Berî çil sala, van roja bû…

Berî çil sala, van roja bû…

Remzî Kerîm

 

Berî çil sala, van roja bû; nîvê şevê bi sîrena zirxepoşan, bilindgoyên tirmbêlên kesketarî hemû bajarî ji xewa şirîn pengizandin; mîna dûpişkên reş bi ser welatekî de bigrin, daketin kolanên bajarekî dilşkestî: serê hemû riya girtin, çûn “serdana” hemû mal û hemû dikan û hemû avahîyên xemgîn. Mîna segên har yên siltanekî har bi ser gundên hejar de barîn; ne mirov, ne heywan, ne zevî, ne bax û bîstan, ne himbêza bab û dayîkan ma; têhnîyên xwînê bûn.

 

Me çend kesa danê sibê xatir ji wî bajarî xwest û berê xwe da Kelha Seîd Begê: Riyeka destkevir, tana gumlekên çengkurt, pantor û qundureyên bajarîya, nîvê şevê em gihiştin stargehê. Em li ser çîyayê Cûdî nêzîkî 1200 metro li bilindahîyê teslîmî bayê hênik bûbûn. Bi hilatina rojê re cara pêşîyê bû, min bi vê zelalîyê li bakur Şirnex, li bakurê rojhilat warê Goyan, li rojhilat Zaxo, li başûr Silopya, Cizîr û Dêrika Hemko didît. Piştî warê Goyan, Elkî, Çelê, Şemzînan û Urmîye. Gelo çîyayekî dî heye, weha bêqalûqîl, weha eşkere birîna welatekî parçekirî pêşkêşî çavan bike?

 

Sipas Cûdîyê Mirada, te em hewandin, te em di himbêza xwe de veşartin, ta ku şevereşekê me Ava Hîzilê birî û berê xwe da çîyayine din.

 

Ma ji vê helbesta M. E. Botî xweştir heye ku ez silavekê li te bikim ey Çîyayê Mirada!

 

Çîyayê Cûdî

 

Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr.

Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr.

Ji wêdê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr

Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr

Berwarî û Sindî, Silopî weko eynê diyar e

Bêspin, Bêşêr û Hewlêr hatin bi yadîgar e

Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever

Tor û Singar û Bêxêr, Kêla Memê beranber

Hemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradan

Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan

Çendî xweş î, bilind î tu ey çiyayê Cûdî

Te cend nav û nîşan hişt ji bo vî qevmê kurdî

Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al

Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal

Taca serê te zêrîn, tu serbilindê Eyran

Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran

Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê

Ev ji cihek meqedes werin da em herinê

Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in

Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin

Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî

Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî

Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî

Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev