ÇEND BÎRANÎNÊN Bİ MUSA ANTER RE

ÇEND BÎRANÎNÊN Bİ MUSA ANTER RE

Latif Epozdemir

Musa Anter ji bo Kurdan wek dara çinarê bu. Çinar, darek e ku piranî li tenişta mirovan cîyê xwe digire. Dara çinarê, wefadarê jîyanê ye. Temenekî dirêj dajo. Gelek caran dibe şahidê jîyana bab û kalan, ya dapîr û bapîran. Fireh dibe, kok dide, reh û rişelên wê di binê axê da pehn dibin û vedizelin. Pel û belgên wê fireh in, li ser jîyanê baweşînê dikin. Dara wê, ji bona şewatê gelek hêja ye. Dibe sebeb ku erd ne heze, baran were û sî bide ser mirovan, wan ji germayê biparêze. Dara çinarê destebirayê jîndaran e.

 

Hinek insan jî hene; wekî dara çinarê ne. Nemir Musa Anter yek ji wan mirovan bû.

Ji dev û lêvan ken, ji çav û bînayan rewşen, ji dil û hinavan hêvî, ji ser û mejî bawerî kêm nebû bi sal û zemanan. Wekî dara çinarê bû, him sî dida dora xwe, him hewayê dimalîya, him starek bû ji bo hemî kesî. Her tim dibişirîya, devbiken û rûşen bû. Bi henek û yarî û tinaz bû. Hazir cewab, metirs, nuktedan û kelamşûr bû. Kurdan jê gelek hez kiribû. Ew dara çinarê ya erd û aqarê welatê Kurdan bû. Navê wî Apê Musa, bi eslê xwe ji ZivingaMêrdînê, Musayê Enter bû. Roja bîstê Eylûnê, xwefiroşan di wî umrê pîroz da, ew ji gele wî dûr xistin, cûda kirin. Pazde sal in, Kurd ji Apê xwe mane bêpar.

 

Wan rojan Nemir Apê Musa, wekî endamekî damezrêner mabû di partîye da. Ne bû talibê tu karekî di meclîsa partîyê da. Yaşar Kaya her tim nêzîkê wî bû. Me hemîyan rêz û hurmeta Apê Musa digirt. Apê Musa, Her çend bihêrs jî bû, lê dilêkî tenik pê ra bû. Bi zanîn û qest ti carî dilê neyarên xwe jî, nedihişt. Ji gulê girantir me tiştekî jê seh nedikir. Wekî birayê me yê mezin bû. Ez bi rojan diçûme mala wî û dibûm mêhvanê wî. Ji min gelek hez dikir. Yan jî, min wiha dizanî. Her wiha, ez baş dizanim ku kêfa wî ji Osman Özçelîk ra jî, gelek dihat. Di şadûmanî û komcivînên partîyê da ev yek xuya dikir. Di hal û tevgerên wî da jî, ev yek kifşe dibû.

Gelek bîranînên min, derheqê nemîr Apê Musa da hene. Min divê ku bi hiceta salyada kuştina Nemir Musa Enter, ez hinek ji wan bîranînan bi we ra par bikim. Ev destpêka van bîranînan e.

 

ŞEVA HÊP’ Ê

 

Di wextê HEPê da, me li Stenbolê, li ser navê partîyê şahîyek çêdikir. Çakil gazînosu hatibû kirê kirin. Osman  Özçelik, serokê me yê Stenbolê bû. Ez jî yê liqê Emînönûyê. Min şevê organîze dikir û bêjerê (spîkere) şevê jî, ez bûm. Min gazî hunermendên hêja Ehmed Kaya û Hesret Gultekîn ji kiribû. Xêncî wan jî, gelek hunermendên herêmî jî, wê beşdarî şevê bibûyana. Şev gerek di seet heftan da dest pê kira û li seet yazdan jî kuta bibûya. Roja înê bû, hetanî mêhvan hatin salonê dagirtin bû dereng û bernameyê bi derengî dest pê kir. Me wisan qerar dabû ku em wekî wefadarekî Kurd, di şevê da heqê axiftinê bidine Apê Musa jî.

 

Şev dest pê kir, min şev anons kir, Osman hat axiftineke kin kir û paşî jî, dor hate Apê Musa. Min bi peşkêşîyeke  payebilind gazî wî, ser dikê kir. Hat û dest bi henekan kir. Mebest û helwestên xwe bi tinaz û henekan anî ziman. Lê dawî li axiftina wî nedihat û wext ji zû diborîya. Bernameya ku me çêkiribû têk çû, lewra axiftina Apê Musa pir dirêj dibû. Osman ji min ra got, here di guhê wî da beje ku êdî bes e bila axiftina xwe biqedîne. Ez du-sê caran çûm, lê feyde nekir, du-sê caran jî, Osman çû ew hişyar kir, lê na, ya wî jî feyde nekir. Min çû di guhê wî da jê ra got:

 

“ Apê Musa Wexta Ehmed Kaya ye. Lazim e ku ew were kilaman bêje. Eger zêdetir dereng bimîne nikare bernameya xwe pêşkêş bike. Ji ber ku karê wî heye, divê ku here cîyekî din jî.”

 

Lê, min ne zanî ku ev gotin wê wî ewqas aciz bike. Piştî ku me ewqas lê ‘teda’ kir ew jî hêrs bû, li ser dike ji min û Osman û Ehmed Kaya ra da xeberan. Bi nav û nîşan çêrê me kir. Lê me dengê xwe nekir. Bi mikrofonê girt û avête erdê û ji ser dikê hate xwarê û bi hêrs çû li cîyê xwe rûnişt. Lê ne ez û ne jî Osman me newêrî ku em xwe nêzîkî wî jî bikin.

 

Paşî derengê şevê ez gihêştim malê. Çûme jorê û taze rûniştibûm ku telefona min lêxist. Min telefonê hilgirt ku Apê Musa ye. Fersend ne da min ku ez xwe bi hîç şêweyekê xwe biparêzim, dîyar e ku hêrsa wî dananîbû. Pe ra da xebera. “Xoce efendî, ezê di dê û jina te û Osman…” û her bi vî awayî dirêj kir. Min qet denge xwe nekir. Paşî got “treq” û telefon girt. Min telefonî Osman kir, ku va ye li wî jî gerîyaye û heman xeberan, ji wî ra jî gotîye.

Paşî min telefonî wî kir û min hinekî dilê wî kirî:

“Apê Musa, dê û jina min û yên Osman qerwaşên te bin…”

 

û min çend xeberên wî jî anîn bîra wî. Gelekî şermezar bû û pê ra jî, bi dengekî girînî dewa lêborînê li min kir û dîsa bi henek got:

”Lawo, dêyên we xwişkên min, jinên we jî keçên min in. Ma mirov ji keçên xwe û xwişkên xwe ra xeberan dibêje? Bibore ez gelek hêrs bûm wexta ku we behsa Ehmed Kaya kir, ez zêdetir hêrs bûm. Lewra, min ji we ra da xebera.”

 

Nemir Apê Musa, dil zîz û dil nazik bû. Zû hêrs dibû. Wexta ku hêrs jî dibû çi dihate deve wî digot. Lê paşî wexta, ew mirovên ku şîkênandibû li wan digerîya û uzrê xwe dixwest, xwe dida bexşandinê. Yên ku ew nas dikirin bi exlaqê wî dizanîyan, lewra gotin û xeberên wî zêde li xwe asê nedikirin. Ji me ra xebera jî bigota, me dizanîya ku di dilê wî da tiştekî tune ye û dilê wî her tim bi me va ye. Lewra em ti carî jê ne dixeyîdîyan

Musa Enter, di hemî şîn û şahîyên Kurdan da hazir bû. Ev tişt xesyetekî rasteqîn bû li ba wî. Di navbera hêzên welathez da zû bi zu cudayetî nedikir. Heta hinek caran hêrs û tûre jî dibû dema didît ku kesên rewşenbîr di navbera welatparêzan da, cudayetîyê dikin.

 

Lewra ji kîjan alî û kê bangî wî û çalakîyekê kiribûya eger mecal û fersendên wî peyda bûyan, îcabet dikir. Xweş suhbet û kubar bû Apê Musa. Bê guman ew Arîstokratekî bîjare bû. Helbet, rayeke wî ya li ser pirs û pîvanên jîyanê hebû. Lê ew ra û raman zû bi zû di nav cîvatê da xwe nedida der. Ew zêdetir wekî aqilmend û şêwirmendekî bû ji bo tevgera niştimanperwerîyê

 

KOKTEYLA ‘TBKP’Ê

 

Partîya Komunîst a Tirkîyê, piştî çendîn salên îllegal, xwe pişkaft û eşkere kir. Paşî jî, di wan şertên sext û dijwar da qerar da ku li Tirkîyê rêxistinên xwe bi eşkereyî saz bike. Ev qerar wan rojan dengekî bilind dabû. Bi giştî hemî kesen demokrat û pêşverû di hizir û gumanan da bûn ka gelo ev kar çawa serkeve. Cara peşî jî, liqê Stenbolê wê bihata damezrandin. Musa Enter di gêncînîya xwe da demekê ez bêjim di gel vê partîyê pêwendîyên xwe hebûne. Lê piştî wexta, ji wan cuda bûye. Cûda bûye lê bê guman dostanîya xwe qut nekirîye. Lewra alîgirên wê partîyê, ji rêz û hurmeta xwe jê kêm nekiribûn. Mîna wezîfeyek û her wiha nîşaneya wefadarîyekê, dixwastin ku Apê Musa jî, di vê roja wan a pîroz da, li cem wan be.

 

Me li Aksaray hev dît û ji min ra got :

“ lazim e em îşev êvarê herine şadumanîya TBKPê.

 

Partîya Komunîst a Yekgirtî ya Tirkîyê) Min jî, bê guman teklîfa wî qebûl kir û em êvarê çûne Beyoğlu, cîyê civîna TBKPê. Her kesek ku li wê bûn, bi dîtina Apê Musa gelekî kêfxweş bûn. Keç û xortên ciwan, mereqdar û heweskarên bicoş, yek li pey yek dora wî girt û ew pirsbaran kir. Wî bê westan û her wiha dev bi ken bersîva hemî kesî da.

 

Ya balkêş ew bû ku xortekî Kurd ku endamê TBKPê bû, hate cem me û ji Apê Musa pirs kir got:

“Mamosta derheqê TBKPê da tu çi difikirî gelo?”

Apê Musa berê xwe da lawik û kenîya. Xuya bû ku ewnas dikir. Pişt ra lê vegerîya û got :

” Ya rast, du tiştan ez dikarim bêjim. Yek : Ev “T“ ji navê partîyê rabe û bibe TK(mebest bi TK yanî Tirkîye û Kurdistan) ya diduyan jî lazim e ku tu gayê ser beydera xwe bî ne ku li ser beydera bîyanan gêre bikî. Ma lawo eger te bivê ku tu doza Komunîstîyê bajoyî, tu çima li ser navê welatê xwe vî karî nakî, ma guneh e qey? “

Xort kêfxera çû xwe da ber dîwarekî û kete mitalan.

 

DÎLANA ÇAQILÊ

 

Piştî çendekî dawet (dîlan) a dosteke me hebû. Dîlan li Aksaray Gazînoya bi navê Çaqilê bû. Zava kurdekî welatperwer bû. Lê bûk ne Kurd bû, ji alîye Trakyayê bû û memûrê dewletê bû..Keçik û kurik hev dîtibûn û dil ketibûne hev lewra qerarê zewacê dabûn. Lê her tişt li gor xwesteka kurik hatibû amadekirin. Keçik her çiqas ji vê rewşê ne qaîl jî bû, lê dîsan jî, dengê xwe nekiribû. Hetanî roja mara fermî ku di wexta dîlanê da çêdibû li gazînoya Çaqilê.

 

Roja dîlanê hatibû û mêvan li hev cîvîyabûn. Salon cîyekî gelek mezin bû. Nêzîkî 2000 kes tê da bi cî dibûyan û her wiha wê şevê li dev tije bû. Mêvan zêdetir ji derdorê zava bûn. Dost û heval û hevkar û hevwelatî û xizmên dûr û yên nêzik bi hiceta dîlanê li hev civîyabûn. Suhbeteke germ dest pê kiribû. Wisan xuya dikir ku malbata bûke ji vê dîmena kurdewarî zêde qaîl nebû lê bê çare hatibûne salonê. Ewan dixwest ku demekê zûtir dîlan kuta bibe û vegerin mala xwe.

Yek ji şahidê marê Apê Musa bû. Wê rojê pêşkêşîya şahîyê ji spartibûne min. Lewra zava hevalê min jî bû. Bername gelek dewlemend bû. Stiranbêjên navdar hatibûn. Lê hemîyan jî bi Kurdî kilam digotin. Sedem ku zava Kurd bû û Kurdekî welathiez bû, her kî dihate ser dika salonê dest bi Kurmancîyê dikir. Kes ne dianî bîra xwe ku malbata bûkê Tirk e û bi Kurdî nizanin. Ma ne heqê wan jî bû ku di dîlana keça xwe da ew jî li gor dile xwe şa bibin û dilxweş bibin? Belê. Lê, ev yek nehatibû hesabkirin. Ji bo vê yeke jî, malbata bûkê pir gazind dikirin. Lê,çi feyde ! Gazind badilhewa çûn. Bûk bi xwe jî, ji vê dimenê ne qaîl bû, lê feqîrê ewê jî dengê xwe nedikir.

Marker (Memûrê Marê) hat. Li cîyê xwe rûnişt. Her wiha bûk û zava, paşî jî, her du şahid jî hatin û li ser kûrsîyê xwe rûniştin û pê ra dema marê jî, dest pê kir. Marker ji bûk û zava erênîyê xwest paşî jî, şahidîya şahidan belênî kir û bi daxwazkirina serfirazîyê, xatir xwest û rabû çû. Paşî Nemir Musa Entermikrofonê ji min xwest û berê xwe da bûke, jê pirs kir :

”Keça min te baş merheze kirîye ka gelo li dawîya vê zewacê çi li benda te ne ? Yanî eger tişt hebin ku li gorî te qabil e qebûl kirinê nebî, hê ku zû ye, poşman bibe. Lewra, li ba Kurdan jinberdan tune ye. ”

Bûk û zava bi hev ra kenîyan, her wek ku haya wan ji van tişta heye û qebûlê wan be. Li ser vê yeke Apê Musa careke din berê xwe da bûk û zava û ji bûk û zava dest bi hêvî û daxwazîyên xwe kir.

Apê Musa : “Ez pêş hemî tiştî daxwaza umrekî şên û serfiraz û dirêj ji we ra dikim û hêvîdar im ev zewac heta dawîyê bidome. Lê daxwaza min a herî girîng ji we ev e. Min deh zarokan divê. Yanî lazim e ji vê zewacê deh zarok peyda bibin.”

Mêvanên ku Apê Musa nas dikir, kenîyan û pê ra çepik lê xistin piştî van gotinan. Apê Musa bi Tirkî daxwazên xwe qal kiribû. Lewra, malbata bûkê jî û bûke bi xwe jî, gotinên Apê Musa fêm kiribûn. Lê, ew bûka ku ji destpêkê û hetanî wê deme, bê deng mabû, xwe ranegirt û rabû pîya û bi dengêkî bilind :

“Na êdî evqas jî nabe. Ji sibê va hûn hemî bi yekcarî bi ser min va tên, ez dengê xwe nakim. Lê ne qabîl e ku ez vî şertî qebûl bikim. Ma qey ez makîne me ku deh zarokan çêkim. Eger zava jî wekî we difikire bila ji xwe ra jineke din peyda bike, ez pê ra bi vî şertî nikarim bizewicim.”

Got û berê xwe da der û xwest ku here, paşî zava jî da pey wê û ew careke din anî, da rûniştandin. Lê xuyabû ku bûk bêhed hêrs bibû. Ne zanîbû ku Apê Musa henekan dike.

Apê Musa jî dît ku jinik gelek hêrs bûye careke din lê temaşe kir û wiha got. ”Lawo keça babê min. Ma deh zarokan ez ne ji bona xwe dixwazim. Her ji bona we dixwazim. Yanî hûn Tirk rojê deh zarokên Kurdan dikujin. Eger her mêrekî Kurd nebe xwedîyê deh zarokan, ma Tirk wê kê bikujin? Dîsa ev zarok wê bi kêrî we werin. Lazim e tu hêrs nebî, bereks tu kêfxweş bibî, bi vê pêşnîyara min.”

Li ser vê yekê, bûke jî dît ku Apê Musa henekeke sîyasî dike, ew jî hinekî aŞt bû, paşî dîlan bêtifaq û bêteşqele kutayî pê hat.

(Ji kitêba MİRCAN Û MORÎ)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev