
SEBIR HEYE SEKAN E
Fermo, nimûneyeke hevgirtin û yekîtîya di hêla wêjeyê da
di navbera kurdên Sovyet û welêt da!
Heyranê wêjeya kurdî Memê Miksî nimûneyeke zargotina me,
ku di pirtûka nivîskarê mezin Xelîlê Çaçan ”Cewahirên Kurdî” da çap bûye,
bi helbestkî veçêkirîye, kirîye destaneke biçûk.
Memê Miksî
Wek berî bêjin carek ji caran
Rehmet li dê û bavên guhdaran
Mêrikekî pir feqîr û xîzan
Ji bona rizqê lawik û qîzan
Rojekê xatir xwest ji hermetê
Berê xwe da bi deryê xurbetê
Avêtin gelek berwar û evraz
Ta giha şehrek pir dûr deraz
Mêrik ji malê çendî dilkul e
Heta demekê bo xwe dişxule
Rojek li sûkê dît ku ji welêt
Bazirganek nas alyê wî da têt
Di cêba wî da çend qurûş hebûn
Lê tiştên ku pê bihata nebûn
Ya jê hat hema li ewan deran
Kitikek kirî bi ewan peran
Pişt ra bo pişo qutiyek anî
Danî tê da pir bi dilovanî
Û bi lavayan gote bazirgan:
Ji kerema xwe vê kitika han
Bide jina min weke diyarî
Niha ev hat ji dest vî hejarî
Bazirganî ji xulamê xwe re
Got: Vê qutiyê tu bibe here
Girê bide li ser barê devê
Miqatebe ha bi teybet şevê
Min ji we divê bes ev îmanet
Bigehe xweyî sax û selamet
Piştî qedand in karûbarê xwe
Ketine li rê ber bi warê xwe
Gelek westiyan ev can û cendek
Di rê da hatin bi rastê gundek
Ji hev ra gotin em îşev li vir
Bimînin heta li me hat fecir
Bûne mêvanê malek ji malan
Ling kirin dirêj pişt dane palan
Dema şîv danîn du xurtan îcar
Dar hildane dest bûne nobedar
Sedema evê li van mêvanan
Bû meraq loma gotne mazûvan
Bo çi ye her yek dêr hilda destan?
Li ber serê me wiha rawestan
Mazûvanî got:Nemînin heyret
Me ji ber mişkan mefer nema qet
Ewqasî pir in em ji ber ewan
Nikarin bixwin bes pariyek nan
Bazirganî got: Xulam ka bîne
Ji xeyn kitikê çareyek nîne
Xulam rabû çû ew qutî anî
Kitik berda li navkowa xanî
Ji tirs û xofa vê kitika zer
Mişk ji qulên xwe nema hatin der
Xwediyê malê kete hêviyan
Ca ku kitikê bistîne ji wan
Bazirgan got: Me anî îmanet
Qet çênabe lê bikin îxanet
Mêrikî got: Hûn qebûl kin eger
Dê zêran bidim bizan li hember
Zêran hûn bibin şûna îmanet
Yeqîn ji bo we nabe qebahet
Bazirganî ev fikira maqûl
Bi dilek razî hingav kir qebûl
Bixwe ra anîn zêrikên zerik
Dema gihan mal dan jina mêrik
Piştî midehek xweşî ne bi ewr
Ji bo seferê bazirganê gewr
Xwe amade kir weke her carî
Berê xwe da li heman bajarî
Vê neqlê ewî mêrikî pepûk
Kasek sêv kirîn ji bazara sûk
Dane bazirgan gotê: Ezxulam
Bi xêra te zar bila bikin tam
Hal û rewşa min tu baş dizanî
Wê minet bigrim ji dil û canî
Bazirganî got: Xulam vê kasê
Girê de li ser barek bi asê
Bazirganî ye dema diherin
Caran bi mehan qet venagerin
Di rê da wextê dageriya şev
Li welatekî diqesidin ev
Bê hêdî hêdî diçin ew xweşmêr
Dibine mêvan li mîrê bajêr
Çi dîtin vayê li nava nivîn
Nexweş e kurê mîr yê dilovîn
Bêhal e ewqas bizirye lê reng
Û wek miriyan bêpêjin û deng
Bazirgan gote xulam: Ka here
Sêveke mêrik bîne ji me re
Eger ev kurik hinek jê bixwe
Hew tedît belku veke çavên xwe
Weke kulîlkên meha Nîsanê
Çav vekirin wî çawa sêv danê
Dikir bifire mîr ji şahiyan
Got: Bi saya we xilas bû giyan
Eya dostên pir hêja û wefa
Çi sêv in gelo wiha bi şifa?
Ji kerema xwe sêveke dinê
Ca rabe piyan bînin bidinê
Bazirganî got: Ey mîrê delal
Îmanet in ev sêvên dikî qal
Nema dikarim bidim yek hebê
Texmîn bike tu îcar sebebê
Mîr gotê: Bira tu sêvan bîne
Beramberê wan zêran hilîne
Dibe lawikê min ê nûciwan
Sax be ji êşê bi evan sêvan
Mêrik jî sêv dan bi kaseyek zêr
Berê xwe da bi mala xwe bi xêr
Ev bazirganê kurê camêran
Da jina merik ew kasa zêran
Çendî du car bû qencî dikir lê
Nedigote wan eslê meselê
Piştî çend salan merikî reben
Tête sûkê bo vegera weten
Li bazirganî çav digerîne
Bo hevrêtiyê divê bibîne
Li kolanekê tên bi rastê hev
Diçine ser û hem bi destê hev
Di van sê salan ey guhdarên qenc
Mêrikî sê zêr kirine qezenc
Zêr hûrkirin ca ji bo zarokan
Bikire libas û pêlistokan
Dema digere li nav bazarê
Rastê zelamek kal tê vê carê
Hingî ji kalo têtin wê sibê
Bi dengek bilind awiha dibê:
Ji bo herkesî şîret nemaz e
Ez difiroşim ka kî dixwaze?
Mêrikî jî got: Roj bi xêr kalo
Şîretên te ka bi çi ne gelo
Kalo dibê: Ez her yekî ji wan
Didim bi zêrek ey xortê ciwan
Mêrik berxwe da lê difikire
Ji meraqa xwe yekî dikire
Dibê: Ha kalo bigir zêra xwe
Şîreta min jî bêje xêra xwe
Zêr hilda kalo got: Çi cindî ye
” Mehbûb ew e ku dil hebandiye”
Mêrik dibêje vî şîretvanî
:Bi qesem ji xwe min ev dizanî
Kalo got: Xorto xalo bi gorî
Ma qey min li te kir ted û zorî?
Mêrik dinêre mafdar e heqqet
Wî bi dilê xwe kirî ev şîret
Dîsa dûbare lê difikire
Biryar dide yek dinê dikire
Zêr hilda kalo got: Çi xweş nan e
Xaharzî dibên” Sebir sekan e”
Mêrikê totak bi dilek xemnak
Got: Wey mala te biçe ber helak
Min ev xebata xwe ya ewqas sal
Bedilhewa da destê evê kal
Herwiha dema pêk hat bazirgan
Rojekê bi zû rabûne lingan
Melûm ji têhnan pir kesirîn ew
Bi wan ra nebû ne av û ne dew
Di rê da hatin li rastê bîrek
Divê dakevê yekî bi zîrek
Dagire ceran ji bo yên li jor
Di gel deveyan vexwin ew bi dor
Ji nav qefîla ewî karwanî
Ji bilê mêrik herkes dizanî
Yê çûyî tê da derneketiye
Lew yê berê xwe bidetê niye
Ew bazirganê me yê xwedîxêr
Dibêje evê belengaz: Binêr
Bi qesem qebûl bikî tu hekî
Ez ê bidim te zîn û hespekî
Di gel her duyan hem jî kîsek zêr
Afyetê te be ey kekê dilêr
Dîsa bi telaq ger dernekevî
Malê te li vir dihêlim tevî
Dibersivîne mêrikî evdal
Dibê: Çend sal e dûr im ez ji mal
Ji bo debarê me kiribû qest
Lê qurûş nîne aniha di dest
Îro min daye li mal berê xwe
Ka dê çi bêjim jin û zarê xwe
Heta ez bibim stuhxar û serxûl
Ez ê teklîfa te bikim qebûl
Bextê min lê de li jêrê eger
Bi saxî ev can biderkeve der
Bi xelatên te dibim xweydewlet
Xilas jî nebim xeman naxwim qet
Werîsî girê didin li navê
Dadihêlinîn ji bona avê
Dadigir avê bi sehîl û cer
Yên din li jorê hildidine ser
Hem vedixwarin hem didan devan
Û hem bo rêya xwe hildan evan
Îcar divêya mêrik ji jêrê
Hilbikêşin li ser qoxa bîrê
Mêrik çi dît ji derek nediyar
Peyda bû xortek hat bê pirsiyar
Avêt milê wî girt bir bi xwe re
Ma dizane bi kû ve dihere?
Bi hevra hatin li odekê ew
Mêrikî çi dît beqek pir bedew
Li nav hewzekê dike suberî
Ji evî serî diçe wî serî
Li aliyê din jineke reşik
Lêvdeqandî pir sik û nexweşik
Rûniştiye li textekî kubar
Xortî ji mêrik nû pirskir îcar
Got: Ji te weye gelo ka ev beq
Bedew e yane ev jina lêvdeq?
Wê xilas bî tu eger bizanî
Naxwe serê te dikim ji canî
Ma şaş û metel nav du dîwaran
Hin kar naşibin yeqîn tu karan
Eger bibêje spehîtir e beq
Paşî ew xort wî derêxe neheq
Eger jî bêje e ev mirova reş
Lawîntir e ji vê beqa rengxweş
Dibe bi evê gotinê hingî
Mêrik bêhtirîn bikeve tengî
Mitale kir ji nişkê hate bîr
Şîreta ewî mêrê kal û pîr
Ji xwe ra got min qayê bereda
Zêrika xwe bi vê şîretê da?
Serê min niha lê jî bide ev
Şîreta kalo dê bêje ev dev
Werhasil dît ku rêçek din niye
Got:” Mehbûb ew e dil hebandiye”
Çawa ev gotin seh kir wê beqê
Werimî lê zik teqa wê deqqê
Di nav da derket jineke rûheyv
Têrê nakin bo pesinan tu peyv
Nûr dibarî ji hisnûcemalê
Xweyî wê nabit hewcê şemalê
Her wekê beqê jinika reş jî
Werimî got “gurm” bilav bû mejî
Ev mêrik çêtir jê ma heyirî
Hem jî ji tirsan reng lê bizirî
Pirs got: Xorto ev çi bû eceb?
Ez li lerizand im sûnd bi navê Reb
Xort gotê: Bira neke ecelê
Ez ê bibêjim bo te meselê
Ew lêvdeqa reş ku bû sed parî
Jina min ew bo xwe girtbû carî
Vê cariyê jî berdabû min dil
Mana jina min jê ra bibû kul
Ca mehr bikim wê rojek bi sêrê
Jinik kire beq hew bû wek berê
Min nekir qebûl çendî ku wê xwest
Her disojîm bo ya çûyî ji dest
Sêra me di nav giliyan da bû
Ta niha yê ev rast gotî nebû
Min ewqasî kes anîne vira
Bi van bersivan ji can bûn bira
An digotin ya herrî law beq e
An jî digotin ev a lêvdeq e
Bi saya te ez giham mirazî
Tu jî bêje min ka çi dixwazî?
Mêrik got: Min ji te tiştek navê
Tenê dixwazim rohniya tavê
Ewî jî hingav rêberek dayê
Mêrik derêxist li ser dinyayê
Dema li devê bîrê dinêre
Dibîne hespê bi zîn diçêre
Ma qayê tenê hespê bizîn e ?
Kîsikê zêran jî lik danîne
Hilda wî kîsik bi keyfeke xweş
Siwar bû li ser hespê xwe yê beş
Bi beza bayê ajot bi çarnal
Piştî çend rojan digihije mal
Çi bal didete koxteyê berî
Dişibe qesra key Îskenderî
Heyret dimîne ew li wê derê
Bi hêdî diçe li ber pencerê
Dibîne vayê li nava cihan
Di gel jina wî mirovek ciwan
Ji hirsan diçe tîne tifingê
Ca laşan bike wekî bêjîngê
Hêj ranekirî li wan ferman e
Ew şîreta ku ” Sebir sekan e”
Hat bîrê got: Ez hin bikim sebir
Ka ev xort kî ye hatiye li vir
Ma li bendê ta demeke direng
Hew dît ji jinê dihat guh ev deng
Digotê: Lawo ka nede min pişt
Hin wê ve here te diya xwe kuşt
Piştî ku makê wiha got”Lawo”
Mêrikî got: Sed şikir Xwedawo
Bi kelecan xwe gihand e derî
Lê xist sê caran her wekî berî
Jinik hişyar bû hingav ji xewê
Rabû çû vekir lê derî ewê
Dibîne ev kes ne biyanî ye
Bavê zarokan xwedyê xanî ye
Herduyan evê şeva duşemê
Xwe li hev pêçan tam ewê demê
Berî her tiştî pirs kir got: Xanim
Ka bibêje ey rih û rewanim
Ji kû hatin ev dirav û pere?
Te çêkir pê ev qesir ji me re
Jinikê gotê: Egîdê dilşêr
Te şand ji bo me tam du qutî zêr
Mêrik got: Wele tu şaş î heyran
Haya min nîne ji zîv û zêran
Min neşandiye tiştek tu bawer
Ji xeyn kasek sêv û kitika zer
Sibê zû rabû çû lik bazirgan
Silavek dayê hem bi dil û can
Bazirganî ew li nava derî
Ji kêfan girt û maçî kir serî
Dilşad bû gelek bi rastî ew çax
Ku dît wiha bi silamet û sax
Hêj li ser piyan gotê: Ezbenî
Ji îmanetan qenc pê eyan î
Ma qey min tu zêr dane te gelo?
Jina min dike qala çend kîlo
Çendî mesele dûvedirêj e
Zêr ji kû hatin bo min bibêje
Bazirgan got: Ka ewil birûne
Ca birê te wek bilbil bixwîne
Mesela sêv û kitik û zêran
Yek û yek jê ra got gelî biran
Mêrik bi minet xwe avête dest
Ji bazirganî helalkirin xwest
Çîroka me çû li nava deştê
Dê û bavên me biçne biheştê.
Riataza