PKK ji tevgera Kurd û Kurdistanî çi dixwaze?

PKK ji tevgera Kurd û Kurdistanî çi dixwaze?

Seyhmus Özzengin

PKK di Tebaxa 1984an de çek teqand. Di ser vê bûyera çekteqandinê re 36 sal derbas bûye.
Encamên 36 sal teqandina çek û destpêkirina “şerê çekdarî” çi ji Kurd û Kurdistanê re anî û kurdan çi wenda kir, çi qezenc kir?

Di van 36 salan de:

Bakurê Kurdistanê nêzî 100 hezar cangorî da.
Bi sedhezaran birîndar û seqet.
Bi 100 hezaran zîndanî.
Pênc hezar gundên Bakurê Kurdistanê vala bûn, hatin şewitandin û 10 milîyon Kurd û Kurdistanî koçber bûn.
7 milîyon Kurd li metropolên tirkan raserî xêzanî û asîmîlasyonê bûn.
Di xendekan de bi 10 hezaran Kurd malên wan bi ser serê wan de hilweşîyan û koçber bûn.
Bi hezaran Kurd di van xendek û mahzenên tarî de hatin kujtin û şewitandin.
Bi hezaran sîxur û ajan berdan pêsîra kurdan!
Derfeta ku li Rojavayê Kurdistanê bikeve destê kurdan hilweşand û bû sebeb ku 80 % ji axa Rojavayê Kurdistanê radestî tirkan bibe û kurd bê mal û milk, li çolên ereban perîşan di kampan de bijîn.
Asîmîlasyon mala miletê Kurd xerakir û gihîşt ji sedî 80 %…
Balansa civata Kurd hilweşîya, dejenerasyonê bandorek mezin çêkir û êdî li Kurdistanê û dîyasporayê, di nav kurdan de bira jî bawerîyê bi bira nayne.
Piştî 36 salên şerê çekdarî yê PKK, kurdan berê xwe daye entegrasyonê bi dewleta Tirk re.
Di 36 salên vî şerê çekdarî de Kurdan çi bidest xist?
Çend buhust axa Kurdistanê rizgar bû?

Kurd bû dijminê Kurd, beşekî Kurdistanê bû dijminê beşên din û bi dijminatîya kurd bi kurdan re, sîyaseta PKK bandorek dijminane li ser girseya kurd avakir.
Niha jî bi êrîşek şerê Kurd bi Kurd re PKK dixwaze vê malwêranîya xwe têxe bestkura tevgera netewî.
Divê Kurd li henber vê xîyaneta malxerab hişîyar bin û wê derfetê nedin PKK…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev