NIVÎSKARÊ HEFTEYÊ: XELÎLÊ ÇAÇAN – 1924 – 1981

NIVÎSKARÊ HEFTEYÊ: XELÎLÊ ÇAÇAN – 1924 – 1981

Ez ê çûme Rewanê bilindcîyan e,

Ez ê fêzê da dinêrim cîyê çavkanîyan e,

Binî da dinêrim cîyê zerîyan e,

Belga gul û sosinan e.

Lo bavo, lo bavo, lo bavo.

 

Weşanxaneya ”Lîs”ê bi vî awahî keda kesê ku bi serokatîya wî hemû stiranên Radyoya Kurdî a Rewanê hatine qeydkirin û belavkirin, qîmet dike.

 

Malpera RIATAZA duh behsa çend berhemên helbestvanê kurdayî pir mezin Fêrîkê Ûsiv kiribû û destnîşan kiribû, ku çawa kurdekî sextekar bûbû sebeb, ku ew berhem di wextê xwe da nehatine çapkirinê, hela di ser da jî hinek berhemên wî bi navê xwe çap dikir.

 

Eynî kurdê sextekar bi salan hewil dida keda nivîskar Xelîlê Çaçan, ku di nava 24 salên serokatîya Radyoya Kurdî ya Rewanê da hemû stiran û pîêsên kurdî dabûne qeydkirinê, bike ser navê xwe. Hela di ser da jî, kur û qîzên wî ew karê kirêt heta îro jî berdewam dikin.

 

Lê va hûn dibînin, sextekarî derdikeve ser avê. Xelîlê Çaçan ji alîyê Weşanxaneya LÎSê va hatîye hilbijartin wek ”Nivîskarê Hefteyê”.

 

Linka nivîsa duh a derheqa berhemên Fêrîkê Ûsiv da li vir e:

 

https://krd.riataza.com/2020/09/07/zaneyen-me-tac-in-nezanen-me-qirac-in/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev