Despêka felsefeyê: Ber bi diyarkirina “hizirîna neteweyî ya kurdan”

Despêka felsefeyê: Ber bi diyarkirina “hizirîna neteweyî ya kurdan”

Umîd Demîrhan

 

Pêşek

Pirsa herî girîng a “rêbaza hizirînê ya kurdan” ew e ku “çi li ser çi ava bûye?” ye. Wisan e divê mirov bipirse bê ka “ramyariya kurdî an jî felsefeya yûnanî li ser çi ava bûye?”. Ji bo bersivandina vê pirsê jî divê mirov lingên xwe berde nava dîrokê, erdê ku peyvên “ramyarî” û “felsefe”yê li ser hêşîn û geş bûne raxîne ber çavan.

Li gorî çavkaniyên ewropî “felsefe” di sedsala 6an a berî zayînê de li bajarê Mîletê yê şaristaniya Îyonyayê (Efesa Îzmîrê) derketiye holê û fîlosofê pêşîn Thales e. Îcar gava mirov vedigere dîroka bajarê Mîletê, dibîne ku di sedsala 10an de ji aliyê yûnaniyan ve hatiye dagirkirin û navê wê yê kevnare Alope ye ku gelekî dişibihe peyva “Heleb”ê. Gelo têkiliya Alopeyê û Helebê bi hev re heye? Helbet heye: Dîroknasê kurd ê belûçî Mihemed Salih Zengene di berhema xwe ya giranbiha “Kurdgalnamek”ê de dibêje ku kurdên madî li ser du beşan leva bûne; Madê Mezin serweriya xwe ber bi rojavayê biriye û Madê Biçûk jî ber bi rojhilatê, sedsala nehan a berî zayînê dewleta Madan hatiye damezrandin û neviyên Madê Mezin gihiştine Deryaya Romayê (Ege) û îro di çanda gelêrî ya Belûçistanê de behsa hatineke ji Helebê dikin ku şayanî lêkolînên kûrtir e. Tenê mirov li reh û rîşeyên peyva “medicine”ê binêre, diyar dibe ku ewropiyan zanistên bijîjkiyê ji Madan, ango ji dezgehên perwerdehiyê yên Medyayê wergirtine û bi pêş ve birine. Jixwe dîroka ewropiyan jî dibêje ku di sedsalên 12an û 11an ên beriya zayînê de koçberiya romiyan a ber bi Asyaya Biçûk dest pê kiriye û di sedsala 10an de qeraxên Deryaya Romî jî bi destê kolonyalîstan hatiye dagirkirin. Ji aliyekî din ve gelek biwêjên wekî “mîna malê Çînê sexte”, “rûleta rûsan”, “wekî filmên hindî”, “notla almanên çikûs ên ku bi xiyaran zikên xwe têr dikin”, “mîna segên Xoresanê bê qinaet” û hwd hene ku raman û tevgera neteweyeke taybet nîşan didin. Wisan e ne dûr e ku parzemîna Ewropayê ya wê demê bi riya Medan gihiştibe asta xwe ya felsefeyê. Wekî ku dewletên erebî yên Emewî û Ebasî li ser şaristaniyên Bîzans û Sasaniyan hatine damezrandin, şaristaniya Yûnanistan û Îrana qedîm jî li ser şaristaniya Medan hatiye avakirin. Dewleta Osmanî ya ku piştre gihiştiye herêmê jî tirşikeke ji çanda rojhilatî û rojavayî ye ku di nava xwe de biharatên Hindistanê, zehferana Xoresanê, xwêya Kurdistanê, sewzeyên Kafkas û Balkanê dihewîne. Tirkan ew qas keresteyên curecureyî ji meşa xwe ya koletiyê ya ber bi Şam û Bexdayê, ji dagirkeriyên moxolî, îlxanî, tîmûrî, selçûkî, aqqoyînî-qereqoyînî û osmanî bi dest xistine. Ji aliyê civaknasiyê ve tirkên Tirkiyayê ewqasî guherîne ku vexwarina xwe ya neteweyî ya bi navê “qimiz”ê (şîrê mehînan) ji bîr kiriye; pir balkêş e ku li Bûrsayê, paytexta osmanî ya kevn, şîrê mankeran wekî derman tê firotan-bikaranîn, lîtreya wê ji wîskiya Amerîkayê bihatir e ku ne di çanda wan a neteweyî de ne jî di çanda wan a îslamî de cihê wê heye.

 

  1. Pêşveçûna felsefeyê li Yûnanistana kevnare:

Li gorî dîroka ewropiyan sedemên pêşveçûna felsefeyê li Yûnanistana kevnare:

  1. Pêşveçûna bazirganiya deryayî ye ku danûstandinên çandî geş dike.
  2. Asta refahê ya bilind e ku hizirîn li welatê ziktêran bi pêş ve diçe.
  3. Şêwazê desthilatdariyê demokrasî ye ku di dorhêleke azad de hizirîn bi pêş ve diçe.
  4. Serweriya ayînên pirxwedayî ye ku rastî bertekên rapirsînê hatiye.

 

Jixwe ev her çar sedem nîşan didin ku:

  1. Yûnanî bi riya penaberî û bazirganiyê hînî çandeke ji ya xwe pêşketîtir hatine. Ji tevgera penaberî û bazirganiyê ya îroyîn jî diyar e ku asta refah, rêveberî, azadî û pirayîniyê ya Ewropayê bala welatên paşvemayî dikêşe.
  2. Piştî ku gihiştine armancên xwe yên dagirkeriyê, têr xwarine û dest bi hizirînê kirine. Ji dîroka ewro-amerîkayî diyar e ku pergala wê ya koledar bi zêdebûna kole û paleyan derfetên pêşketinê bi dest xistiye.
  3. Çanda gelên xwecihî yên herêmî têk birine, pergaleke leşkerî ya “col” a pirneteweyî damezirandine; tenê desthilatdarên ku hêz û piranî bi dest xistine karibûne serweriyê bikin.
  4. Pergala yekxwedayî ya mîtrayî ji holê rakirine; ji ber ku hem dûrî çanda xwe ketine hem jî aramiya derûnî ya deverê têk birine jî, bi ayînên xwe yên pûtperest, mirovperest û xwezaperest re ketine nakokiyê.

 

Di Yûnanistana kevnare ya koledar de ziktêr neketine heyra tîbûn û birçîbûnê; lewre xweza û gerdûn mereq kirine. Her wiha ji ber ku yûnaniyên li qeraxa Deryaya Romî ji reh û rîşeyên xwe qetiyane û çanda wan a pirxwedayî û efsaneyî li hemberî ayîneke yekxwedayî rastî guherînekê hatiye, îcar paşê wan dest bi hizirînê kiriye. Ew gotina felsefî ya ku dibêje “ew çemê ku te carekê xwe tê de şûşt, êdî ne ew çem çemê berê ye ne jî cendekê te ew cendekê berê ye” tê wê wateyê ku piştî kolonyalîzma yûnanî hizirmendan dest bi giyanpaqijiyê kiriye; ji ber ku piştî dagirkeriya Iyonyayê êdî yûnanî ji çavkaniyên çanda xwe ya kevn dûr ketine û gelê dagirkirî jî hêmanên baweriya xwe ya berî dagirkirinê ji bîr kirine. Îcar di pêvajoya hizirînê de pirsgirêka “arxe”yê derketiye ku rêbazeke hizirînê ye û li gorî wê gerdûn xwe bi xwe hatiye holê. Sedema pejirandina vê rêbazê jî mantiqa koledariyê ye ku “divê axa (anjî derebeg, lord, dûk, majeste û hwd) ne bişibihe bav û kalên xwe yên ku nizanibûn koletiyê li ser deverên dagirkirî ferz bikin ne jî bişibihe kole û paleyên ku nizanibûn azadî û serweriya xwe baş biparêzin”. Lewre feraseteke bîj afirandin da ku kesek nepirse bê ka çima û çawa û ji ku hatine welatê dagirkirî. Bîjîtiya felsefeya yûnanî hê di sedsala 7an de ji aliyê ereban ve hatibû keşfkirin. Dema ku Evdilahê kurê Rewahe li Tebûka Girava Ereban li dijî artêşa bîzansî ya dagirker şer dikir, di helbesta xwe de wiha digot: “Hey nefsê, tu ji mirinê û romiyên bîj ditirsî! Sond be ez ê bêvila te bi erdê re kaşî şer û kuştinê bikim.”

 

  1. Sedemên paşveçûna hizirîna kurdan li Medyaya kevnare û bermayeyên wê yên şaristaniyê

Li gorî Kurdgalnamekê sedema dîrokî ya têkçûna dewleta Madê ew e ku paşeyê dawîn Azdiyak kesekî bêkêr û bêhêz bûye û nikaribûye kar û barên wê dewleta berfireh bi rê ve bibe; her wiha pergala berê ya dadweriyê vegerandiye amûreke sitemkarî û rencê, rêveberên sivîl û leşkerî ji xebatê sar kirine, saman û sermayeya welêt dêrz kirine û pêşveçûna welêt a hundirîn-dervayî rawestandiye. Lewre mîr û serdarên Madê biryar daye ku Azdiyakê kordunde ji desthilatdariyê dûr bixin û Kûrîşê Hexamenî, neviyê wî yê ji keça wî bikin serwerê xwe. Bi vî awayî xanedana Madê ya ku 300 salî fermanrewatî li welêt kiriye, ketiye destê malbateke parsî; parsiyan heta demeke dirêj bi navê mad û parsan rêveberî meşandiye, piştre şopên madiyan bi tevahî ji holê rakirine û tapûya welêt wergerandine ser navên xwe.

 

Ji vê kurteagehiyê diyar e ku Medyayê bi têkçûna xwe du şaristaniyên mezin ava kirine: Yûnanistan û Parsiya yên kevnare. Gelo ji bilî Kurdgalnamekê çavkaniyên kevntir qala şaristaniya kurdan dikin? Helbet dikin: Ebûbekr Ehmed Ibn Wehşiye (860-935) nivîskarekî asûrî yê sedsala nehan e. Di gelek qadên zanistî de pispor e. Li ser stêrnasî, çandiyarî, kîmyagerî, fizîk, jehrnasî, bijîjkî, dîrok û raznivîsên kevnare berhemên pir girîng dane. Her wiha gelek berhemên kevnare yên zanistî jî wergerandine zimanê erebî. Vî zanyarî di berhema xwe ya bi navê “Şewq-ul-Musteham Fî Meirifeti Rumûz-il-Eqlam” de behsa alfabeya Masî Soratî ya kurdan û asta wan a şaristaniyê kiriye ku wiha dibêje: “Heçî ku keldanî ne ew zanatirên heyama xwe bûne. Kurdên pêşîn xwestine ku bi wan re têkevin pêşbaziyê û qayişkêşanê. Lêbelê ji erdê hetanî esmanê heftan cudahî di navbera her duyan de heye. Pisporiya kurdên pêşîn derheqa zanistên çandiyarî û reheknasiyê (ziraet û botanîkê) de bûye. Li gorî angaşta wan ew neviyên Bînûşad in. Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrit û Rûpela Qusamî di destên wan de ne. Her çi hebe li gorî angaşta wan zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Dana gihiştiye ber destên wan. Her çiqas ew bibêjin ku em bi cadûbazî û tilismeyan dizanin jî rastî ne wisan e. Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.” [r. 131-132 ji nusxeya Joseph Hammerî]

 

Ibn Wehşiye piştî vê gotina xwe, du heb nimûneyên alfabeya keldaniyan dide û derbasî mijara alfabeya kurdan dibe: “Ev jî cureyekî nivîsê yî kevnenivîsan e û hinek tîpên wê ji şêweyên tîpan vediqetin. Li gorî angaşt û amajeya kurdan, Bînûşad û Masî Soratî ev alfabe bi kar anîne. Her wiha hemû zanyarî û hunerên wan her du kesayetan bi vê alfabeyê bûne. Wekî ku tu jî dibînî ev alfabe bi awayê jêrîn e: 

 

Ew tîpên mayî jî, em di tu ziman û alfabeyê de rastî hevber û hevdengên wan nehatine. Ev tîp pir sosret û gelekî balkêş in. Min bi vê cureyê nivîsê li Bexda û Nawosê nêzikî sî pirtûkî dîtin. Ji wan pirtûkan li Şamê du heb li ba min hebûn. Yek derheqa çandina tirî û xurmeyan de bû û ya din jî derheqa avnasiyê, derxistin û bidestxistina avên ku çavkaniyên wan nediyar in de bû. Ji bo faydeya mirovahiyê min ew ji zimanê kurdan wergerandin ser zimanê erebî. Min berê ew temam nekiribûn; lê piştî bîst û yek salan Xwedê ji min re hêsa kir û min ew vereşandin û kemilandin. Pesn ji bo Xwedê be ku daxwaz û mebesta me bi cih hat. Min ew bexişandin pirtûkxaneya Cenabê Mîrê Bawermendan Evdilmelikê Kurê Merwanî. Xwedê kamraniya dewleta wî lê nîşan bide, stûna ayînê jî bi hêza milk û siltaneta wî xurttir bike. Roja pêncşema pîroz a sisiyê meha remezanê, sala 241an. Pesn tenê ji bo Xwedê ye. Dawî li pirtûkê hat.”[r. 134-135 ji nusxeya Joseph Hammerî][1]

 

Ev zanyariya dîrokî ya Ibn Wehşiyeyî divê ji çend aliyan ve were nirxandin:

  1. Nivîskarî gotiye: “Heçî ku keldanî ne ew zanatirên heyama xwe bûne. Kurdên pêşîn xwestine ku bi wan re têkevin pêşbaziyê û qayişkêşanê. Lêbelê ji erdê hetanî esmanê heftan cudahî di navbera her duyan de heye.”

 

Ibn Wehşiye kesekî nebetî ango kesayeteke ji gelên aramî ye û nijadperestekî Şaristaniya Babilê ye. Li gorî Brockleman Ibn Wehşiyeyî nedipejirand ku kesek bi qasî babiliyan zanatir be; lêbelê zanyariyên wî yên derheqa Şaristaniya Babilê tunebûn. Lewre wî hinek berhem bi destên xwe nivîsandin û zanyariyên yûnanî yên wergerandî jî wekî çavkanî nîşan dan.[2]

 

  1. Nivîskarî gotiye: “Pisporiya kurdên pêşîn derheqa zanistên çandiyarî û reheknasiyê (ziraet û botanîkê) de bûye.”

 

Ibn Wehşiyeyî derbareya çandiyariya gelê nebet de berhemek nivîsiye û ev berhem ji zanyariyên xwe yên bi çanda wergerên yûnanî hûnaye. Diyar e ku berhemeke gelê nebet a berdest tunebûye ku nivîskarî bi xwe berhemek afirandiye. Wekî ew bi xwe jî dibêje çandiyariya gelê kurd û reheknasiya wan ji hemû gelan pêşdetir bûye. Reheknas Ebû Henîfeyê Dînewerî û Ehmedê Dirihî jî delîla vê yekê ne.[3]

 

  1. Nivîskarî gotiye: “Li gorî angaşta wan ew neviyên Bînûşad in. Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrit û Rûpela Qusamî di destên wan de ne. Her çi hebe li gorî angaşta wan zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Dana gihiştiye ber destên wan. Her çiqas ew bibêjin ku em bi cadûbazî û tilismeyan dizanin jî rastî ne wisan e. Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.”

 

Her çiqas Ibn Wehşiyeyî ji kurdî pirtûk wergerandibin jî bi nankorî dibêje ku ew nezan in, gotinên wan bêbingeh in û gotinên wan ji angaştan derbas nabin. Lêbelê salixên wî nîşan didin ku kurd nifşnas (nesebzan) in û dizanin ku ew neviyên kê ne, kîjan pirtûk gihiştine ber destên wan û zanyariyên wan li ser çi ne. Her wiha sedema înkara Ibn Wehşiyeyî jî di navbera her sê hevokên wî yên dawîn de veşartî ye: “Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.” Her wekî hûn jî dibînin Ibn Wehşiye ji aliyekî ve gotinên kurdan radigihîne; zengînî û rengîniya çanda kurdan vedibêje. Lêbelê nijadperestiya wî nahêle ku zanist layiqî kurdan bin. Lewre zanyarî û hunerên kurdan dike malê keldaniyan.

 

  1. Nivîskarî gotiye: “Ev jî cureyekî nivîsê yî kevnenivîsan e û hinek tîpên wê ji şêweyên tîpan vediqetin. Li gorî angaşt û amajeya kurdan Bînûşad û Masî Soratî ev alfabe bi kar anîne. Her wiha hemû zanyarî û hunerên wan her du kesayetan bi vê alfabeyê bûne.”

 

Ibn Wehşiye dipejirîne ku alfabeya kurdan xweser e û dengnasiya zimanê kurdî ji ya zimanên din cudatir e. Her wiha bav û kalên wan hemû zanyariyên xwe bi vê alfabeyê vegotine. Lê belê cardin nijadperestiya wî nahêle ku bibêje ev salixên kurdan rast in. Bi rastî nakokî ne di gotinên kurdan de bûye. Nakokî di vî zanyarê nijadperest de bûye.

 

  1. Nivîskarî gotiye: “Ew tîpên mayî jî, em di tu ziman û alfabeyê de rastî hevber û hevdengên wan nehatine. Ev tîp pir sosret û gelekî balkêş in. Min bi vê cureyê nivîsê li Bexda û Nawosê nêzikî sî pirtûkî dîtin. Ji wan pirtûkan li Şamê du heb li ba min hebûn. Yek derheqa çandina tirî û xurmeyan de bû û ya din jî derheqa avnasiyê, derxistin û bidestxistina avên ku çavkaniyên wan nediyar in de bû. Ji bo faydeya mirovahiyê min ew ji zimanê kurdan wergerandin ser zimanê erebî”

 

Wergêrê pirtûkên kurdî Ibn Wehşiye rastî gelek pirtûkên kurdî hatibe û ji wan hinek wergerandibin jî ew gotinên wî yên berê mirovî matmayî dihêlin. Heke di zimanên ku Ibn Wehşiyeyî dizanibû de ev zanyarî hebûna -bi texmîna min- wî ev pirtûkên kurdî wernedigerandin.

 

  1. Berawirdkirina felsefeya yûnanî û ramyariya kurdî

Ji zanyariyên bihurî diyar e ku her neteweyê şaristaniya xwe li ser hîmê hinek şaristaniyên beriya xwe ava kiriye, di vê “pêşbirka teknolojiyê” de pêşketina bêbav, bêxwedî û bêsponsor ne mumkin e; lê belê her çi hikmeta Xwedê hebe, dagirkerên romayî wekî xwendekar, penaber û bazirgan hatine welatê Medyayê û ji nişkê ve bûne feylesof. Gelo zimannasiya kurdî ya îro hinekî jî ne deyndarê pêşveçûna li Ewropa, Amerîka û Rûsyayê ye? Heke kurdan li dibistanên dagirkerên xwe nexwenda, gelê ew dê çawa bigihiştana vê feraseta îroyîn? Gelo xwendekarên ku ji welatên paşvemayî diçine Ewropa, Amerîka û Rûsyayê û piştî vegera xwe ya li warê bav-kalan mînanî xwişk û birayên xwe yên nexwendî ne? Helbet her xwedanê wijdan û ferasetê nikare rola hêzdarên cîhanê ya di pêşveçûna ramyarî û teknolojiyê de înkar bike; lê belê cîhana rojavayî dikare zanînê ji xwe bide destpêkirin û vê feraseta xwe li ser gelên din bide ferzkirin. Sedema vê totalîteriya zanistî ya ku çavkaniya xwe wekî formûla Coca-Colayê vedişêre, koledarî û exlaqê wê yê krîmînal e.

 

Heke mirov li gorî zanyariyên Ibn Wehşiyeyî û zanyariyên berbelav ên felsefeyê her du rêbazên hizirînê berawird bike, ev taybetmendî derdikevin holê:

[1]     Joseph Hammer, Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr Bin Wahshih, London, 1806 (Ashmolean Oxford Museum, 8 Jul 1962, Barkoda wê: 302079777%, jimareya tomarkirinê: 381.2 Ham)

[2]     Iyad Xalid Ettabbaa, Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we meehû kitabu Şewq-ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il-Eqlam Libni Wehşiye Ennebetî, weşana Dar-ul-Fikr, Şam, Sûriye, 2003, ISBN: 1-59239-041-2

[3]     Bnr. Bal Ve Balarisi Kitabi, Ebû Henîfeyê Dînewerî, wergera tirkî Umîd Demîrhan, weşanên Hîvdayê, Stenbol.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev