hezaran salan.

Dengê pêşîyên me – êzdîyan di guhê me da dike zingîn.

Îro em beşa duduyan a gotara wî a zanyarî raberî we dikin.

Beşa pêşin me duh çap kiribû.

 

Egît Yazar, lêkolîner

 

DÊRA METÎNA, METÎNÎ, MÎTANÎ

 

Diyar e ku di wextekê de xelkê Ermenî jî, di gundê Dêra Metîna de bi cîh bûne. Nexasim çaxa împaratoriya Bîzansî derbasî ola xiristiyaniyê dibe, hingê Bîzansî destegeke muazam dide gelê Ermen. Lewra miletê Ermen û Asûrî-Suryanî, beriya her miletî ola xiristiyaniyê dipejirînin. Piştî Zayinê di sala 312an de, çaxa Emerîkana hingê, ango împeratoriya Bîzansê jî ola xiristiyaniyê dipejirîne, êdî gelê Ermen li herêmê nola werma mar bipêşdikevin. Loma li her deverê, dêr û mabedên olî ava dikin. Dêrek ji wan dêran jî, Dêra Metîna ye. Lê ne navekî Ermenîkî, navê eşîra Metîna li heman dêrê dikin û dibêjin Dêra Metîna. Wekî tê zanîn jî, eşîra Metîna, navê xwe ji hukumdariya pêşîyê Kurdan, Mîtanîyan wergirtiye. Dîroka dewleta Mîtanîyan jî, tê xwe dispêre 3700 sal beriya niha.

 

Ez bi xwe di sala 1973an de li vî gundî, ango li gundê Dêra Metîna hatime dinyayê. Çaxa ez zarok bûm, hema hewka tê bîra min. Lûleyek zinc î reş, heta li ber kokevaniya ezmanan di asoya min de bilind dibû. Di jiyana min a şexsî de, ev lûleya Dêra Metîna, xwedîyê risteke gelekî mezin e ku ez aniha ketime li dû şopên pêşîyên xwe û virde wêde li nava kavilên dîrokê digerim.

 

Hesteke gelekî xerîb e. Piştî ewqas sal ez diçim Dêra Metîna û ti kes ji wî gundî min nas nakin. Çaxa em li dora lûla Dêra Metîna digerin, em bala xwe didinê ku qismekî wan avahiyên dîrokî kirinin axwurên pez, qismek kirinin tewla ker û hespan. Dêra dîrokî jî kirinin kadîna kayê. Ez deriyekî berrabotî li ber avahiyekê dibînim. Çaxa ez wî derî vedikim, kûçikekî ku ji ber şêzan revyabû û xwe avêtibû hundurê wê avahiyê, hema ji nişkan ve xwe davêje li ser çavê min. Ji tirsa kûçikê no û xulqteng, min li hundurê wê avahiyê saxtî nekir ka ew der çi tişt e. Li vegerê ez zilamekî li ber devê kadînê dibînim. Hin tişt mişt ji kadînê derdixist. Kalemêr dibêje:

 

“Heke ne bi xêra me bûya û me ev avahiyên tarîxî nekirina axwur û kadîn, ka xwedê zane bê ew ê çi bihata serê van avahiyana. Niha kevirek jî li dewsê nemabû!”

 

Tu nedizanî bikene yan jî bigrî.

Ez careke din li dora lûlê doş dibim û ez dibînim ku kalemêrek li ser banê xaniyê li hember, bi baldarî me dişopîne. Diranê wî yên zêr, nola sotikê êr di nava lêvên wî re dixwuye. Diranê bavo jî ê zêrînî bû. Ez zorê didim bîra xwe. Belê ez dibêjim hebe tinebe ev apê Mehemed e. Bi nenasî ez rojbixêrekê didim apê Mehemed. Ew jî rojbixêrê li me vedigerîne, xwe ji ser banê xênî berdide xwarê û tê gel me. Bi qasî dirêjahiya derbendekî em navbênê di navbera xwe de dihêlin û dîsa bi nenasî ez pirsan ji apê Mehemed dipirsim û mîqrefonê dirêjî wî dikim. Apê Mehemed jî wiha dibêje:

 

“Dêra Metîna başkent (paytext)ê eşîra Metîna ye. Tam 48 gundê me hene. Milet ji gundan bêtir li bajara belav bûne. Berê, me ji xwe re li hevdu guhdarî dikir. Niha herkes ji xwe re dibêjin ez axa me. Dêra Metîna başkent (paytext)ê eşîra Metîna ye!…”

 

Apê Mehemed bi gazin bû. Çaxa destê xwe nola melêveke darînî virde wêde dirêj dikir, ji îşareta destê wî dihat fêmkirin ku ev her 48 gundê eşîra Metîna, di sê kuçikiya Şemrix, Riya Hevirmêş a qîr û çiyayê Qerejdaxê de ne. Herwiha gundê Dêra Metîna jî, tam di nîvê vê sêkuçikîyê, li serê girekî ye. Ez di dilê xwe de dibêjim, bavo wele paytextiya eşîrê li gundê we tê. Ê ji xwe ev herêma hanê, navenda dewleta Mîtanî jî bûye. Mirovekî ji meşê re jêhatî, di nava rojekê de bi meş dikane ji Dêra Metîna biçe heta Waşûkanî (Serêkaniyê)ya paytextê dewleta Mîtanîyan.

 

Çaxa ez xwe bi apê Mehemed didim naskirin, hema hew bask lênakeve û nafire. Apê Mehemed dide pêşiya min û dixwaze tiştekî raberî min bike. Em dikevin hundurê hewşekê. Apê Mehemed xaniyekî kevn şanî min dide û ji min re dibêje “binere, qenc bala xwe bidê birazê! Tu aha di vê malê de hatiye dinyayê!”

 

Ew xanî ji kevirên lihevhatî hatbû avakirin û ji hêla dîtbariya xwe ve, ew jî têra xwe dîrokî dixwuya.

 

Mal, hema 50 metreyekî dikeve rojavayê lûla Dêrê. Ez li ber devê wê malê li lûla Dêrê dinerim û ez diçim zarokatiya xwe. Lûla Dêra Metîna, di asoya min de bilind dibe derdikeve heta li ber kokevaniya ezmanê şîn ê lacîwert.

 

Apê Mehemed çiqas israr dike jî, lê ji ber tirsa dibe ku em hilgirê pandemiyê bin, em naçin li ser sifra apê Mehemed ronanên.

 

Em xatirê xwe ji apê Mehemed û Dêra Metîna dixwazin û em berê xwe didin Kela Rebetê.

Dengê apê Mehemed li dû me tê, dibêje “hela binerin lawo ev çi zeman e! Lawê birakê min Mele Dawid tê gundê min û ez nikaribin wî biezimînim. Hela binerin lawo ma ev çi zeman e!”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev