Emmanuel Macron: Fransa piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê didomîne

Emmanuel Macron: Fransa piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê didomîne

Kurdistan. K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe û Herêma Kurdistanê bo Serokê Fransayê anî ziman û di piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê de û di mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hevkariya Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina kêşeyên navbera wan de pesnê rola Fransayê da. Macron jî tekez kir ku di serdana dahatû de bo Bexdayê, dê kêfxweş bibe ku were Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê bike.

Duh çarşemê 2ê Îlona 2020an li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Emmanuel Macron, Serokê Fransayê civiya.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û geşedanên herî dawî yên li herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Macron pesnê rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna teror û têkbirina DAIŞê de da û tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bo gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştevaniya Fransayê bo Herêma Kurdistanê û hewldanên çareserkirina kêşeyên her du aliyan di çarçoveya destûrê de car din anî ziman.

Di civînê de her du alî hevraman bûn ku aramiya Iraqê bi çareserkirina kêşeyan çêdibe û di vê mijarê de jî pêwîstiya hevkariya Fransa û dostên li civaka navdewletî bo Iraqê anîn ziman.

Parastina serweriya Iraqê, berdewambûna metirsiyên teror û liv û tevgerên DAIŞê, hewldana kêmkirina aloziyan, parastina aramiyê li herêmê û çend babetên din, di civînê de mijarên gotûbêja her du aliyan bûn.

 

Macron: Me li Derya Spî xeta sor danî pêş Tirkîyê

Serokê Fransayê ragihand: “Me li Deryaya Spî xeta sor danî ber Tirkîyê û Enqere rêz li kiryarê digre, ne li gotinê.”

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê di civîneke çapemenîyê de dîyar kir; îsal dê helwesteke wan a tund li hember kiryarên Tirkîyê li Deryaya Spî hebe û ew xeta sor datînin ber Tirkîyê, “ji ber Tirkîye rêz li kiryarê digre, ne li gotinê”.

Macron destnîşan kir: “Dema mijar derbarê serwerîya rojhilatê Deryaya Spî de be, divê gotin ligel kiryarê hev bigrin, lê Tirkîye rêz li gotinan nagre.”

Li alîyê din, Josep Borrell, Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê jî ragihand; Yekîtîya Ewropayê hejmarek ceza li dijî Tirkîyê amade dike û tê çaverêkirin ku di lûtkeya dahatû ya Yekîtîya Ewropayê de ev ceza were gotûbêj kirin, ku biryar e di 24ê meha Îlonê de were lidarxistin. Ev jî weke bersivek bo milmilanîya navbera Yewnanistan û Tirkîyê ya li rojhilatê Deryaya Spî.

Jêder : Basnews

 

Tirkiye berpirsiyarê aloziyên Rojhilata Deryaya Navîn e

Yekîtiya Ewrûpa berpirsiyariya “rewşa xerab” ya Rojhilata Deryaya Navîn xist stûyê Tirkiyê û ew tometbar kir ku li gel hişyariyên Brukselê bi berdewamî aloziyan çêdike.

Peter Stano Peyvdarê Nûnerê Bilind a Asayîş û Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa ragihand, Bruksel peyamên zelal gihandiye Enqere û pêwîste Tirkiye wan peyaman li ber çav bigre, bo ku dewletên Ewrûpa neçar nebin rêkarên dijber werbigrin.

Her wiha got: Ewê niha Tirkiye pêwîst e ku bike ragirtina aloziyan e û rûniştina li ser masaya guftûgoyê ye bi mebesta peydakirina çareseriyeke herdemî bo ku tevahî kêşeyan çareser bikin.

Biryar e serkirdeyên dewletên Ewrûpayî li lutkeya bê da li 24 eylûlê li ser aloziyên Rojhilata Deryaya Navîn guftûgoyê bikin.

Jêder : Rojevakurd

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev