Mijarên felsefeyê: Di hizirîna kurdan de “te ji ku aniye?” û ber bi “çavkaniyên neteweyî yên hizirînê”

Mijarên felsefeyê: Di hizirîna kurdan de “te ji ku aniye?” û ber bi “çavkaniyên neteweyî yên hizirînê”

Umîd Demîrhan 

 

Pêşek

Ji bo kurdan bersiva pirsa “te ji ku aniye?” gelekî girîng e; mirov dikare bibêje ku hema hema tevahiya kurdan li ser bersiva vê pirsê dikarin werin ba hev û bigihêjin encamekê. Wekî nimûne: heke tu gotineke navdar a di nava elewîyan de li ba suniyan bibêjî, kesê bihîstî bi wê gotinê bawer neke jî bi xatirê ku ew baweriyeke elewiyan e rêzê lê digire, lewre xwediyê wê gotinê serkut nake; her wiha gotinên di nava suniyan, şiiyan, êzîdiyan, yarsaniyan û kakeiyan de jî bi heman miameleyê tên pêşwazîkirin. Mudaxeleyên niha yên heyî yan jî di dewraneke dîrokê de rûdayî bi kişkişandineke derveyî pêk hatine ku di kevneşopiya kurdan a hizirînê de cihê wê tuneye.

 

Kurdan baweriyên êzdiyan, yarsaniyan, kakeiyan, rayêheqiyan, duristiyan û tevahiyên firqe û mezhebên îslamê bêyî dijminahî pêşwazî kirine; her kesek li ser ayîn û mezheb-meşreba xwe di nava aştiyekê de pêk ve jiyane.

 

Kurd neteweyeke xwezayî ye û bi pirsa “te ji ku aniye?” mijarên hebûn, zanyarî û tevgera tişt û ramanan bersivandine. Di jiyana rojane de gava kurdek diçe bazarekê, gelekî asayî ye ku bipirse “ev malê kê derê ye?”; her wiha gava malxweyek vegere malê û rastî tiştekî nû were, dîsa wekî erkekî dipirse bê ka ev ji ku hatiye.

 

Di jiyana kevneşopî ya kurdan de bersivandina pirsên “kê ji ku aniye”, “çi çawa hatiye”, “kê çi çawa aniye” ne tenê ji bo hînbûn û mereqekê ye; her wiha ji bo pêkanîna dadwerî û ewlehiyê ye jî.

 

  1. Li gorî çavkaniyên yûnanî paşperdeya dîrokî ya kurdan

Serleşker, nivîskar û dîrokzanê atînayî Ksenophon, di berhema xwe ya bi navê Anabasîs (Vegera Dehhezaran) de qala şerê kurdên kardoxî û yûnaniyên helenî dike. Ksenophon di nava bûyerên sala 401ê berî zayînê de behsa êrişa heleniyan a li dijî medoparsê dike ku di vegerê de rastî kurdan tê û hewl dide bi artêşa xwe ve ji Kurdistanê derbas bibe. Li gorî Ksenophonî rêwîtiya artêşa peretî ya helenî sala 400an ji Sardesa Lîdyayê dest pê dike. Artêşa peretî li nêzikî Laodîkeîayê (Denizli) ji çemê Menderesê re derbas dibe, xwe digihîne Kelaînaîyê (Afyon), ji wir jî diçe Îkonîonê (Konya), bi qasî sê rojan li wir dimîne, piştre bi rêya rêzeçîyayên Torosê ji ser Kilîkyayê re derbasî Tarsûs û Myrîandrosê dibe, ji wir derbasî bakurê Sûrîyeyê dibe û ji ber ku rênas û beledên baş li cem wan hebûne, ev rêwîtî bêteşqele derbas dibe. Di şerê li başûrê Mezopotamyayê de artêşa Artaksesê parsî hevalbendê yûnaniyan Mîr Kyrosê parsî têk dibe; lewre leşkerên peretî neçar dimînin ku vegerin malên xwe. Lêbelê kurdên kardoxî  bi çavê dostaniyê li wan nenihêrîne û bi wan re şer kirine. Li gorî gotinên vî gotindarî kardoxî neteweyeke şervan e ku serê xwe li ber tu qralî daynane û li çiyayan dijî. Demekê qralekî hewl daye ku vî gelî dîl bigire, artêşeke ji sed û bîst hezar şervanî şandîye ser wan, lê ji wan kesek zindî nefilitiye û neziviriye mala xwe. Kardoxiyan jîngehên xwe li çiyayan ava kirine. Her wiha dema yûnanî ji xaka wan re derbas dibin, wan asteng dikin; lewre di navbera her du aliyan de (kardoxî û helenî) gelek şer û qirên diqewimin, rêwîtiya yûnaniyan bi qasî heft rojan dikêşe û rastî ziyaneke wisan mezin tên ku ji ziyanên şerê bi parsan re zêdetir bûye. Ksenophon salix dide ku ragihandina leşkerî ya di navbera kardoxiyan bi êgir û dû bûye, şervanên kardoxî kevanên xwe baş bi kar anîne û tîrkêşên jêhatî bûne.

  1. Berawirdkirinek di navbera mijarên felsefeya yûnanî û hizirîna kurdan de

Me di nivîseke kevn de salixên Ibn Wehşiyeyî yên derbarê kurdan de û di vê nivîsê de jî salixên Ksenophonî yên derbarê kurdan de bi kurtî guhastin. Îcar divê em çavekî li hêmanên her du dibistanên ramanî bigerînin û wan berawird bikin:

 

  1. Felsefeya yûnanî ya ku niha dinya wekî marekî rapêçaye li ser sê mijaran ava bûye: hebûn (ontolojî), zanyarî (epîstemolojî) û nirxên jiyanê (aksîyon). Ji ber ku bav û kalên yûnaniyan pûtperest, mirovperest û xwezaperest bûne nifşên peyhatî jî demeke dirêj dane ser şopa wan; lêbelê piştî koçberiya wan a li welatê medoparsiyan rastî ayîneke yekxwedayî hatine û vê yekê ew neçar hiştine ku li ser baweriyên xwe bifikirin, wan rojane bikin, reh û rîşeyekê ji ramanên xwe re bibînin. Ji bo bersivandina pirsên “hebûn”, “zanyarî” û “nirxên jiyanê” zanistên xwe yên eqlî bi kar anîne. Wekî mînak, gava li ser destpêka hebûnê fikirîne, hê di wî çaxî de wan mirov kiriye zarokê Xwedê; dema ku piştre bûne file jî dîsa ew baweriya xwe parastine. Dema ku bingeha zanyariyê spartine made û materyalê, ev zanyariya wan bûye bingehê baweriya wan a materyalîst ku hê jî berdewam e. Ji ber ku hebûna xwe spartine bavtiya Xwedê û zanyariyên xwe jî ji madeyê wergirtine, di şîrovekirina nirxên jiyanê yên wekî qencî û xerabiyê de hertim xwedî li ramanên emperyalîstî derketine. Helbet di her heyamekê de pirs-bersivên cuda û pirsgirêkên curecureyî derketine holê; lê piraniya şîroveyên wan li dora van her sê hêmanan çûye û hatiye. Divê bê gotin ku di serdema me de ewropaya ku li ser felsefeya yûnanî ava bûye, di nava xwe de dest ji hinek taybetmendiyên xwe yên materyalîst, emperyalîst û kolonyalîst berdane; lêbelê welatên paşvemayiyên ku exlaqên ewropiyan ên kevn wergirtine, hê hê jî hevwelatiyên xwe dizêrînin, koçber û tune dikin.

 

  1. Kurdên qedîm zanyariyên xwe ji pirtûkên pîroz wergirtine ku rêzikên jiyanê yên îlahî ne. Ibn Weşiyeyî digot: “Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrît û Rûpela Qusamî di destên wan de bûne; zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Dana gihiştiye ber destên wan.” Diyar e ku kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe tekstên li ber destên xwe bi kar anîne; ji kêşeyên eqlî zêdetir li ser kêşeyên tetbîqî xebitîne. Kurdan hertim hewl daye ku di çarçoveya tekstên îlahî de zanyariyên xwe rojane bikin, rêyên baştir ên sepandina van rêzikên îlahî bi dest bixînin. Her çi ku yûnaniyên qedîm in, berî cenabê Îsa di destê wan de zanyariyên îlahî tunebûne, lewre çi bi dest xistibin bi şixulandina qabiliyetên xwe yên eqlî gihiştinê yan jî bi riya talan û dagirkeriyê hazir bi dest xistine.

 

  1. Kurd “neviyên Bînûşad in. Bînûşad û Masî Soratî alfabeyeke taybetî fonetîka zimanê kurdî afirandiye. Kurdên kevnare hemû zanyarî û hunerên xwe bi vê alfabeyê tomar kirine. Ev alfabe cureyekî nivîsê yî kevnenivîsan e ku hinek tîpên wê ji şêweyên tîpan vediqetin. Her wiha hinek tîpên vê alfabeyê bi zimanên din re hevpar in; lê tîpên mayî di tu ziman û alfabeyan de hevber û hevdengên wan tunene. Bi vê alfabeya bêhevta li Şam, Bexda û Nawosê nêzikî sî pirtûkî hatine dîtin. Ji wan pirtûkan du heb li Şamê hatine dîtin ku yek derheqa çandina tirî û xurmeyan de bûye û ya din jî derheqa avnasiyê, derxistin û bidestxistina avên ku çavkaniyên wan nediyar bû. Ji bo faydeya mirovahiyê ev her du pirtûk ji zimanê kurdî bo zimanên din ên cîhanê hatine wergerandin.” Lêbelê ji wê alfabe, zanyarî, pirtûkên pîroz tiştek nemaye; di ber pêlên dagirkeriyê yên bîzans, ereb, fars û tirk de ji holê rabûne. Mirov dikare bibêje ku ji wê mîrateya kurdan ji bilî van agehiyan tiştek nemaye.

Her çi yûnanî ne, ji mêj ve xwedî alfabeyên fonetîkî bûne; ji ber ku qismê wan î mezin ji dagirkeriyên ereb û tirk rizgar bûne alfabeyên xwe parastine. Berhemên yûnanî hem ji aliyê xwediyan ve hem jî ji aliyê dagirkeran ve hatine parastin.

 

  1. Erdnîgariya kurdan war an jî cînarê ayînên yekxwedayî bûye. Hemû baweriyên ayînî yên mezin bandoreke xurt li civaka kurdî kiriye. Kurdan pirsên “hebûn”, “zanyarî” û “nirxên jiyanê” bi ayînên xwe şîrove kirine, bi gotineke din zanyariyên xwe yên berdest ên ayînî bi kar anîne. Kurdan ayînên xwe hinarde kirine; lê baweriyên biyaniyan ji bêjinga ayînên xwe re derbas kirine û paşê hawirde kirine.

 

Erdnîgariya yûnaniyan ji bajar û welatên pûtperest, mirovperest û xwezaperest pêk hatiye; lewre pirsên xwe yên derbarê “hebûn”, “zanyarî” û “nirxên jiyanê” de bi qabiliyet û hişmendiya xwe ya mirovîn şîrove kirine. Lewre yûnaniyan raman û felsefeyên xwe hinarde kirine; lê baweriyên biyaniyan ji bêjinga felsefeya xwe re derbas kirine û paşê hawirde kirine.

  1. Di hizirîna kurdan de “te ji ku aniye?” û ber bi “çavkaniyên neteweyî yên hizirînê”

Du cureyên ramyariya kurdan hene ku yek li ser bingehê zanyariyên modern hatiye hûnandin û ya din jî li ser kevneşopiya kurdan a devkî û nivîskî hatiye ristin.

Zanyariyên kurdan ên modern bi sedema bêdewletiyê û neçariyê ji zanyariyên biyanî yên li ser kurdan hatine berhevkirin. Rojhilatnas, gerok, lêkolîner, zanyar û rojnamevanên biyanî bi xebatên xwe yên meydanî gelek nivîs, wêne, belgeyên dîrokî û belgefîlm li ser kurdan amade kirine; lê belê ev xebat di nava xwe de hinek zanyariyên nerast, çewt û dijminane jî dihewînin. Lewre divê kurd van zanyariyan li gorî rêbaza xwe ya “te ji ku aniye?” ji nû ve binirxînin, şîrove û rexne bikin.

 

Zanyariyên kurdan ên kevneşopî jî hinek bi şêweyên devkî û nivîskî gihiştine roja îroyîn, hinek di arşîvên biyanî de veşartî ne yan jî bi mercên giran ji arşîvên biyanî tên bidestxistin, hinek bi tevahî hatine bêserûşûnkirin, beşeke girîng jî li benda tomarkirinê ne.

 

Mirov dikare çavkaniyên kurdan ên hizirînê -çi yên devkî çi jî yên nivîskî- li ser du beşan leva bike:

  1. Çavkaniyên zimanî yên kevn-teze.
  2. Çavkaniyên dîrokî yên kevn-teze.

 

Hemû zanyariyên berhevkirî yên li ser ziman û çanda gelêrî (folklor) ya kurdan keresteyê xam ê hizirîna kurdan in. Îcar hemû hewldanên senifandinê yên van zanyariyan divê bi amûrên zanistî yên herî rojane û pêşketî werin pêkanîn ku ziyanek negihêje xamê eslî.

 

Îcar çavkaniyên kevn-dîrokî yên ku kurdan bi xwe nivîsandine divê bi çavkaniyên cîhanî yên din re bên berawirdkirin, tarîtiyên wan bên zelalkirin, kêmasî-şaşiyên wan bi agehiyên rast bên xurtkirin.

 

Em ê di nivîsên pêştir de naveroka van çavkaniyan eşkere û zelal bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev