HALÊ PERÎŞAN YÊ KURDÎ…

HALÊ PERÎŞAN YÊ KURDÎ…

Nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgîn bala we dikişîne ser pirseke giring,

bi hêvîya ku bala kurdan û rêxistin, sazî û partîyên kurdan

bikişîne û rêyeke çareserîyê bê dîtin. 

Roşan Lezgîn 

Ev deh sal in ku li unîversîteyên çar bajarên kurdan Beşê Kurdî (Zazakî, Kurmancî) vebûne. Di eynî demê de ji bo sinifên 5, 6, 7 û 8. yên mekteba sereta jî wek Dersa Hilbijartî heqê fêrbûna Kurdî (Zazakî, Kurmancî) hatibû dayin. Evê dawîn di pratîkê de niha temamen pûç bûye, tune ye. Unîversîte jî li ber têkçûnê ne! Îstatîstîkên îsalê ev in:

Mêrdîn Artuklu: Kontenjan 25, tercîh 26 xwendekar (377-295 puan)

Mûş Alparslan: Kontenjan 35, tercîh 18 xwendekar (318-211 puan)

Bîngol (Kurmancî): Kontenjan 30, tercîh 18 xwendekar (302-215 puan)

Bîngol (Zazakî): Kontenjan 35, tercîh 28 xwendekar (367-200 puan)

Mamekîye Munzur (Zazakî): Kontenjan 30, tercîh 13 xwendekar (322-191 puan)

Niha nayê zanîn ji van xwendekaran dê çend kes qeyda xwe çêkin û dewam bikin. Puan jî gelek ketine; bo nimûne, Unîversîteya Munzurê sala pêşî ji 452 puanî xwendekar girtin, niha ketiye 191 puanî.

Gelo mesûlê vê rewşa hanê tenê dewleta tirkan e?

 

Şiroveyên di bin vê nivîsa giring da jî balkêş in û dikarin di hêla çareserkirina vê pirsgirêkê da bi kêr bên.

 

Abdurrahman Benek

Fikra min ev e ku îro mafê perwerdetîyê Kurd bidestxînin jî, kes zarokên xwe naşînin dibistana. Belkî pêşîyê ji sedî 5 an 10 bişînin lê di nav çend salan de dibistan wê ji ber ku xwendevan tune ne bêne girtin. Hêvî dikim ez şaş bim.

 

Selman Çiftsüren

Ne tenê rewşa beşa Kurdî/Zazakî wisa yê. Exlebê beşan mirin e. 7 sal berê min dest bi Sosyolojî kiribû, wê demê ji bilî çend zanko yê Taşrayê, ji 300 puan berjêrtir zanîngeh tune bûn. Do min lê mêzekir yên ku baraj xilas kirine ketine navê û her wiha kontenjan jî pirranî vala mane. Bi ya min, ev ne pirsgirêkekê Kurdewarî ye, digel aborî û filan û bêvan jî têkilî yê wî mezin e. Ji ber vê yekê nayên tercîh kirin. Ji hêla dewletê ve jî meqsed û mebesta wan; mezûnên unîversîteyî zêde bikin. Bo kar û îstihdamê qet naxebitin, mixabin bo zimanan jî ev rewşekê xemgîn û xetereyek e…

 

Mihemed Eren

Na na kek Roşan, me tawanbarek dîtîye û em hemû kêmasî û gunehên xwe davêjin stuyê wê, lê di vê rewşa han da para mezin ya me ye.

Elbette dewlet û feraseta wê jî pîr û pak nîn in…

Ger dewletê xwendekarên ku ji van beşan derçûn û bûn xwedî bawername li erdê nehişta û kar bida wan… dê hêjmarên nû gelek zêde bibûna.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev