Qehwe, Mala Haco, Hejar û Diyarbekir

Qehwe, Mala Haco, Hejar û Diyarbekir

Abdullah Keskin

Qehwe li Tirkiyeyê nebê jî “qehwa tirkî” li dinyayê nav daye û ya girîng metod û şêweyên çêkirina qehwê ye. Tevî vê jî heta 10-15 sal berê li Tirkiye qehwe zêde nebû, piştî ku cafeyên ewrûpî li pey hev vebûn, qehwa tirkî jî bi qîmet bû lê hê jî li Stembolê bi qasî Sarayevo girîngî bi qehwa tirkî nadin.

Du marqeyên qehwê ku wekî zincîr li gelek deveran cih vedikin, yek jê ji Mêrdînê ye, dibên xwediyê ya din ji Dêrsimê ye. Lê şêwaz û îmaja wan zêde tirkane ye. Vê jî kir ku kurdên me bikevin nav kefteleftê; heke qehwa tirkî hebe, çima a kurdî nebe?

6-7 salên dawî her ku diçim Diyarbekirê, bi meraq li menûya cafe-restorantan dinerim, hê jî rastî camêr-ciwanikek nehatime ku bi kurdî binivîse lê herçî menû ne bi kurdî jî be, “qehwa kurdî” heye. Her cara ku min ew qehwe xwestiye, bi zorê vexwariye, tevî em bi terbiya “tişta danîn ber te xilas bike, eyb e” mezin bûne jî, vexwarina wê quzelqurtê hêsan nîne.

Qehwa kurdî gerek e çi be? Vê pirsê van salên dawî nexasim, gelek kesan ji hev pirsiye, tenê wekî pirs nemaye, gelek kesan hewl dane ku bi wî navî qehwe çêkin. Destpêkê ji wê tişta ji kizwanan çêdikin ku bêhtir wek krema ye, gotin qehwa kurdî, nebû. Qehwa bi hêl ceribandin, ew jî nebû. Vêga her cafeyek tiştekî çêdike, ê ku 10-12 tiştan li hev dixe ku bo quzelqurtê mînakeke baş e, xweşbextane êdî navê wê nadeynin “qehwa kurdî”, ji ber ku biyaniyan jê hez nekir û kurd ji “çaya qaçax” pê ve zêde tiştekî navexwin. Keftûlefta cafeyan sekinîbe jî, lêkolîn û lêgerîna me dewam dike.

Tam min ev mesele ji bîr kiribû ku bîranînên Mam Hejar, dîsa anî bîra min. Van rojên min “Şîva Şivên – Girara Gavên”, kurmanciya “Çêştî Micêwir” xwend. Mam Hejar, li gor dema xwe tiştek nemaye ku nenivîsiye û qiyametek tişt heye ku mirov li ser binivîse. Bîranînên wî xulasa tarîxa kurdan a sedsala 20an e. Tenê tiştên mezin na, tiştên pir piçûk, haletên insanî nivîsandine. Ez kêfxweş bûm ku hê wê demê, piştgiriyek ecêb di navbera kurdan de hebûye. Bêyî ku hev yekser binasin, xwe spartiye Mala Haco û wan hertişt bo wî kiriye. Gelek tiştan jê hîn bûm lê li vir mijara me qehwe ye.

Hejar ku piştî salên 50î diçe Tirbespiyê, li rex dîwanxanê cihekî didinê, her şev li dîwanxanê kom dibin, dibê:

“Jiyana wan [Mala Haco] weke ya civaka ereban e, tenê sibehan çayê çêdikin, jixwe qehweya wan tim tehl e. Êvaran divê qehwevan qehweya hişk û tehl deynê ser sacê, di hawên de bikute, dengê hawên bigihê nav malên gund. Yanî werin qehweyê vexwin. Divê her carê têra rojekê amade bike. Heman karî êvara din jî dubare dike. Ji bilî qehweya êvarê, şevê di civatê de qehwevan bi fincana piçûk ve di nav civatê de digerîne. Ji bo herkesî çend dilopan berdide fincanê û pêşkêşî wan dike. Ez ku hê nû çûbûm, qehweya tehl di devê min de wek jehra mar bû. Her ku qehwevan digihîşt cem min, min digot venaxwim.”

Ev yek bala Hesen Axa (kurê Haco) dikşîne, dema bi tene dimînin ji Hejar re dibêje: “Seyda nizanim bê çima tu ji me aciz î?!”

Mam Hejar şaş dibe;

“Ez? Xwedê neke. Ji bo çi vê dipirsî?”

Hesen Axa axaftina xwe didomîne:

“Mêrê ku di dîwanxaneyê de qehweyê wernegire, wek ku beje dijminatiya min bi xwediyê dîwanxaneyê re heye.”

Hejar Mukriyanî meselê fam dike û çareyekê dibine:

“Li min bibore, lê pir tehl e! Ji qehwevan re bêje bila fincanek bê qehwe, vala bide min, ku bizanin ez vedixwim!”

Piştre wisa fêr dibe, fincana vala a qehwê dibe ber deve xwe, bo ku eyb nebe, wek ku vedixwe tevdigere.

Vê yekser ew qehweyên zarokatiya min ku li taziyeyên Nisêbînê didan, anî bîra min. Me jî bo ku şerm nebê ew qehwa tehl ku jê re digotin, “qehwa mirra” (bi erebî qehwa tehl) vedixwar. Dîsa jî min xwest ez ji kesekî Mala Haco bipirsim, min telefonî Goran Haco kir, texmîna min rast bû, wî jî tesdîq kir ku ew qehwa mirra ye, qehwa tehl yanî. Hin kes dibên ku Espressoya îtalî ku vêga li dinyayê tev popûler e, ji qehwa mir tê.

Mam Hejar agahiyek din a enteresan dide li ser Hevêrkan û Mala Haco: “Gelekî ji mêj ve yek ji wê malê heman bi navê Haco hebûye wek mezinê wan, nizanim Hacoyê çendemîn bûye, xulamên wî yên çermreşk hebûne û qehwevanê dîwanxaneyê bûne. Pê re pê re ew çermreşk bûne kurd, her reş bûn û her qehwevan, lê ne wek kole, azad bûn.” Nizanim êdî ew reşik Hêştirekî an Zaxwranî ne, ev meseleyeke navxwe a toriyan e, bila ew qerar bidin.

Tiştekî din bala Hejar dikşîne li dîwanxana Mala Haco, axa ne wek wan axayên Sine ne ku ew dizane. Gundî piyê xwe li ber axê dirêj dikin, bi navê wî gazî dikinê û herkes bi hev re qehwe vedixwe. Vê hêvî da min. Ez bixwe li Midyad û Torê rastî Mirra nehatime, a rast hîletê toriyan ji qehwê diçe, wek ku dixwazin bêjin, “ger dims hebe, te bi qehwê çi hacet?” Lê dîsa jî ne bêhêvî me. Kizwan nebû, qehwa bi hêl ne karê herkesî ye, kurd hez ji şîrînî dikin, bo wê ji Mirra tiştek derneket. Tiştek maye, Berû. Ku kurd ji berûyê tiştekî çêkin, nerîna min a li civak û tarîxa me, ê biguhere. Çima na! Piştî min li Akrê dît ku xelk ji tolikê dolme çêdike, nerîna min guherî. Bi sedan salan e li ba me tolikê an bi hêkan re diqelînin an dixin nav savarê de. Piştî min dolmeyên tolikê dîtin, baweriya min bi vî gelî zêdetir bû. Rê li ber vebe, ê gelek tiştan bike, ez ne bêhêvî me.

Jêder: Rûdaw

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev