Tu ji kîjan eşîrî yî?

Tu ji kîjan eşîrî yî?

Rojnamevana me a delal ji Qamişloyê

ev hevpeyvîna xweş bi taybet ji bo malpera me şandîye

 

Hevpeyvîna Evîn Hesen bi Abdulîlah Erebo ra

 

Beriya bajar werin avakirin, babik, qebîle û eşîr derên, jiyaneke kolektîf hebû, bi hev re rengê jiyana xwe zelal dikirin, pê re pê re jiyaneke tevinkirî xwe da der û ya ne tevnkirî ji ristinê bê par ma û ji xwe re rengekî din bada, têkildarî babeta eşîrtiyê me xwest pergala navçeyeke ku demxa eşîrtiyê li eniya wê xistiye nas bikin û ji nêz ve bi mezinekî eşîra Azîzan a li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê Abdulîlah Erebo re nas bikin. Erebo wiha bersiva pirsên me da.

 

-Bi kurtayî dîroka bajarê Dirbêsiyê.

Navçeya Dirbêsiyê ne pir mezin e, ji aliyê bakur ve derdora 85 km dûrî bajarê Hesekê ye û li rojavayê navçeya Amûdê ye, sal 1931`ê de hatiye avakirin, anku dema bîr lê hate kolandin û av lê peyda bû, navlêkirina navçeyê hin dibêjin ji Derb Asya hatiye, ji ber rêya bazirganiyê bû ji herêma rojhilatê Sûriyê ku ji başûr- rojava û ji aliyê Asyayê ve jî ji bakur heta rojhilat e. Hinan jî gotin na avahiyên li navçeyê di teşeyê devan de ye, ev jî şeklê depoyên Fransa ye û bi zimanê Suryanî bi Dirbês tê naskirin, jixwe ev avahiya ewil ku li navçeyê tê lêkirin, lê di rastiya xwe de berî her kesî Suryan û Mihelmiyên ji herêmên Tirkiye yên wekî Mardîn û Midyadê koçber bûbûn lê bi cih bûn. Navlêkirina herî dawîn jî derket holê Dirbas bû, ev jî li avakerê navçeyê vedigere û bi demê re bûye Dirbêsiyê.

 

 -Her bajarek xwedî taybetmendiyekê ye, Dirbêsiyê jî bi taybetmendiya eşîrtiyê rê naskirin, sedema vê yekê çi ye?

Ji hêla eşîrtiyê ve erê rast e, pergalê mohra xwe li civakê xistiye, navê van eşîran Kîkan e, di koka xwe de ji 13 eşîr in û bi wan navçe berfireh bû, lê di îroniya me de zêdetirî 52 eşîran e, ji ber hin ji Bakurê Kurdistanê hatin. Taybetmendiya sîstema eşîrtiyê ew e ku hev û din di kêfxweşî û di rojên teng de barên hev radikin, mînak berî niha şerê eşîra Begaran, Kîkan û Milan çêbû, cardin destek bûn. Taybetmendiyek din heye, ew jî dema eşîrên pêşekî ji serxetê hatin her yekî nûnertiya eşîra xwe dikir, îca wextê li bakur pirsgirêkên wan derdiketin, wekî ku hîn li Serxetê ne, ji hewcedariyê re dibûn bersiv, heta ne tenê Serxet, hin mezinên eşîrên li herêma Kîkan ji Başûrê Kurdistanê ne û nêzîkatiya wan heman nêzîkatî ye. Wate ferdên eşîran bi maqûlên xwe ve dihatin naskirin û dorhêlek ji xwe re çêdikirin. Êdî ji wê demê û şûn de çandek hate rûniştin, di vir de ew ê hin bêjin ma dem û dewran serûbinî hev bûn, ev hişmendî wekî xwe ma? Ez ê bêjim belê, wekî xwe ma, partî hatin avakirin, lê serokên partiyan ji eşîrên herêmê bûn, kufletên van eşîrên bûn endamên partiyê, li şûna demxeya eşîrtiyê jê biçe qinitî, bi gotineke din serokên partiyan bi şeklekî siyasî parastina eşîran kirin.

 

-Dema mirov dibe mêvanê Dirbêsiyê, mirov pêrgî pirsa”Tu ji kîjan eşîrê yî” tê, gelo çi qasî bandora vê gotinê heye?

-Tu ji kîjan eşîrê yî?!! Pirsa we hişt ez navmilên xwe biçimînim, ji ber heta ah vê kêliyê bi silavdayînê re ev pirs tê kirin, lê kêm zêde di van salan de kûrahiya wateya xwe wenda kiriye, her kes tê gihaşt ku derbeyên ji ber siyasetên qirkirinê li aliyekî û derbeyên navxweyî li aliyekî din dihêlin netewe parçe parçe bibe. Ji ber vê dema mirov ji yekî xwendevan vê pirsê bike dê mutleqen bi çavekî biçûk li hişmendiya mirov birame. Lewra bîrwer pirsa tu kur an jî keça kê yî dike, heta pirsa tu ji kîjan bajarî yî tê kirin û pirsên pê ve girêdayî zelal dibin. Ez ê bêm ser benda duyemîn ji pirsê ku bandora wê li civakê, niha hin malbatên li navçeya Dirbêsiyê ne xwedî eşîr in, di demên şoreşan de, heta ji ber dijminahiyê berê xwe dane binxetê û eşîrên wan li serxetê mane, ji ber vê heke van malbatan di asta zanistî de xwe bi pêş nexistibin, li pirsa eşîrtiyê dilikumin, pê hevgirtineke civakî çênabe, tim û daim xwe ne xwediyê navçeyê dibîne û bi vî rengî parçe bûn çêdibe.

 

-Bi pirsa berî xwe ve girêdayî, erênî û neyîniyên pirskirina eşîrê çi ne?

-Rast e, erênî û neyînên wê hene, erêniyê wê bi çend gotinan; zimanên xwe parastin û miletê zimanê xwe parast û şûn de mirov li ser helandina wî natirse. Karîbûn malbatên xwe komî ser hev û din bikin, mesele çi qasî destên derve hewl bidin wan parçe bikin û bi rê ve bibin, ew ê zû bi zû negihêjin armancên xwe û taliya talî netewe tê parastin. Lê heke mirov were ser neyînan kesên ne ji eşîra min, mesela dêmek ez û wî ne destbirakên hev in, ev jî dibe kelem, nahêle vehesiyek çêbibe. Kurt û kurmancî sîstema eşîrtiyê çavên zarokên xwe girtî dihêle, lê heke zanebûn û sîstem hev û din sergihayî bikin, ew tiştekî din e. Ez ê mînakek ji navçeya xwe bêjim; malek ji serxetê hatibûn binxetê û ji ber vê ji wan Mihacir tê gotin, li dibistanê xwe pir xerîb didîtin, îca xwendekarekî Mihacir û yekî Azîzî ketin qirka hev, yê Azîzî bang li xwendekarên ji eşîra xwe kir û digot: “Lêxînin, mihacirek e heqê wî du firing e. “Wate heke malek bi yek be – gundek, gundek bi yek be – eşîrek, eşîrek bi yek be – dûgelek pê nikare.

 

-Peyama te ji bo hevpeyvîna me çi ye?

Pirsên we pêdiviya wan bi naskirineke dîrokî heye, ji ber di esasê xwe de eşîrtî tune bûn, malbat hebûn, hejmara ferdên malbatê zêde bûne û bi xwe re guhartin û veguhatin anîne. Di dawiyê de dibêjim: “Şêweyê herî dudirêj ê civakbûnê ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev