BERÎ 43 SALAN “ROJA WELAT” DEST Bİ WEŞANÊ KİR

BERÎ 43 SALAN “ROJA WELAT” DEST Bİ WEŞANÊ KİR

Letif Epözdemir

 

ROJA WELAT berîya 43 salan wekî îro dest bi weşana xwe kir.

Li bakûrê Kurdistanê piştî avakirina Komara Türk yekem rojnameya ku bê westan weşana xwe bi Kurdî karî bimeşîne, bê guman rojnameya ROJA WELAT bu. Rojname roja 15’ê Êlûna sala 1977’an bi jimara yekan dest bi weşanê kir. Rojname pazde rojan carek derdiket û bi Kurdî û Turkî çap dibû.

Rojname bi dirûşma “Karkerên Hemu Welatan û Gelên Bindest Yek bin” derketibu pêşberê xwendevanan. Rojname ji alîyê tevgera Rêya Azadî ango Partîya Sosyalista Kurdistana Turkîyê va dihat derxistin.

Roja Welat rojnameyeke sîyasî û çandî bu. Hêrî kêm bi 12 rûpelên mezin derdiket. Gelek wêne di rojnameyê de cih digirtin. Her tim berga pêşîn a rojnameyê bi weneyên rengîn derdiket. Di rojnameyê de gelek nivîsarên li ser rojeva welat û her wiha hevpeyvîn û lêkolînên edebî û dîrokî di gel helbestên bijarte, nivisên li ser çand û hûnera Kurd jî, di nav rupelên rojnamê de cih digirtin.

Roja Welat moraleke gelek mezin peyda kiribu di nav miletê Kurd de. Hemu jimareyên Roja Welat dihatin qedexekirin. Xwedî û berpirsîyarên rojnamê bi sedan sal ceza dihatin darizandin. Gelek caran xwendevan, firoşger, belavker û hetta nivîskarên rojnameyê jî dihatin girtin û ceza kirin. Lê rojname li himber ewqas çetnahî û tengasî û rêbîrîyê, bi her hal bi mêrxasî dihat çap kirin û wek mizgînîyek azadîyê digeyişt destê xwendevana.

Roja Welat, di destpêkê de bi 10 hezar nûsxe dest bi weşanê kir. Dema ku bi yekcarî hate qedexekirin, axirîn jimareya rojnameyê 60 nûsxe hatibû çap kirin. Her jimareyek li ya din zêdetir dihate firotin.

Rojname li gelek cîyan bi girseyî dihate firotin. Her jimareyek bi dehan kes li kolanan digel bangeşanên netewî derdiket firotanê. Her çalakîya firotana Roja Welat mîna mîtîngeke bîçûk bû di wan rojan de.

Mixabin ku Roja Welat karî tenê 12 jimare derkeve. Di sala 1979’an de, dema ku îdareya orfî-leşkerî hate îlan kirin, rojname bi hêza yasayî hate qedexe kirin. Roja Welat paşî li derveyê welat çend jimare derket.

Roja Welat gelek xizmeteke baş kir di rêya hişyarkirina hestên netewî yên gele Kurd de. Ji bo ajdana zimanê Kurdî cehdeke gelek baş bû. Rojnameya Kurdî di wê demê de cesaretek baş di nav millet de peyda kiribû. Bêguman her jimareyeke Roja Welat digeyişt mala her welatperwerek cîwar. Lewraye ku rojname roj bi roj ber bi rojnameyek milli-fermî dimeşîya. Heyf ku zordestan nehişt ku ev rojnameya birûmet jîyana xwe bidomîne.

Sed spas jibo vê rojnameya qedirbilind. Gelek spas ji emegdar û xebatkar û nivîskar û xwendevanên rojnamê re ku karîn vî şensî nîşanê gelê Kurd bidin. Gelek spas ji hemû berpirsiyar û xwedîyên rojnamê re ku bi bawerîyeke qaîm vê rojnamê geyiştandin destê miletê Kurd.

Em bi miletî spasdarê van cûrexebatên giring û dîrokî ne. Roja Welat di dema xwe de bû rênîşanderê kovar û rojnameyên Kurdî. Roja Welat di dîroka çapemenîya Kurdistana Bakûr de ciyeke giring digre. Lewraye ku 43 sal di ser weşana rojnameyê de derbas buye jî, lê hêj jî, di bîra me de ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev